În, 4 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hejmara girtiyên doza Gulîstan Doku derket 32’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Yuksel li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş wê beşdarî kombûna ciwanan a li Kolnê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê dema qeyûm ji bo 2 mehên din hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî temam bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Zextên li ser rojnamegeran meha Tebaxê jî dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlayê HPG’ê Çapakçur taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rewşenbîrên naskirî peyamên ji bo Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewqa navê xwe bû: Dîlan Şoreşger

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobetê azadiyê ya li Mexmûrê ji aliyê komeke din ve hate dewrgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşaneke jineke ciwan ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûjeniyeke rastîn a dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Amedê şerê taybet nîqaş kirin: ‘Divê aştî civakî bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Salvegera 14’emîn a Şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş hate pîrozkirin
Rojava

Salvegera 14’emîn a Şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş hate pîrozkirin

Salvegera 14'emîn a Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Em ê bi ruhê 19'ê Tîrmehê mafên gelê Kurd misoger bikin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin" hate pîrozkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Salvegera 14’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi girseyî hate pîrozkirin.

KOBANÊ

Bi hezaran kes ji şêniyên bajarê Kobanê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û gaziyên şer, tevî şandeyekê ji herêma Cizîrê salvegera 14‘emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir. Pîrozbahî li Stadyuma Şehîd Bawer Agir a  li bajarê Kobanê bi dirûşma “Bi rihê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin” hat birêxistinkirin.

Beşdaran alên şoreşê û posterên Rêber Apo hildan. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre gelek axaftin û peyamên girîng hatin pêşkêşkirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a  li Kobanê Ferhan Hec Îsa di axaftina xwe de got, wê Kobanê rola xwe ya pêşeng û stratejîk biparêze û ji bo vê jî tê bikoşe.

Ji fermandarên YPJ’ê Dilbirîn Kobanê jî bal kişand ser salvegera şoreşê û wiha got: “Me bi têkoşîn û serhildanê karibû nasnameya xwe weke jin û weke gelê Kurd misoger bikin ku ev yek ji bajarê Kobanê destpêkir. Hebûna me weke gelê Kurd li Kobanê dest pê kir, ji ber vê yekê jî niha Kobanê di heman astê de rola xwe dilîze.”

Dilbirîn Kobanê pîrozbahî diyarî giyanê têkoşerên şoreşê kir û wiha berdavam kir: “Gelê me bi dehan û bi sedan zarokên xwe fedaî vê axê kirin. Bi taybetî gelê Kobanê dîrok bi xwîna zarokên xwe nivîsand. Ji bo vê jî bila tu alî propagandaya xwe li ser ked û xwîna vî gelî neke. Em li vir ruhê tevahî cangoriyên azadiyê zindî dikin, ji ber vê jî di vê şahiyê de em sozên xwe nû dikin. Lewma em vê şahiyê diyarî giyanê tevahî şehîdên ku canê xwe fedaî vê şoreşê kirine dikin.”

Piştre li gorî bernameyê, şahî bi pêşkêşkirina berhemên komên hunerî yên Kobanê; Koma Botan, Koma Şehîd Esmer û komên govendê dewam kir. Di heman demê de ji herêma Cizîrê hunermend Baran Dilbihar û ji derveyî Rojavayê Kurdistanê hunermend Berbang Hilat derketin ser dikê.

Şahî bi gerandina xelekên govendê, bi dirûşme û tilîliyên jinan bi dawî bû.

TIL TEMIR

Bi sedan kes ji şêniyên bajarên Til Temir û Zirganê salvegera şoreşê li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê pîroz kir. Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rewşenbîr û mabatên şehîdan tevî girseyek mezin a şêniyan pîrozbahiyê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê hevserokê Meclisa Bajarê Til Temirê Xalid El Xelef axivî.

Xalid El Xelef anî ziman ku Şoreşa 19‘ê Tîrmehê qonaxeke nû ya rêveberiyên xwecih û beşdariya civakî ava kir.

El Xelef li dijî pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê jî banga parastina destekftiyên şoreşê û xurtkirina yekitiyê kir.

Hevseroka Meclisa PYD‘ê ya bajarê Zirganê Semah El Hemadî jî diyar kir ku rêgezên Şoreşa 19‘ê Tîrmehê bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirreng e.

Semah El Hemadî di axaftina xwe de ji bo çareseriyeke siyasî ku mafan û edaletê ji bo tevahî Sûriyeyan mîsoger bike banga domandina xebata hevpar û diyalogê kir.

Piştî axaftinan hunermend Aycan Kobanê, Koma Şoreş û hunermend Yara Ehmed stran gotin. Beşdaran govend gerandin û dirûşme berz kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Şêniyên bajarên Girkê Legê, Rimêlan û Çilaxayê salvegera Şoreşa Rojava bi şahiyekê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê pîroz kir.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên  PYD‘ê Mihemed Ebdurehîm axivî û salvegera Şoreşa Rojava li tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kir.

Mihemed Ebdurehîm diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşa aştî û jiyana hevbeş e, li hemberî şoreşê gelek êriş û astengî derketin, lê bi berxwedana şervanan û hevgirtina gelên herêmê êriş û astengî têk çûn.

Ebdurehîm di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nirxên jiyana hevbeş û xwişk û biratiya gelan sepand. Her wiha bang naskirina mafên hemû pêkhateyan, Şoreşa Rojava û fedakariyên şehîdan kir û got: “Me ji bo bidestxistina mafên xwe dest bi şoreşê kir. Em dest bi şoreşê kir da ku azad bijîn û rêça şehîdên xwe bidomînin.”

Piştî axaftinan hunermend Waîl Çaçû, Koma Elenya, Koma Serhildan û Koma Delîla ya ji bajarê Amûdê stran gotin.

DÊRIK

Li Parka Şehîd Dîcle ya bajarê Dêrikê jî şahiya salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)- Rojava Fatima Elî Lekto axivî. Fatima salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê pîroz kir û banga parastina destkeftiyên şoreşê kir.

Piştre Koma Cûdî û Koma Jinan a Ji Amûdê stran pêşkêş kirin. Girese li ber stranan govend gerandin.

QAMIŞLO

Bi beşdariya girseyek mezin a şêniyan û şervanên YPJ û YPG‘ê şahiyek li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Beşdaran posterên Rêber Apo, wêneyên şehîdên şoreşê û alên YPG û YPJ‘ê hildan.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Desteya Hevserokatiya PYD‘ê Foza Yûsif salvegera şoreşê pîroz kir û bi bîr xist ku şoreş bi armanca mîsogerkirina mafên gelê Kurd û jiyana hevbeş di navbera tevahî pêkhateyên herêmê ji bajarê Kobanê dest pê kir.

Foza Yûsif diyar kir ku şoreş derbasî qonaxeke nû an ku mîsogerkirina maf û destkeftiyan di destûra Sûriyeyê de bûye.

Piştî axaftina Foza Yûsif, hunermend Comerd, Deniz Deman û Koma Stêra Zêrîn stran pêşkêş kirin. Koma Şehîdên Qereçoxê jî hunerên xwe yên foklorîk nîşan da.

Beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin û dirûşme berz kirin.

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê li Parka 4‘ê Nîsanê pîroz kir.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed axivî.

Îlham Ehmed bi bîr xist ku di demekê de ku Sûriyeyê di nava şer de bû, Şoreşa Rojava wekî şoreşa aştiyê ji bo belavkirina nirxên azadî, edalet û jiyana hevbeş ji Kobanê dest pê kir û li bajarên din ên Rojava belav bû.

Îlham Ehmed bal kişand ser rola jinan di şoreşê de û got, Şoreşa ku jin pêşengtiya wê dikin guhertinên siyasî û civakî yên girîng pêş xistin û mafên jinan û nasnameya Kurdî da diyarkirin, naskirina Cejna Newrozê li Sûriyeyê yek ji berhemên şoreşê ye.

Her wiha anî ziman ku Şoreşa 19‘ê Tîrmehê doza Kurdî li ser asta Sûriyeyê û navneteweyî kir rojev.

Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de got, merheleya bê tesbîtkkirina mafên hemû pêkhateyan di serî de gelê Kurd di destûreke adilane de hewce dike.

Ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a adilane ya bi pêşengiya jin û ciwanan banga domandina têkoşînê kir û got, pêkanîna aştî û demokrasiyê li herêmê bi çareserkirina pirsgirêkak Kurd û xurtkirina rêya aştî û civaka demokratîk pêkan e.

Piştî axaftinan Koma Gerastêrk, Koma Tolhildan, hunermend Geşbîn û Hoza Comerd stran gotin. Girse li ber stranan govend gerandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Desthilatdarî dixwaze bi rêya girtîgehên bi tîpa bîrê civakê bitirsîne’
Nûçeya Pişt re Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hikûmeta Demkî rûspiyekî Elewî girt

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li herêma Sehil El Xab rûspiyekî Elewî girt.

Ji aliyê Stêrk TV

Halîde Turkoglû: Wê jin pêşengtiya avabûna civaka demokratîk bikin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Kenanoglû: Pêvajo û polîtîkayên zextê di zikhev de nameşin!

Hevserokê HDK'ê Alî Kenanoglû diyar kir ku desthilatdarî bi operasyonên di bin navê HDK'ê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hejmara girtiyên doza Gulîstan Doku derket 32’an

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Girê Spî malabata ku xwest vegere mal û erdê xwe rastî êrîşê hat

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?