Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, dewleta Tirk a dagirker vê sibehê bombe li gundên Suredê, Enzê û Kirmesû barand.
Hevşaredara Binarê Qendîlê Serwin Celal ji Rojnewsê re axivî û got, “Gundên Binarê Qendîlê serê sibehê zêdeyî deh caran hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê zerareke mezin li derdorê bû. Liv û tevgera balafirên şer a li herêmê dewam dike.”