Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha Sibatê ya li ser binpêkirina mafan a li dijî rojnamegeran ragihand. Li gorî daneyên rapora DFG’ê di meha sibatê de 11 rojnameger hatine binçavkirin 5 rojnameger hatine girtin, li 9 rojnamegeran bi tevahî 6 sal û 7 meh û 6 roj cezayê girtîgehê û 45 hezar lîre cezayê pereyî hatiye birîn û xwegihandina 31 nûçeyan û 272 naverokên medyayê hatine astengkirin.
DFG’ê di rapora xwe de diyar kir ku daneyên di raporê de nîşan didin ku mafê jiyanê, ewlehî û azadiya ramanê ya rojnamegeran li Tirkiyeyê di bin xetereyeke cidî de ye û wiha got: “Ji ber xebatên wan ên rojnamegeriyê êrişa fizîkî li hevkarên me tê kirin, tên binçavkirin, girtin û bi tundiya darazê re rû bi rû dimînin. Êrîşa li ser Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) ya di meha Sibatê de xeleka dawî ya vê zincîra zextê bû. Deriyê ajansê hat şikandin û alavên nûçeyan hatin desteserkirin. Ji pênc rojnamegerên ku di encama serdegirtinê de hatin binçavkirin çar hatin girtin. Rojnamevan Alîcan Ûlûdag jî ji ber nûçeyên ku çêkirin û parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hat girtin.”
DFG’ê destnîşan kir ku di dawiya Sibatê de, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ajansa Nûçeyan a ANKA’yê Kenan Şener jî di nav de sê rojnameger ji ber ku liv û tevgera li Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê kirin nûçe, hatine binçavkirin.
DFG’ê da zanîn ku bi girtina pênc rojnamegeran re di meha Sibatê de, hejmara rojnamegerên girtî bûye 30 û ev agahî ragihandin: “Rojnamegerên di girtîgehê de jî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Rojnameger Alî Bariş Kûrt ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1an a Maltepeyê ya Stenbolê tê ragirtin tevî ku diviyabû di Mijdara 2025’an de bihata berdan, bi biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê hê jî bi awayekî neqanûnî tê girtin.”
DFG’ê destnîşan kir ku sansura ku di meha Çileyê de gihiştiye lûtkeyê, di meha Sibatê de berdewam kiriye û agahî dan ku hesabên medyaya dîjîtal ên Ajansa Mezopotamyayê û JinNewsê ku di meha Çileyê de çar caran hatibûn astengkirin, di meha Sibatê de jî carekê hatine astengkirin.
DFG’ê di berdewama rapora xwe de daneyên binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran û saziyên çapemeniyê parve kir. Li gor raporê di demen dawî de êrişî 6 rojnamegeran hatiye kirin, 11 rojnameger hatine binçavkirin, 5 rojnameger hatine girtin, bi ser malen 6 rojnamegeran de hatiye girtin, 3 rojnameger bi muameleyeke nebaş re rû bi rû mane, gef li rojnamegeran hatiye xwarin, şopandina nûçeyan a 3 rojnamegeran hatiye astengkirin û li girtîgehan rojnameger bi 2 binpêkirinên mafan re rû bi rû mane.
Her wiha DFG’ê di rapora xwe de destnîşan kir ku der barê 3 rojnamevanan de 3 lêpirsîn hatine destpêkirin, der barê 5 rojnamegeran de doz hatiye vekirin, li 9 rojnamegeran bi tevahî 6 sal û 7 meh û 6 roj cezayê girtîgehê hatiye birin û 45 hezar TL cezayê pereyî hatiye birin, di 30 dosyeyan de darizandina 45 rojnamegeran didome û ji 4’ê Adara 2026’an ve 30 rojnameger di girtîgehê de ne.
DFG’ê di rapora xwe de parve kir ku Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) ji bo 2 weşanên cuda cezayê pereyan biriye, 10 weşan hatine qedexekirin, xwegihandina 31 nûçeyan hatiye astengkirin û xwegihandina 272 naverokên medyayê hatine astengkirin. Biryara qedexekirina 10 weşanan hate pêkanîn. Xwegihandina 31 nûçeyan hate astengkirin.
DFG’ê destnîşan kir ku binçavkirin, girtin, zext û pêkanînên sansurê yên li dijî rojnamegeran nayê qebûlkirin û diyar kir ku azadiya çapemeniyê garantiya bingehîn a civaka demokratîk e.
DFG’ê di dawiya raporê de wiha got: “Em bang li rayedaran dikin ku dawî li binpêkirinên li dijî rojnamegeran bînin û raya giştî ya neteweyî û navneteweyî li Tirkiyeyê li hemberî binpêkirina mafan a di warê azadiya çapemeniyê de hesas bin. Xebatên rojnamegeriyê nikarin bên darizandin. Rojnamegerî ne sûc e.”

