Çarşem, 10 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ radest kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wan û Agiriyê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademîsyenên Misrî: Projeya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan gerdûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîna SAMER’ê: Piraniya hilbijêrên DEM Partiyê piştgiriyê didin hevdîtinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan avêtin ser Buroya Hiqûqê ya Gel: Parêzer Naîm Emînoglû hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ûrmiyeyê 2 kolber ji ber berfê asê man

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DFG û MKG’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser çapemeniya azad dan
Rojane

DFG û MKG’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser çapemeniya azad dan

MKG û DFG'ê operasyonên li Belçîka û Tirkiyeyê yên li ser xebatkarên çapemeniya azad şermezar kirin û banga piştevaniyê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Polîsên Belçîkayê bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê de girtin. Di serdegirtinê de malzemeyên TV’an ên teknîkê desteserkirin û hemû qablo birîn. Polîsên dewleta tirk jî îro di saetên serê sibê de li Enqere,Stenbol û Rihayê bi ser malên xebatkarên Çapemeniya Azad de girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li Enqereyê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Arslan, serdegirtinên Stenbolê de nûçegihana MA’yê Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras,Yeşîm Alici, Beste Argat Balci û Şirîn Ermîş û di serdegirtina li Rihayê de jî nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hate binçavkirin. 
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) serdegirtina studyoyên Stêrk Tv û Medya Haberê û binçavkirina kedkarên Çapemeniya Azad bi daxuyaniyên nivîskî şermezar kirin. 
 
‘DESTHILATA SIYASÎ TABLOYA HILBIJARTINÊN XWECIHÎ RANAGIRE’ 
 
DFG’ê di daxuyaniya xwe ya bi serenavê “Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin!” weşand de, got ku “Em îro bi serdegirtin û operasyonên binçavkirinê yên li dijî rojnamevan û saziyên çapemeniyê hişyar bûn” û ev tişt gotin: “Di serî de em dixwazin diyar bikin ku em weke tesadufî nabînin ku saziyên çapemeniya kurd û rojnamevanên kurd rojek piştî 22’yê Nîsanê ku Roja Rojnamevanên Kurd e careke din bûne hedef. Her wiha wê xelet be ku mirov van operasyonan ji pêvajoya siyasî serbixwe binirxîne. Xuya ye desthilata siyasî ya tabloya ji hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê derket holê ranagire, plan dike ku xetimandina xwe ya siyasî careke din bi êrişên li dijî gelê kurd derbas bike. Gava yekem a vê yekê jî wekî her carê berê xwe da xebatkarên Çapemeniya Azad û dezgehên ragihandinê. Em weke DFG êrişên li Belçîka, Enqere û Stenbolê li dijî saziyên çapemeniyê û xebatkarên çapemeniya azad pêk hatin bi tundî şermezar dikin.”
 
‘EM LI DIJÎ OPERASYONÊN PÊK HATINE BÊDENG NAMÎNIN’ 
 
DFG’ê bal kişand ku cihê fikaran e ku êrîşên li ser çalakiyên rojnamevaniyê ber bi Ewropayê ve diçin û wiha berdewam kir: “Welatekî Ewropayê ku her tim ji bo azadiya raman û îfadeyê pesnê xwe daye, niha jî parçeyek ji êrîşên ku hempîşeyên me dike hedef e. Ev jî tê wê wateyê ku nêzîkatiya Ewropayê ya li demokrasî, azadiya raman û îfadeyê ji nîqaşê re vekirî ye. Di vê çarçoveyê de Em dixwazin destnîşan bikin ku em ê li dijî operasyonên pêk hatine bêdeng nemînin.”
 
BANGA HEVGIRTINÊ
 
DFG’ê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em dixwazin bê zanîn ku; Em ê bi taybet polîtîkayên şerê taybet, hemû polîtîkayên ku demokrasî û azadiyan hedef digire, weke pêwîstiyeke pîroz a xebatên me yên rojnamegeriyê teşhîr bikin û heqîqetê ji rayagiştî re ragihînin. Em bang li desthilatê dikin; Bizanin ku ev êriş nikarin çavên kedkarên çapemeniya azad bitirsînin. Êdî dest ji van êrişên bi vî rengî berdin. 
 
Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku hemû hempîşeyên me yên hatine binçavkirin demildest bên berdan û banga hevgirtinê li hemû hevalên xwe yên rojnamevan ên ku têkoşîna derxistina holê ya rastiyan didin.” 
 
BINÇAVKIRIN NAYÊN QEBÛLKIRIN
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî bi serenavê “Binçavkirinên kedkarên çapemeniya azad divê demildest bi dawî bibe” daxuyaniyek weşand û wiha got: “Vê serê sibehê me bihîst ku li Stenbol û Enqereyê gelek rojnameger hatine binçavkirin. Ev binçavkirinên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin û hîn hinceta wê bi raya giştî re nehatiye parvekirin, mudaxeleyeke li hemberî azadiya çapemeniyê ye û nayê qebûlkirin.  
 
‘EV ÊRIŞEKE LI DIJÎ AZADIYA MAFÊ WERGIRTINA NÛÇEYAN A CIVAKÊ YE’ 
 
Rojnamegerî yek ji hêmana jêneger a civakên demokratîk e. Rojnameger dema peywira xwe ya agahdayina raya giştî tînin cih bi sepanên wiha kêfî rû bi rû dimînin, ev yek binpêkirina mafan a cidî ye û hemû civakan eleqeder dike. Ev binçavkirin ne tenê êrişeke li dijî rojnamegeran e di heman demê de êrişeke li dijî azadiya mafê wergirtina nûçeyan a civakê ye.  
 
Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bang li aliyên têkildar dikin ku ev zextên li dijî rojnamegeran bi dawî bikin û xwedî li azadiya çapemeniyê derkevin. Di heman demê de em bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û neteweyî dikin ku mafên rojnamegeran biparêzin û li dijî van sepanên kêfî derkevin. Em dîsa dibêjin bila rojnamegerên di bin çavan de demildest bên berdan. Rojnamegerî ne sûc e. Divê ev binçavkirin demildest bi dawî bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kenya û Tanzanyayê kerasetên lehiyê: Herî kêm 365 kes mirin
Nûçeya Pişt re Li Silêmaniyê li ser astengiyên li pêşiya medyaya Kurdî komxebatek hat lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Roj a çêkirî ya Çînê ji ya rastî bi pênc qatî germtir e

Roj a çêkirî ya Çînê, di testa dawî de gihîşt germahiya 70 milyon pileyî ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir. Her wiha ji bo xwepêşandana li…

Ji aliyê Stêrk TV

Çawişên pispor ên dest dirêjî zarokan kirin, hatin berdan

Çawişên pispor ên Tirk ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê dest dirêjî 2 zarokan kirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ radest kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Wan û Agiriyê şehîd hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?