Îsal di 8’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê de li standa weşanxaneya Aramê pirtûkek din jî hate desteserkirin. Polîsan îro dest danîn ser pirtûka Hatîp Dîcle ya bi navê ‘Rojnivîska Berxwedana Efrînê’ jî. Pirtûk berxwedana Efrînê ya di navbera 20’ê Çileya 2018 û 20’ê Çileya 2019’an de, bi awayeke kronolojik vedibêje.
Polîsan bi hinceta biryara dozegeriyê li standa weşanxanê lêgerîn jî kirin.
BI GIŞTÎ 4 PIRTÛK HATIN DESTESERKIRIN
Polîsan ji vebûna fûarê heta niha dest danîn ser 4 pirtûkên weşanxaneya Aramê. Di 2’yê Cotmehê de pirtûka bi navê ‘Dildarê Serkeftinê’ ya Mahmût Aba desteser kiribûn. Duh jî dest danîn ser pirtûka bi navê ‘Rêya ber bi azadiyê ve diçe’ ku biyografiya Nelson Mandela vedigot, di pêşgotina wê de gotinên Rêber Apo cih digirt û pirtûka ku ji nameyên Mehmet Hayrî Dûrmûş hatibû berhevkirin.