Yekşem, 23 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Macid Adîne li Îranê hate îdamkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zonguldakê êrîş li ser karkerên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da Erxewan Felahî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş Aktaş, Maral û Yanik banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Mehmet Gunkan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Orhan: Divê hemû sazî li dijî hişbirê bi hev re têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Nisêbînê li dijî tiryakê banga têkoşînê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bager Andok li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Tara û Hêro di salvegera 2’emîn a şehadeta xwe de hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes serdana taziyeya Şehîdên Azadiya Kurdistanê kiri

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan banga hevrûbûn û edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parlamenteran li Meclîsê çalakî kirin: Tecrîdê rakin
Rojane

Parlamenteran li Meclîsê çalakî kirin: Tecrîdê rakin

Parlamenterên DEM Partiyê li dijî tecrîda Îmraliyê, êrîşên dagirkeriyê û derbeya qeyûm li Meclîsê çalakiya rûniştinê lidar xistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di nav de gelek parlamanteran li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, şer û tayînkirina qeyûman çalakiya protestoyî lidar xistin.

Parlamenter, ji avahiyên koman ên Meclîsê heta Deriyê Şerefê meşiyan. Parlamenteran dovîzên “Ne qeyûm, demokrasî” û “Hevserokatî xeta me ya binevşî ye” hilgirtin. Di çalakiyê de her wiha li dijî tundiya polîsan a di dema çalakiyên li dijî qeyûman de jî dovîz hatin hilgirtin.

Temellî bal kişand ser çalakiya li pêşiya Wezareta Karên Hundir lidar xistin û wiha got: “Me sûcê li vir tê kirin teşhîr kir. Bi israr sûcê destûra bingehîn dikin. Mafê bijartin û hilbijartinê tune dihesibînin. Em qeyûman qebûl nakin. Mîna em li dijî derbeyan derdikevin. Em ji kesên gotina ‘bila DEM Partî bibe partiyeke Tirkiyeyê’ dikin re dibêjin; li cihekî hûn mafê bijartin û hilbijartinê tune dihesibînin de hûn çiqas dibin partiya Tirkiyeyê?”

Temellî, diyar kir ku mafên bijartin û hilbijartinê û yê zimanê dayikê yê Kurdan tune tê hesibandin û wiha pê de çû: “Ên ku nahêlin TBMM tu pirsgirêkan çareser bike, her tim gefan li DEM Partiyê dixwin û qeyûman tayîn dikin, baş bizanin ku ev gel dê serî li ber qeyûm û rejîma we ya otorîter netewîne û paşvegavê neavêje. Têkoşîna me didome.” 

Temellî, bang li partiyên muxalefetê jî kir û ev tişt anî ziman: “Qeyûm tenê şaredariyên me xesp nakin. Em ê li her qadê li ber xwe bidin. Em ê li dijî şer, tecrîd û qeyûman şer bikin. Yên îro li Sûriyeyê li rex çeteyan cih digirin jî divê bizanin ku bi şer re pêşerojek dê ji vî welatî re nebe. Her kesên li dijî şer dernakevin xetereyeke mezin li ser pêşeroja xwe çêdikin. Aştiya Sûriyeyê aştiya Tirkiyeyê ye. Tekane rêya rast, aştiya bi kurdan re ye. Ne bi tunehesibandina Kurdan, bi avakirina tifaqa Kurd-Tirkan em dikarin vê bikin. Nexwe dijminatiya li kurdan, tunekirina pêşeroja welêt e.”

Bi domdarî Temellî bal kişand ser îdiayên hevdîtinên bi Rêber Apo re û serlêdana ji bo Wezareta Dadê û got: “Dibêjin dê gav biavêjin lê naavêjin. Dema guncav çi ye? Çi astengî li pêşiya vê gavê ye? Her kes dizane ku dema ew gav hate avêtin, dema derî vebûn û Ocalan axivî dê hêviya aştiya civakî mezin bibe.”

DEM Partiyiyan piştre jî çalakiya rûniştinê ya saetekê lidar xist.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di 8’emîn fûara Amedê de 4 pirtûk hatin desteserkirin
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk bombe kir: Kesek hate kuştin, 2 jî birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Aso Wehab: Şerê elektronîk destpêka ragihandina şer e

Pisporê qada teknolojiyê Aso Wehab anî ziman ku teknolojî bandorê li ser nasnameya neteweyî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Tahîr Elçî li gelek bajaran bi banga ‘edalet’ û ‘rûbirûbûnê’ hate bîranîn

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di salvegera 10'emîn a qetilkirinê de li gel navçeya Sûr…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê civîna gel: Em ê lênûska AKP’ê bi hev re bigirin

Li Wanê li dijî xespkirina vîna gel bang li hemû gelên Tirkiyeyê hat kirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Macid Adîne li Îranê hate îdamkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Zonguldakê êrîş li ser karkerên Kurd

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 23’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da Erxewan Felahî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?