Rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk di 19’ê Çileya 2007’an de li ber avahiya rojnameyê ku ji aliyê kujerê dewleta Tirk Ogûn Samast ve hatibû qetilkirin, hate bibîranîn. Di bîranîna 17’emîn salvegerê de pankarta bi wêneyê Dînk û nivîsa “Kujer 17 salî ye” li avahiya rojnameyê ya kevin hat daliqandin. Di bîranînê de li ser peyarêya ku Dînk lê hatibû gulebarankirin hinar, qurnefîl û rojnameya Agosê hatin danîn. Tevî malbata Dînk, dost û parlamenteran, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rojnamevan û nivîskar beşdarî bîranînê bûn.
Beriya bîranînê qada di navbera Taxa Osmanbeyê ya li ser Rêya Halaskargazi û Muzeya Harbiye ji aliyê polîsan ve ji trafîkê re hat girtin û qada ku bîranîn lê pêk hat jî girtin. Kesên ku xwestin beşdarî bîranînê bibin di lêgerîna polîsan de derbas bûn û ketin qada çalkaiyê.
Bîranîn bi berzkirina dirûşmên “Em hemû Hrant in, em hemû Ermenî ne”, “Li dijî faşîzmê tu birayê min î Hrant”, “Yê kujeran diparêze hevkarê komkujiyê ne”, “Bijî biratiya gelan” û” Yên ku gotin bikuje bila bên darizandin” dest pê kir.
Di bîranînê de nameya Çîgdem Mater a ku ji ber Doza Geziyê ceza lê hatiye birîn û li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin, der barê Dînk de şandibû ji aliyê Besna Tosun keça Fehmî Tosun ê di girtîgehê de hat windakirin hate xwendin.
Metna bîranînê ji aliyê Rojnamevan-Nivîskar Oya Baydar ve hat xwendin. Oya Baydar got, “Birano, hevalno, heval û hogirê Hrant ên hêja, mirovên aştîxwaz, xwedî wijdan ên ku îro nikarin li vir bin, lê dilê wan bi me re lêdixe. 17 sal berê li vir li ber vî derî, bi gotina Rakel Dink a ji bîr nekin, tariya ku ji pitikekî kujerek çêkiriye. Wijdanê Tirkiyeyê qetil kir. Belê, Hrant hem hilgirê derd û êşên vî welatî bû, hem jî derman û wijdanê gelên bindest bû.”
Oya Baydarê got: “Ez ê behsa vê qetlîama hovane û vê lîstoka edaletê ya 17 sal e didome ji we re nekim. Ez dixwazim behsa Hrant bikim û wî bi bîr bînim. Mirovên taybet hene ku di xwe de nirxê ax ê gelê xwe dihewînin. Hrant jî yek ji wan kesan bû.”
Oya Baydar anî ziman ku Hrant her çiqas gelek caran bû armanca hêzên tarî jî dev ji zimanê xwe yê aştiyane berneda. Her wiha Baydarê wv tişt anîn ziman “Bersiva ku te da wan kesên ku gotin ‘çavê me li ser vê axê ye’ tê bîra min. Te got ” Çavê me li ser vê axê ye, çinku koka me li vir şîn bûye” û te got: Lê meraq nekin ne ku ji bo em vê axê ji vir bibin da ku em qahîmtir koka xwe berdin vê axê.” Tu yek ji qîmetên me bûyî. Tu niha li vî welatê ku koka te lê ye razayî. Ji ber vê yekê em her sal roja îro li vir kom dibin û tevî kesên ku dixwazin me ji hev qut bikin û bikin dijminê hev em diqîrin. “Li dijî faşîzmê tu birayê min î Hrant” “Em hemû ermenî ne”.
GIRTÎ HATIN SILAVKIRIN
Tu wijdana me bûyî Ahparig. Her tişt û her kes dikare were kuştin, lê wijdan nayê kuştin. Loma tu her sal di 19ê Rêbendanê de careke din ji bo me hemûyan tê ser rûyê erdê. 19’ê Çileyê roja biratî û wijdana vî welatî ye. Divê wisa bê pîrozkirin. Silav ji bo wan hemû kesan ku heman nirxan parve dikin. Silav ji bo wan kesên ku tevî canê xwe bi qehremanî li ser van nirxan sond dixwin. Silav ji bo kesên ku li girtîgehê berdêla parastina van nirxên xwe didin.
Bîranîn bi berzkirina dirûşmên “Heta em nebêjin ev doz bi dawî nabe” û “Bijî biratiya gelan” bi dawî bû.