În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Di daxuyaniya PKK’ê ya 1’ê Gulanê de peyamên girîng ên li ser pêvajoyê…
Kurdistan

Di daxuyaniya PKK’ê ya 1’ê Gulanê de peyamên girîng ên li ser pêvajoyê…

PKK'ê diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd di 1'ê Gulanê de têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind kir, bi vî rengî jiyana herî bi wate afirand. PKK'ê 1'ê Gulanê pîroz kir û li ser pêvajoyê peyamên girîng da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê roja karkeran daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em 1’ê Gulanê rojeke nû ya yekîtî, hevgirtin û têkoşînê ya çîna karker dijîn. Piştî 8’ê Adarê û Newrozê, di 1’ê Gulanê de karker û gelên kedkar wê qadan tije bikin û li her qadê têkoşîna demokrasiyê ya antî-faşîst bilind bikin. Wê bi dengekî bilind daxwaza xwe ya avakirina sîstema demokratîk a azad, wekhev û adîl bînin ziman û li dijî faşîzmê têbikoşin. Wê ji bo avakirina civaka demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê û ekolojiya civakî yekîtî, hevgirtin û têkoşîna xwe xurt bike.

Li ser vê bingehê, em 1’ê Gulanê bi taybetî li Rêber Apo, li hemû hevrêyan, karker û kedkaran, jin û ciwanan, li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk pîroz dikin. Em di sala nû ya 1’ê Gulanê de serketinên mezin ji hemû kesên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin re dixwazin. Em di şexsê fermandarên gerîla Mehmet Karasûngûr, Mehmet Emîn Aslan û Ramazan Kaplan de şehîdên Taksîmê yên 1977’an û hemû şehîdên 1’ê Gulanê bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em ji hevrê û dostê xwe Sirri Sureyya Onder ê ku di vê pêvajoya 1’ê Gulanê de têkoşîneke xurt a jiyanê dide re, şîfaya lezgîn dixwazin.

1’Ê GULANÊ STÊRKEK E KU DI HIŞMENDIYA GELÊN KEDKAR DE RÊ NÎŞAN DIDE

1’ê Gulanê yek ji mîrateya herî watedar û zindî ya reel sosyalîzmê ye. Bêguman a ku vê rojê bi wate dike, rastiya şehîd û berxwedana wê ye. Berxwedana rizgariya ji zext, zordarî û kedxwariyê û ji bo wê şehîd dayîn, her tim nirxekî ku rê nîşan dide û hêzê dide têkoşîna azadî, wekhevî û edaletê, ava kiriye. Her çend di dîrokê de gelek taybetmendiyên reel sosyalîzmê hatine derbaskirin jî, rastiya 1’ê Gulanê mîna stêrkek rênîşandan ku îlhamê dide, di bîra gelê kedkar de cih girt.

Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo berxwedaneke azadiyê ya dîrokî bi pêş xistin. 8’ê Adarê û Newroz bi wateya herî rast pîroz kirin. Her wiha di 1’ê Gulanê de têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind kirin. Vê têkoşînê jiyana herî bi wate derxist holê. Her 1’ê Gulanê bûye roja nûbûna hişmendî û vîna sosyalîst a demokratîk. Di heman demê de bûye rojek ku tê de rêxistinbûn û çalakî her tim bi pêş dikevin. Teoriya Şaristaniya Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin hiştiye ku 1’ê Gulanê rasttir were fêmkirin û li gorî wateya wê were jiyîn.

BÊYÎ AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ AŞTÎ NABE

Tevgera me û gelê me vê 1’ê Gulanê li ser bingeha ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de daye, dijîn. Eşkere ye ku aştî bêyî azadî û demokrasiyê nabe. Bêyî aştiya Kurdistanê ne mimkûn e ku li Rojhilata Navîn û cîhanê dawî li pevçûnan bên û aştiyeke rasteqîn pêk were. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst a cîhanî li ser esasê parçekirina Kurdistanê û serdestiya wê ya mêtinger ava bû. Lewma aştiya rasteqîn a li cîhanê û Rojhilata Navîn tenê bi aştiya Kurdistanê re dikare pêk were. Civaka demokratîk sekneke cewherî ye ku li gorî xwezayê mirovahiyê ye. Ev civak civakeke aborî, ekolojîk, azadiya jinê, konfederalîzma demokratîk û sosyalîst a demokratîk e. Di roja me ya îro de ji her kesî bêhtir pêwîstiya jinê û Kurdan ên bindest bi aştî û pêşxistina civaka demokratîk heye. Ji ber vê yekê gelê me û dostên me di serî de jin û ciwan wê wateya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kûrtir fêm bikin û çalakiyên 1’ê Gulanê veguherînin geşkirina vê hişmendî û çalakiyê. Bi belavkirina paradîgmaya modernîteya demokratîk li cîhanê re, wê di her qadê de hişmendiya enternasyonalîst a sosyalîst a demokratîk û hevgirtinê bi pêş bixin.

Gelê me û raya giştî ya demokratîk baş dizane ku em weke Tevger û gel bi hemû hêza xwe xwedî li banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya ji bo aştî û civaka demokratîk derketin û ev 2 meh in em hewl didin vê bangê rast fêm bikin û bi awayekî serketî pêk bînin. Me di daxuyaniyên xwe yên 1’ê Adarê û Newrozê de ev helwest bi zelalî anî ziman. Tevî taktîkên taloqkirinê û êrîşên leşkerî yên desthilatdariya AKP’ê jî, em vê helwesta xwe didomînin. Ji ber em di ferqa zehmetiya çareserkirina pirsgirêkên heyî de ne, lewma em bi bêhnek fireh tevdigerin û hewl didin ku nebin aliyê ku pêvajoyê xira dike. Heyeta DEM Partiyê daxuyaniyên xweşbînî dike. Em dibihîzin ku Rêber Apo bi hêvî ye û xebatên xwe didomîne. Lê belê ji bo tiştên ku di banga 27’ê Sibatê de hat gotin bê pêkanîn, heta niha gavên şênber nehatine avêtin. Em hêvî dikin ku ev rewş biguhere, Rêber Apo bikaribe azad bijî û bixebite û kongreya partiyê ya ku her kes bi kelecanekê li bendê ye bi rê ve bibe.

EM LI BENDÊ NE KU RÊBER APO BIBE XWEDÎ DERFET KU KARIBE KONGREYA PARTIYÊ BI RÊ VE BIBE

Em careke din gelê xwe û dostên xwe hişyar dikin û bang li wan dikin ku banga 27’ê Sibatê rast fêhm bikin û bi rengekî serketî bi cih bînin. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27’ê Sibatê ne bangek e ku dewlet an jî hikûmet tiştekî bide me ye. Berovajî vê ev bang bi hişmendiya azadî û demokrasiyê perwerdekirin, rêxistinkirin û demokratîkkirina civakê ye. Aştî tenê li ser vê bingehê dikare were bidest xistin û civakeke demokratîk tenê bi vê têgihiştinê were avakirin. Ji ber vê yekê divê ti kes ne di rewşa bendewariyê de be. Li gorî bingeha yekîtî, hevgirtin û têkoşînê ya 1’ê Gulanê divê her kes seferber bibe û ji bo pêşxistina hişmendiya civakî ya demokratîk, rêxistinbûn û yekîtiya hemû bindestan bixebite. Divê her tişt li ser vê bingehê bê bidest xistin.

BANG BERIYA HER TIŞTÎ JI BO ŞOREŞA MEJÎ Û RÊBAZA JIYANÊ YE

Beriya her tiştî divê mirov zîhniyet û şêwaza jiyana xwe biguhere. Banga Aştî û Civaka Demokratîk beriya her tiştî banga şoreşa zîhniyet û jiyanê ye. Divê ev rastî pir baş were fêhmkirin. Di xeta aştî û civaka demokratîk de dema guhertin û veguhertinan hatiye û vê pêvajoyê êdî destpê kiriye. Çiqas li ber xwe bidin jî wê ti kes nikaribe li derveyî vê guherîn û veguhertinê bimîne. Rêber Apo guhertin û veguhertina xwe ya şoreşgerî pêk aniye. PKK’ê jî li ser vê bingehê guhertin û veguhertina pêwîst dijî. Li ser vê bingehê hemû gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd wê guhertin û veguhertina demokratîk pêk bînin û ev yek wê li tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe sedema guhertin û veguhertina demokratîk. Hem 1’ê Gulanê hem jî meha Şehîdan wê bibe wesîleya ku gel û dostên me di pêşengiya jin û ciwanan de guhertin û veguhertineke bi vî rengî bijîn.

Li ser van bingehan em careke din 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran, jin û ciwanan, hêzên sosyalîst û şoreşger pîroz dikin. Em di şexsê hevrê Hakî Karer, Mehmet Karasûngûr û Hozan Mizgîn de hemû şehîdên meha Gulanê bi hurmetî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku li her deverê, bi awayekî çalak û xurt beşdarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Samsûnê hezaz: 3 kes mirin
Nûçeya Pişt re HPG’ê şehîdên Guherzê bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Malbatên dîlgirtiyan ji bo zarokên xwe di çalakiyê de ne

Malbatên dîlgirtiyên ji Qamişloyê li Çerxêrêya Şehîdên Enternasyonalîst, bi armanca naskirina aqûbeta zarokên xwe û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêr Hafirê bêdengî serwer e

Piştî bombebarana dijwar a hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ya li ser Dêr Hafirê, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Nobeta Edaletê de daxwaza vekirina deriyên Îmraliyê hat kirin

Di çalakiya Nobeta Edaletê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li DYE’yê êrişa li ser dibistanê: 5 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?