Bi sedan şêniyên Kobanê, bi merasîmekê Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Şema Elî ya ku di 27`ê Tebaxê û şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Mûrad Minbic (Mihemed Ehmed) ê ku di 26`ê Kanûna 2024`an de şehîd bûn, li Pekrewangeha Şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê veşartin.
Rêveber, endamên dest û saziyên Rêveberiya Xweser, nûnerên saziyên civaka sivîl li merasîmê amadebûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê Şêx Ehmed axivî û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn. Şêx Ehmed da zanîn ku projeya netewa demokratîk li ser bingeha biratî û aştiyê tê avakirin, di nava xwe de hemû pêkhateyên Sûriyeyê dihewîne.
Şêx Ehmed diyar kir ku avakirina Sûriyeya demokratîk beşdariya hemû pêkhateyan dixwaze, li pekrewangeha Şehîd Dicle jî şehîdên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê, Kurdistan û cîhanê hene.
Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bajarê Kobanê Narîn Mistefa jî axivî û soza meşa li ser xeta şehîd Şema û hemû şehîdan da. Narîn destnîşan kir ku ew ê ji bo parastina ewlehiya bajêr, nirx û destkeftiyên şehîdan xebatên xwe bidomînin.
Piştre wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.
Heval û malbatên şehîdan cenazeyên her du şehîdan li pakrewangehê bi tilîlî û dirûşmeyan hatin veşartin.

