Danişîna biryarê ya doza der barê Rojnamevanê Îrlandî Mark Campbell û aktîvîsta jin a Kurd Bêrîtan Silêmanî de li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Westminster a Londonê hat dîtin. Parêzvana mafên mirovan Margaret Oven û komek endamên Meclîsa Gelê Kurd jî ji bo piştgiriyê bidin Campbell û Bêrîtan beşdarî danişînê bûn.
Parêzer Alî Has, Jessie Smith, Tayyiba Bajwa û parêzerên girêdayî Wezareta Karên Hundir jî beşdarî danişînê bûn. Dadger îdîayên li dijî Campbell û Bêrîtan Silêmanî ji nû ve xwend û biryara xwe ya bi hincet eşkere kir. Di biryarê de hat îdiakirin ku Campbell û Bêrîtan Slemanî di dema çalakiya derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ de al rakirine û ev ne li gorî xala azadiya raman û îfadeyê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Dadger biryara xwe li ser xala 13’emîn a Qanûna Terorê esas girt. Di biryarê de hat diyarkirin ku hilgirtina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne sûc e û mufetîşê polîsan jî di vê çarçoveyê de nêrîna xwe anî ziman.
Biryar hat dayîn ku Campbell û Bêrîtan Slemanî lêçûnên dadgehê bidin û her yek ji wan 822 pound ceza birî. Dadger biryar da ku Campbell û Bêrîtan Silêmanî bişert bên berdan û di salekê heman sûcî nekin wê dozê bi dawî bibe.
‘PKK NE RÊXISTINÊ TERORÛ YE, BIRYARÊ QEBÛL NAKIM’
Piştî ku biryar hat eşkerekirin, Bêrîtan Silêmanî li ber dadgehê sirûda “Bijî serok Apo” berz kir û Mark Campbell jî got, “PKK qet ne rêxistineke terorîst e. Ez vê biryarê teqez qebûl nakim. Em ê li dijî vê biryarê îtîraz bikin. Emê dozê bibin Dadgeha Bilind. Ev polîtîkaya dewletê ye. Ev biryar ne biryara daraza serbixwe ye. Biryareke ku Kurdan krîmînalîze dike li gorî dewleta Tirk hatiye dayîn.”
‘EV BIRYAREKE NE HUQÛQÎ YE, PÊLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE’
Parêzer Margaret Owen a 91 salî ku ji bo piştevaniyê hat ber avahiya dadgehê diyar kir ku ev biryar ji aliyê dadgerekî serbixwe ve nehatiye dayîn û got, “Ev polîtîkaya dewletê ye. Siyaseta Îngilistanê ye. Ev biryar bi hevkariya Tirkiyeyê hatiye dayîn. Bi Tirkiyeyê re peymanên çekan û peymanên bazirganî hene. Kurd ji bo vê hatin fedakirin. Em ê bi alên bilind bikin û fikrên Ocalan biparêzin. Ev yek alikariya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd nake. Îngilistanê careke din destek da polîtîkayên şer ên dewleta Tirk. Gelê Kurd nikare bê krîmînalîzekirin, em ê li dijî vê krîmînalîzekirinê têkoşîna xwe bidomînin.”
Bêrîtan Silêmanî diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin, ti carî dest ji nirxên xwe bernadin û ew ê îtîrazê li biryarê bikin.