Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Tebaxê saet 05.00’an de li hemberî xeta Şera ya girêdayî Kantona Efrîn-Şehbayê êrîşek pêk aniye.
Hate ragihandin ku di navbera Hêzên Rizgarbûnê yên Efrînê (HRE) û komên çeteyan de şerekî dijwar rû daye û gelek windayên çeteyan hene. Hate zanîn ku çete piştî pevçûnan ji qadê reviyane.
Piştî hewldana têketina Şerayê artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê gundên Ziyaret, Tinebê, Şewarqa, Merenaz û Malkiyê yên girêdayî bajarokên Şêrewa û şerayê bombebaran kirine.
Kampa Şehbayê jî hate bombekirin û di encamê de zarokeke bi navê Lîlav Elî Bekir a 15 salî birîndar bûye.
Her wiha gundên Meyasê, Birciaqasê, Soxanekê, Bênê, Ziyaret, Dêrjimêl, Tinib, Kiştihar ên girêdayî bajarokê Şêrewa û derdora Kampa Şehba ya li Kiştiharê û gund û bajarokên Şêwarqa, Merenaz, Malikiyê, Elqamiyê, Til Rifat ên girêdayî xeta Şerayê û gundên Miniq, Eyn Deqnê û Bêlûniyê bombebaraneke dijwar re rû bi rû mane.