Fermandariya Başûr a DYE’yê îdîa kir ku keştî li Pasîfîk a Rojhilat li ser rêya bazirganiya narkotîkê diçûn, lewma pêwendiya wan bi qaçaxçtiyê re hebû. Hate ragihandin ku di êrişan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
DYE’yê ji destpêka Îlonê û vir ve li Karîbîkê û Pasîfîk a Rojhilat êriş bir ser herî kêm 26 keştiyan. Hate ragihandin ku di van êrişan de herî kêm 95 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê belê Washingtonê heta niha delîleke şênber pêşkêş nekiriye ku keştiyên bûn hedefa êrişan bazirganiya narkotîkê dikirin an na. Ev rewş bû sedem ku pispor û Neteweyên Yekbûyî li rewabûna hiqûqî ya operasyonan bipirsin.
DYE’yê bi hinceta têkoşîna li dijî narkotîkê ji meha Tebaxê û pê ve hebûna xwe ya leşkerî ya li Karîbîkê di asteke girîng de zêde kir. Her wiha keştiya herî mezin a balafiran a cîhanê USS Gerald R. Ford li herêmê bi cih kir.
Rêveberiya Donadl Trump Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro bi rêvebirina toreke berfireh a narkotîkê sûcdar dike. Maduro van îdîayan red dike û îdîa dike ku armanca Washingtonê desteserkirina petrola welatê wan e.
Rêxistinên mafên mirovan jî diyar dikin ku êriş dibe ku li dijî hiqûqa navneteweyî bin. Human Rights Watch bang ki rku êrişên ‘neqanûnî’ yên DYE’ye bêne şermezarkirin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî bi bîr dixîne ku hêja kujer tenê “di gefeke nêz û tekez” de weke çareya dawî dikare bê bikaranîn.

