Ji Herêma Baskê heta bi Efrîkaya Başûr, ji Sinn Feinê heta bi Belçîkayê ji gelek welatan wê siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan û muzakerevanên aştiyê di konferansê de qala tecrûbeyên xwe bikin. Çalakî ji bo wê yekê tê kirin ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de eşkere kir, mînakên navneteweyî nîqaş bike.
Axaftina destpêkê ya konferansê wê ji aliyê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Veysî Aktaş ve bê kirin ku Veysî Aktaş demekê li Îmraliyê girtî bû.
Roja destpêkê: Tecrûbeyên Çareserî û Aştiya Civakî.
Rûniştina destpêkê wê bi sernavê “Perspektîfên aştiya civakî” bê lidarxistin.
Ji Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê parêzer Ozgur Faîk Erol wê qala rola Rêber Apo ya di çareseriyê de bike.
Ji Zanîngeha Xweser a Barcelonayê Prof. Louis Lemkow wê civakîbûna aştiyê nîqaş bike.
Siyasetmedar Prof. Cîhangîr Îslam wê li ser mijara “Jiyana bi hev re” bisekine.
Pisporê Rojhilata Navîn Doç. Dr. Arzû Yilmaz wê bandora aştiya civakî ya li Tirkiyeyê li ser herêmê binirxîne.
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê rojnamevan Tawakkol Karman a ji Yemenê wê li ser “Rola jinan a di aştiyê de” peyamek bi dîmen bişîne.
Di rûniştina duyemîn de wê tecrûbeyên çareseriya şer a li cîhanê bê nirxandin.
Mohamed Bhabha ku li Efrîkaya Başûr di pêvajoya derbasbûnê ya demokratîk de xwedî roleek çalak bû, wê têkildarî hiqûqa aştiyê biaxive.
Serokê Neteweyî yê Sinn Feinê Declan Kearney wê qala pêvajoya aştiyê ya Îrlandayê.
Serokê Katalonyayê yê Berê Pere Aragones wê dersên pêvajoya diyalog a bi Spanyayê re parve bike.
Nûnerê herêma Baskê Igor Zulaika û siyasetmedar Azime Işik wê veguherîna rejîmên girtîgehê binirxînin.
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Jody Williams wê li ser bandora mîlîtarîzm û şer biaxivin.
Roja duyemîn: Neteweya Demokratîk û Peymana Civakî ya Nû
Di rûniştina destpêkê ya roja duyemîn de wê sernavê “Ji Netewe-Dewletê ber bi Neteweya Demokratîk ve” bê nirxandin.
Nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê ya Federe Dilşad Şaba wê perspektîfa herêmî ragihîne.
Dr. Orhan Gazî Ertekîn wê li ser welatîbûna destûra bingehîn û peymana nû ya civakî biaxive.
Ji Misrê dîroknas Prof. Mohamed Refaat wê li ser girîngiya tecrûbeyên dîrokî nirxandinê bike.
Hiqûqnasê Elman û parlamenterê berê Prof. Norman Paech wê pêşkêşiyê li ser xurtkirina demokrasiya xwecihî bike.
Parlamenterê Belçîkî Georges Dallemagne wê li ser tevkariya aştiyê ya navneteweyî nirxandinê bike.
Rojnamevan-nivîskar Nadire Mater wê qala girîngiya azadiya çapemeniyê ji aliyê zimanê azadiyê ve bike.
Di rûniştina duyemîn de ya bi sernavê “Azadî, Aştî û Perspektîfên Paşerojê” fîzolofê Marksîst ê Îrlandayî John Holloway wê aliyên navneteweyî yên meseleya Kurd binirxîne.
parlamentera Îtalî û parêzvana mafên mirovan Laura Boldrini wê veguherîna nêrîna Ewropayê ya li pirsgirêka Kurd binirxîne.
Di beşa dawî de Haydar Ergul wê manîfestoya Rêber Apo binirxîne û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî bi dîmen peyamekê bişîne ji konferansê re.
DANEZANA HEVPAR
Piştî rûniştinên 2 rojan konferans wê bi ragihandina “Danezana Aştiyê ya Hevpar” bi forûma dawî bi dawî bibe.

