Dorpêça ku komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê daniye ser bajar û gundên Kobanê, mehek li pey xwe hişt û pêdiviyên sereke yên jiyanî ber bi qedandinê ve diçin.
Di Laboratuwara Navendî ya girêdayî Desteya Tenduristî de jî derman gelekî kêm bûne. Xebatkarê laboratuwarê Ebdulrezaq Îbrahîm têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
Ebdurezaq Îbrahîm diyar kir ku ku mehek di ser dorpêçkirina Kobanê re derbas dibe, êdî pêdiviyên jiyanî ber bi qedandinê ve ne û got: “Kobanê di nava dorpêçeke herî giyan de ye. Em li gorî pêdiviyên di destê me de mane xizmetê pêşkêşî gel dikin. Ji ber dorpêçê dermanên me êdî ber bi qedandinê ve diçin.”
Îbrahîm da zanîn ku li gel wan dermanên dil û tansiyonê dê heta hefteyekê biqedin û wiha got: “Êdî derman pir kêm mane. Dermanên dil û tansiyonê heta hefteyekê dê biqedin û yên din jî dê heta 20 rojan biqedin. Ger çareserî neyê dîtin û dorpêç neyê rakirin, dê laboratuwar ji xizmetê derkeve.”
Ebdurezaq Îbrahîm da zanîn ku divê dorpêça giran a li ser Kobanê were radikin, ji ber ku êdî pêdiviyên sereke yên jiyanî nayên peydakirin.

