Şemî, 5 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Erdogan daxuyaniya li ser pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Vedat Aydin hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê çerxa gendeliyê: 36 mîlyon TL gendalî hate tespîtkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îlknûr Bîrol: Divê bendewarî bi gavên erênî werin destekkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Aşitiya civakî û hêviyên çareseriyê hedef tên girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên Windayan ji bo Vedat Aydin hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Ew ê her tim di dilê gelê me de bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elyakut: Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agir bi qada daristanî ya Omeryayê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gabarê şewat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Civînên Civaka Demokratîk’ dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgeha Sine zexta li rojnamevana Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Divê kirdeya sereke ya pêvajoyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Peyama Rêber Apo hate silavkirin, êrîş hatin şermezarkirin
Rojane

Peyama Rêber Apo hate silavkirin, êrîş hatin şermezarkirin

Siyasetmedarên ku di civîna “Çalakiyên Aştiya civakî û Azadiyê” de axivîn, peyamên Rêber Apo silav kirin û gotin, “Divê dewlet gav bavêje, êrîş û pêvajoyek bi hev re nabin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Sibat 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” de li gelek bajaran bi gel re civîn li dar xistin.

QERS

DBP û DEM Partî li Qersê bi gel re civiyan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun, ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Şîrvan GOçer û endamê MYK’a DEM Partiyê Necmettîn Basçi, hevşaredarên Dîgor û Bazarcixê, endamên meclisa şaredariyê û gelek welatî tev li bûn. Li eywana civînê pankarta “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” hat hilayîstin.

Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Parlamenter Yilmaz Hun axivî. Hun, diyar kir ku gelê Kurd bi sed salaye tê înkarkirin û li dijî vê înkarê têdikoşe. Hun, anî ziman ku “Plana Têkbirinê” ya li dijî Kurdan niha bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê domandin û wiha got: “Her çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê tecrîd û plana têkbirinê li ber xwe dide. Her wiha li 72 welatan gel ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî li qadan e.”

Hun, daxuyand ku di encama têkoşîna heta niha de bi Rêber Apo re pêvajoyeke diyalogê ya hêj nav lê nehatiye kirin hatiye destpêkirin û got: “Li gorî me zemîna çareserkirina pirsgirêka Kurd heye. Ji bo ev diyalog veguhere pêvajoyeke çareseriyê, erk û berpirsyartiyên me hene. Li rexekî pêvajoya diyalogê û li rexa din jî êrişên ser Rojava û tayînkirina qeyûman heye. Pêkan nîne bi van nakokiyan ev pêvajo bikare bidome. Birêz Ocalan ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn di çarçoveya neteweya demokratîk de bi hev re bijîn, pêşniyarek pêşkeş kir. Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye. Birêz Ocalan û gelê Kurd ji bo aştiyê amade ne. Divê êdî dewlet gavê biavêje. Divê ji ewil tecrîda li ser birêz Ocalan rake û zemîna ku birêz Ocalan bi gel re bê ba hev, amade bike. Divê birêz Ocalan azad bibe. Hewceye dewlet zextên xwe yên li ser Rojava bi dawî bike û statuya Rojava nas bike. Ji bo ev çêbibin jî divê em têbikoşin.Lewma divê em têkoşîna xwe mezin bikin.”

MÊRSÎN

DEM Partiyê li Mêrsînê jî bi gel re civîn li dar xist. Civîn, li avahiya DEM Partiyê ya Mêrsînê hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu û gelek kes tev li bûn.

Seza Temellî di civînê de got ku Rêya Sêyemîn tekane rêya sereke ye û ev tişt anî ziman: “Em bi biryardarî di Rêya 3’yemîn de dimeşin û mîna duh îro jî em ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bînin vê xakê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi hev re ne. Li Tirkiyeyê her pirsgirêk mîna girêkekê ye û rizîbûneke civakî heye. Li gel krîzên aborî û civakî, krîzeke mezin a siyasî jî heye. Sedema vê krîza siyasî jî meseleya Kurd e ku hemû dinyayê qebûl kiriye. Heta hûn meseleya Kurd çareser nekin, il vê xakê hûn nikarin tu pirsgirêkan çareser bikin.”

Temellî, got ku rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe û wiha pê de çû: “Demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo aştî û aramî were herêmê divê ev meseleye li ser zemîneke demokratîk û siyasî were çareserkirin. Rêya vê jî, rêbaza vê jî muxabatê wê birêz Ocalan e. Sermuzakerevan birêz Ocalan e. Çareseriya pirsgirêkan bi neteweya demokratîk pêkan e. Çareserî avakirina pêkvejiyanê ye. Muzakereyeke li ser hîmê hemwelatiya wekhev e. Vaye em ji bo vê têdikoşin.”

Di berdewamê de Temellî nêzikatiya Rêber Apo ya ji bo çareseriyê vegot û wiha domand: “Piştî pêvajoya 2013-2015’an têk çûyî, Tirkiye kete nava kaosê. Di esasê xwe de perspektîfa birêz Ocalan danîbû holê, gavên avêtî, bangên wî û perspektîfa bi Mutebeqeta Dolmabahçeyê danîbû pêş, ji bo hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bûbû hêvî. Lê belê mase hilweşandin û ‘Plana têkbirinê’ amade kirin. Sedema van êş, mexdûrbûn û pirsgirêkan jî ev heye. Em niha di nava pêvajoyeke nû de ne ku ji Cotmehê ve dest pê kiriye. Gelo dikare bibe zemîna muzakereyan? Belê, dibe. Ji bo avakirina vê zemînê jî, rêya avakirina neteweya demokratîk a li Rojhilata Navîn jî girêdayî avêtina van gava ye.”

Temellî, bi lêv kir ku ji bo amadekirina zemîna muzakereyê divê têkoşîn were mezinkirin û ev nirxandin kir: “Divê em têkoşîna xwe civakî bikin. Divê em her kesî tevî siyasetê bikin û birêxistin bikin. Ev serdem, serdema veguherîna demokratîk e. Kî li dijî vê derkeve dê nekare encamê bidest bixe. Qeyûm, binçavkirin, girtin û bomberankirina Bendava Tişrînê dê nekare ew bi ser kevin. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em têkoşînê mezin bikin û birêxistin bikin. Weke sermuzakerevan, birêz Ocalan çi gavan biavêje em ê piştgiriyê bidin wî. Ji bo xurtkirina vê û jîndarkirina vê perspektîfê em li vir in.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.

SEMSÛR

Li Semsûrê jî li eywaneke dawetan bi gel re civîn hat lidarxistin. Endama MYK’A DEM Partiyê Hamîde Yuksel, endama PM’ê Sabuha Akdag, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li civînê bûn. Pankarta “Bi civaka rêxistinkirî re ber bi jiyana azad ve” li eywanê hate hilayîstin.

Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkun axivî û wiha got: “Di demeke ku li welatê me hêviya aştiyê mezin bûyî de, berpirsyartî dikeve ser milê her kesî ku ji bo encamgiriya hevdîtinên bi birêz Ocalan re hewl bidin. Nêzikatiya erênî ya raya giştî ya li hemberî pêvajoyê, dê perspektîfa jiyanê xurtir bike. Şêweyê sereke ya pêvajoyê em ê bi hêza xwe ya rêxistinî diyar bikin. Lewma em ê têkoşîna hevpar û tifaqa xwe ya bi gelên bindest û derdorên demokratîk re mezintir bikin. Di serî de karker û kedkar, jin û ciwan, em ê zemîna têkoşîna hevpar xurtir bikin. Bi polîtîkayên qeyûman re îradeya gelê Kurd tune tê hesibandin. Divê demek beriya demekî pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Ji bo vê çi ji destê me were em ê bikin.”

Piştî nirxandinên siyasî, civîn bi pêşniyar û rexneyên beşdaran bi dawî bû.

BEDLÎS

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê jî bi gel re civîn hat lidarxistin. Civîn, li eywana konferansê ya şaredariyê hat lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên DEM Partiyê yên Bedlîsê Semra Çaglar û Huseyîn Olan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn.  

Di civînê de ji ewil Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û wiha got: “Gelê Kurd zêdetirî 50 sal in li ber xwe dide. Gelê Kurd nasname û çanda xwe parast û xwe gihand van rojan. Li Rojhilata Navîn geşedanên nû hene. Rojava, encama bedelên giran e û niha rastî poLîtîkayên dijminatne tê. Esad ket û HTŞ çû Şamê û bi pêşegtiya Tirkiyeyê êriş li Rojava tên kirin. Rojava, li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê şer hate kirin, rûmeta mirovahiyê hate parastin. Ev êriş bes nekirin ku niha her roj êrişan dibin ser Rojava. Sivîl û rojnameger tên qetilkirin.”

Ozturk, bilêv kir ku guherînên li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan pêk nayên û wiha pê de çû: “Gelê Kurd li Rojhilata Navîn aktoreke mezin e. Me heta niha çawa li ber xwe dabe dê ji vir û şûnde bêhtir têbikoşin. Qedera Rojava jî em ê diyar bikin û qedera me jî gelê Rojava dê diyar bike. Hemû dinyayê dît bê ka gelê me di şoreşa Kobanê de çawa têkoşiya. Di ferqa vê de ne. Êrişên dewleta tirk hem li vir hem jî li Rojava didomin. Armanca wan ew e ku di demeke kin de gelê Kurd bêdeng bikin û tune bikin. Lê belê ne em, ew tune bûn û tune dibin. Aboriya Tirkiyeyê ji ber vê dijminatî û êrişên ser Kurdan têk çû. Heke çareseriyek hebe, ew jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan ji bo ev şer bi dawî bibe û aştî çêbibe destê xwe dirêj dike. Birêz Ocalan ji gelê xwe piştrast e û gel jî ji biryarên birêz Ocalan piştrast e.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Balafirên dewleta Tirk bi dijwarî gundê Sebtê bombebaran kir
Nûçeya Pişt re Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbolê serdegirtina malan û binçavkirin

Li Stenbolê polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser malan û 2 kes binçavkirin. Her wiha…

Ji aliyê Stêrk TV

Germbûna kurewî: Li gorî NY’ê gerstêrk li ber hilweşînê ye

Li gorî rapora nû ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO), sala 2023’yan…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên li Tîpa F a Kiriklarê, ji Meclîsê şandeya lêkolînê xwest

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê, ji bo ku binpêkirinên mafan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xizmên Windayan ji bo Vedat Aydin hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Erdogan daxuyaniya li ser pêvajoyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Vedat Aydin hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Bedlîsê çerxa gendeliyê: 36 mîlyon TL gendalî hate tespîtkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?