Sêşem, 12 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê her kes di bin vê sîwanê de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sezaî Temellî: Di mijara qanûnan de divê gav bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê pêkanînên şerê taybet – V

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo meşa 16’ê Gulanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan li Dersimê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di meha Çileyê de 18 rojnamevan hatin binçavkirin, 9 hatin girtin
Rojane

Di meha Çileyê de 18 rojnamevan hatin binçavkirin, 9 hatin girtin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha Çileyê de diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên li ser azadiya çapemeniyê zêde bûne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Sibat 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên rojnamevanan a meha Çileyê eşkere kir. DFG’ê, diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên li dijî azadiya çapemeniyê bi awayekî birêkûpêk berdewam dikin, rojnamevan her roj bi operasyonên binçavkirinê yên nû şiyar dibin, di meha ewil a sala nû de rojnamevan hatin binçavkirin û girtin, der barê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin û ev yek ji aliyê azadiya çapemeniyê û azadiya raman û îfadeyê ve weke “nîşaneya rewşeke tarî” nirxand.

Rapora DFG’ê wiha domiya:

“Di meha Çileyê de hema bêje her raman û nûçeya rojnamevanan bûne mijara lêpirsînê. Li gorî daneyên me yên sala 2024’an; di salekê de der barê 74 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Lê tenê di meha Çileyê de der barê 42 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ji lêpirsînên hatine destpêkirin 17 veguherîn dozê. Ev dane nîşan didin ku zext û sansura desthilat pêk tîne çiqas xeternak e.

Ji ber ku li Halk TV’yê hevdîtina bi kesê pispor re parve kirin der barê pênc rojnamevanan de lêpirsîn hate destpêkirin. Bi hinceta li ser hesabên xwe yên dîjîtal medyayê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn parve kirin der barê Seyhan Avşar, Ahmet Dogan Akin û Candan Yildiz de lêpirsîn hate destpêkirin û ev lêpirsîn veguherî dozê.

Zextên li dijî rojnamevanan bi tenê destpêkirina lêpirsînan bi sînor nema. Di meha Çileyê de 18 rojnamevan tene ji bo ku pîşeya xwe kirin hatin binçavkirin. Ji 18 rojnamevanên hatin binçavkirin 9 jê hatin girtin. Polîsan di 17’ê Çileyê de bi ser şîrketên produksiyonê yên Guncel û Martiyê de girtin û di çarçoveya heman lêpirsînê de li bajarên Wan, Mêrsîn û Stenbolê jî bi ser malan de girtin. Rojnamevan Reyhan Hacioglû, Rahîme Kavrar, Velat Ekîn, Necla Demîr Arvas, Vedat Oruç, Ahmet Guneş û Eylem Babayîgît ên hatin binçavkirin, hatin girtin. Her wiha Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Halk TVyê Sûat Toktaş û nûçegihana ETHA’yê Zulehya Muldur hatin girtin.

Rojnamevanan di meha Çileyê de zêdetirî mesaiya xwe li korîdorên edliyeyê derbas kirin. Di 43 dosyayan de 102 rojnamevan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatin darizandin. Di encama van darizandinan de ji 12 rojnamevanan re 31 sal û 2 meh cezayê hefsê hate birîn. Yek ji van rojnamevanan jî Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê ya berê Sofya Alagaş e. Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ji ber dozên têkildarî serdema rojnamevanî dikir de der barê wê de hatibûn vekirin û didomin tê darizandin. Danişîna doza Sofya Alagaş li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Sofya Alagaş di doza jê dihate darizandin de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birin.  

Zexteke din a li dijî rojnamevanan jî bû sansur. Desthilata ku li ser bertekan sîxurtiya bandorkirinê û Qanûna Sîxurtiyê bi paş ve kişand, di 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin de qanûneke din a sansurê anî Meclisê. Parlamenterên AKP’ê Atay Ûslû û Alî Ozkaya û 133 parlamenter di 10’ê Çileyê de Teklîfa Qanûna Ewlehiyê ya Sîber a nû pêşkeşî Meclisê kir. Teklîf di 15’ê Çileyê de li Komîsyona Parastinê ya Meclisê hate qebûlkirin. Partiya Îyî jî piştgirî da teklîfê. Teklîfa Qanûna Ewlehiyê ya Sîber ku ji kesên nûçeya ‘parvekirina daneyan’ çêdike re ji 2 salan heta 5 salan cezayê hefsê raber dike, di Komîsyona Parastinê ya Meclisê re derbas bû. Hiqûqnasan hişyar kirin ku heke ev teklîf bi vî awayî bibe qanûn dê ji bo mafên bingehîn ên mirovan û pergala civaka demokratik bibe gefeke cidî.  

Li aliyê din menejer Ayşe Barim a di çarçoveya lêpirsîna Parka Geziyê de hate binçavkirin, piştî kar û barên îfadeyê yên li edliyeyê bi hinceta ‘Sîxûrtiya Bandorkirinê’ kiriye hate girtin. Cihê fikaran e ku qanûneke hêj li Meclisê nehatiye qebûlkirin bi awayekî fîîlî were pêkanîn. Ev sûcdarkirina dijhiqûqî li pêş azadiya çapemenî, raman û îfadeyê weke xetereyeke mezin disekine.

Di meha Çileyê de bi hinceta parastina ewlehiya milî û pergala cemaweriyê hesaba Ajansa Mezopotamyayê (@MAturkce) ya Xyê ku 264 hezar şopînerên wê hebûn, hesaba JINNEWSê (@jinnewsturkce) ku 168 hezar şopînerên wê hebûn û hesaba rojnameya Yenî Yaşamê (@yeniyasamgazete) ku 125 hezar şopînerên wê hebûn di nav de 31 hesabên medyaya dîjîtal ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Li aliyê din hesabên instagramê yên Rojnameya Yenî Yaşamê û JINNEWS’ê jî hatin girtin.  

Li aliyê din RTUK’ê jî weke dozgerên lêpirsîn dane destpêkirin tevgeriya û weşanên ku şewata otelê ya li Bolûyê jî di nav de rexne kirin der barê 8 bernameyan de cezayê pere yê îdarî da. Di meha Çileyê de xwegihandina 10 malperên înternetê û 361 nûçeyan hate astengkirin.

Girtina rojnamevanan dibe asteng ku rojnamevan karê xwe bikin. Li derve jî nûçe çêkirina rojnamevanên dixebitin bi zextan tê astengkirin. Rojnamevan, bi lêpirsînan her tim bi polîtîkayên çavtirsandinê û zextan re rûbirû dimînin. Em dixwazin careke din bibêjin; li welatekî ku rojnamevan lê girtî ne, ji ber nûçeyên çêdikin der barê wan de lêpirsîn tên destpêkirin, ji ber nûçeyên diweşînin tên darizandin nikarin behsa azadiya çapemeniyê bikin. Tevî hemû polîtîkayên zext û sansurê jî em ê rojnamevaniyê biparêzin.  

* Rojnamevanên rastî êrişê hatin: 2

* Rojnamevanên bi ser malên wan de hatin girtin: 10

* Rojnamevanên hatin binçavkirin: 18

* Rojnamevanên hatin girtin: 9

* Rojnamevanên rastî mûameleya nebaş hatin: 2

* Rojnamevanên gef li wan hate xwarin

* Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyê hate astengkirin: 2

BINPÊKIRINÊN AZADIYA RAMAN Û ÎFADEYÊ YÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN

* Rojnamevanên der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin: 42  

* Rojnamevanên der barê wan de doz hatine vekirin: 17

* Rojnamevanên Hatine Cezakirin: 12                                                     

* Hejmara kesan: 12

* Cezayê Hefsê: 31 sal û 2 meh

* Cezayê Pereyî: 7 hezar û 110 lîre

* Rojnamevanên darizandina wan berdewam dike

* Hejmara Dosyayan: 42

* Hejmara Kesan: 102

* Hejmara rojnamevanên girtî (ji 3’yê Çileya 2025’an ve): 36

SANSUR Û ASTENGKIRINÊN LI DIJÎ SAZIYÊN ÇAPEMENÎ Û MEDYAYÊ

* Cezayên RTUK’ê, Hejmara Weşanê: 8

ASTENGKIRINA XWEGIHANDINA LI DIJÎ QENALÊN DÎJÎTAL Û ÎNTERNETÊ

* Malperên înternetê yên hatin girtin: 10

* Nûçeyên xwe gihandina wan hatin astengkirin: 364

* Naverokên medyaya dîjîtal ên naveroka wan hatine astengkirin: 31

 
YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Emîrên DAÎŞ’ê li Enqereyê civiyan!
Nûçeya Pişt re ‘Di 8’ê Sibatê de li Amedê em dengê xwe bigihînin hemû cîhanê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li navçeyên Mêrdînê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Li navçeyên Stewr, Kerboran, Şemrex û Dêrikê yên Mêrdînê ku agirê Newrozê lê hat vêxistin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Xeteriya li ser jiyana rojnamevan Huseyîn Aykol didome

Rojnamevan-nivîskar piştî ku du caran xwîn çû ser mejiyê wî, rakirin beşa çavdêriya taybet. Bijîjkan…

Ji aliyê Stêrk TV

KONGRA GEL salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi daxuyaniyekê salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

NY: Di şerê Pakistan û Efganîstanê de herî kêm 370 sivîl mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li cîhanê rekora koça navxweyî: Sala 2025’an 82 milyon kes ji cih û warê xwe bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?