Pêncşem, 11 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çetîn Arkaş: Em dikarin bi gelê Tirk re bi hev re bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî dê bi Babacan û Bahçelî re hevdîtin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cengîz Çîçek: Em mecbûr in jiberkirinên xwe biterkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MHP’ê rapora xwe ya têkildarî pêvajoyê radestî Serokatiya Meclîsê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanyayê dema wezîfeyê ya hêzên xwe yên li Iraqê dirêj kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya konferansê: Divê Girava Îmraliyê ji sembola tecrîdê bê dûrxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Plaforma Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî ji bo gelê Başûrê Kurdistanê sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Nexede: Hevala Feraşîn bi rengê jinê fermandarî dikir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Berlînê jin di panela li dijî şer û tundiyê de hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Di Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de ji Berhemên Jineolojiyê re eleqeyeke mezin
Çand û Hûner

Di Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de ji Berhemên Jineolojiyê re eleqeyeke mezin

Di 9’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol de ku li Qamişlo hate lidarxistin, beşdar ji sedî 40 jin in. Berhemên Akademiya Jineolojiyê ji aliyê xwîneran ve eleqeyeke mezin dibînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Pêşangeha ku îsal bi şîara ‘’Pirtûk mifteya şaristaniyê ye’’ di 20’ê Cotmehê de li Parka Azadiyê dest pê kir, li gel edebiyata Kurdî weşangeriya xwe ya pirzimanî û nûnertiya jinan derdikeve pêş.

51 WEŞANXANE Û 140 HEZAR PIRTÛK

Pêşangeha ku wê heya 26’ê Cotmehê dewam bike; 51 weşnaxane, kovar, komele û pirtûkxaneyên ji çar perçeyên Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava), yên ji bajarên Sûriyeyê ên weke Şam, Dera, Laziqiye û Helebê û yên ji Tirkiye, Iraq, Lubnan û Belçîkayê anîn ba hev.

Di pêşangeha berfireh de nêzîkî 140 hezar pirtûkên bi zimanên Kurdî, Erebî, Fransî, Rûsî, Suryanî, Ermenkî, Tirkî û Îngilîzî ji xwîneran re hatin pêşkêşkirin. Lê belê ji ber astengiyên Hikûmeta Veguhêz a Şamê ji gelek weşanxane û pirtûkan re destûr nehate dayîn ku derbasî pêşangehê bibin.

Pirtûkên îsal ji sedî 43 yên Kurdî ne, ji sedî 4 yên zarokan û ji sedî 40 jî ji berhemên jinan pêk tên. Ev zêdebûna di rêjeya hilberîn û beşdarbûna jinan de, weke balkêştirîn aliyê pêşangehê derdikeve pêş.

 

JI AKAMEDIYA JINEOLOJIYÊ RE ELEQEYEKE MEZIN

Yek ji beşa pêşangehê ya ku herî zêde seredana wê tê kirin,standa Akademiya Jineolojiyê ye. Akademî îsal bi 11 pirtûkên nû beşdarî pêşangehê bû. Di nava berhemên ku bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî de pirtûka bi navê ‘’Belgeyên 2’yemîn Konferansa Jinelojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’’ jî cihê xwe girt.

Berdevka Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zehrîban Hisên diyar kir ku ew îsal li gel belgeyên konferansê yên bi sê zimanan hatine weşandin, bi 11 berhemên nû beşdarî pêşangehê bûne û got: ‘’Sala borî em bi 10 pirtûkên nû beşdar bûbûn. Îsal jî em bi naverokeke berfirehtir li pêşberî xwîneran in.’’

Zehrîban Hisên anî ziman ku xuyanîtiya jinan ya zêde dibe yek ji destkeftiyên herî girîng ên Şoreşa Rojava ye.

Di standa Akademiyê de berhema Şervîn Nûdem a bi navê “Bingeha Dîrokî û Siberoja Jinan”, berhema Zozan Sîma ya bi navê ‘’Notên Dersên Jineolojiyê’’, ya Şehîd Atakan Mahîr a bi navê ‘’Nirxandina Jineolojî û Nasnameya Zilaman’’, ‘’Destpêka Jineolojiyê’’ û dîwanên Nagîhan Akarsel a ku di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Başûrê Kurdistanê di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûyî yên bi navê ‘’Bêhna Xweliyê’’ û ‘’Nîsan’’ cih digirin.

HÊZA NIVÎSKARÊN JIN Û ŞEWQA ŞOREŞA ROJAVA

Zehrîban Hisên diyar kir ku îsal rêjeya jinan a di pêşangehê de gihîştiye ji sedî 40’î û ev yek anîn ziman: ‘’Di Şoreşa Rojava de bihêzbûna nivîskarên jin û nêrîna jinan, yek ji geşedaneke herî girîng e. Bi taybetî jî pirtûkên Destpêka Jineolojiyê, Bingeha Dîrokî û Siberoja Jinan û nirxandinên Şehîd Atakan Mahîr eleqeyeke mezin dibînin. Van pirtûkan bes ne jin, zilam, ciwan û xwendekar jî gelekî dixwînin.’’

Zehrîban Hisên di dewama axaftina xwe de got: ‘’Divê yekem rawestgeha kesên ku dixwazin Jineolojiya zanista jinan a ku di bingeha jiyana wekhev a azad, nêrîna neteweya demokratîk û Şoreşa Rojava de cih digire, nas bike standa Jineolojiyê be’’ û ev bang kir: ‘’Divê hemû kes bixwîne lê belê divê em jin zêdetir bixwînin.’’

PROJEYA NÎVCOMAYÎ BI SAYA JINEOLOJIYÊ PÊŞ KET

Hate destnîşankirin ku nameya Rêber Apo a gotinên  ‘’Projeya min a nîvcomayî bi saya Jineolojiyê pêş ket’’ têde cih digirt a di 30’ê Gulanê de ji Akademiya Jineolojiyê re şandî jî di pêşangehê de gelekî bal kişandiye.

Zehrîban Hisên diyar kir ku di demên dawîn de eleqeya ji Jineolojiyê re gelekî zêde bûye û got: ‘’Gotina Simone de Beauvoir a ‘Jin ji dayîk nabe, jin bi xwe dibe’ û fikra Virginia Wolf a ‘odeyeke aîdî jinan’ di nameya Rêber Apo ya dawîn de hatibûn bibîranîn. Ev her du kes ji aliyê fêmkirina şewqa nûjenbûna pêşketina Jineolojiyê ve girîng in.’’

‘JI BO FÊMKIRINA XETA AZADIYA JINAN XWENDIN ŞERT E’

Zehrîban Hisên di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: ‘’Ji bo fêmkirina bi awayekî berfirehtir a xeta têkoşîna azadiya jinan, xwendina Jineolojî, femînîzm û berhemên nivîskarên jin ên serbixwe gelekî girîng in.’’

MÎRATEYA HEREKOL ZINDÎ YE

Pêşangeh, cara ewil di sala 2017’an de ji bo bîranîna Hasan Çavûş (Herekol) hatibû lidarxistin. Herekol ê ku nêzîkî 15 salan li zîndanên dewleta Tirk hate rehîngirtin, gelek berhem nivîsandin û di 19’ê Tîrmeha 2016’an de li bajarê xwe Dêrikê jiyana xwe ji dest da.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a ji bo bîranîna wî tê lidarxistin, her sal hevgirtina çandî ya herêmê, hilberîna entellektuel a pirzimanî û mirateya ramana azadîxwaz xurttir dike.

 ZEHRÎBAN HISÊN
YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KON-MED: Denîz Undav ne bi tenê ye!
Nûçeya Pişt re Li Xezeyê di nava 2 salan de piranî avahî hilweşiyan: 161 milyon ton kavil çêbûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MAK’ê li Amedê li polîsan xist, fotoxefik îmha kir

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li navçeya Baglar a Amedê bi teqemeniyan li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bolîvyayê ji bo desthilatdariya sosyalîst a 20 salan hilbijartina krîtîk

Li Bolîvyayê ku di nava krîzeke giran a aboriyê de ye, gel ji bo hilbijartina…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG-NRÇ: Navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin

HPG-NRÇ'ê 3 şehîd bi hurmet bi bîr anî û got, "Ruhê demê baş fêhm kirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Desteya Rêveber û Berdevka YRJ’ê diyar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Azadî Helebce hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîd Sîpan Cûma hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?