Şemî, 24 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 24’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuncer Bakirhan û Ahmet Davutoglû li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Serketina pêvajoyê bi têkoşîna birêxistinkirî re pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê partiyên siyasî hemû tevkariyê li pêvajoyê bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Gulistan Dûrsûn kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdaneke din hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Engîzek: PKK weke destaneke azadî û vejînê wê di dilê me de bijî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Îro PKK hevrê Fûat e, hevrê Fûat PKK ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê banga berdana girtiyên nexweş hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora binpêkirina mafên mirovan a li 20 girtîgehan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo şoreşeke nû ya herêmî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava ku Rêber Apo da destpêkirin hêviyeke nû ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogûllari: Azadiya jinê wê li vî warî pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Talîban qedexeyên nû li ser rojnamevan û mamosteyên jin ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên a Ewropayê hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di Roja Zimanê Dayikê de êrîşên li ser Kurdî hatin şermezarkirin
Rojane

Di Roja Zimanê Dayikê de êrîşên li ser Kurdî hatin şermezarkirin

Di çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdî hatin şermezarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 20 dq.
Parvekirin

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Çalakî û xwepêşandan bi pêşengtiya rêxistinên ziman û civaka sivîl hat lidarxistin û hat xwestin ku Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê.

ENQERE

Egîtîm Senê li avahiya navenda giştî ya Enqereyê daxuyanî da. Serokê Egîtîm Senê Kemal Irmak bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê. Irmak, got ku perwerdeya bi zimanê dayikê hînkirina zimanê duyemîn hêsantir dike û meharetên zarokan ên fikirîn û xweîfadekirinê bi erênî bandor dike. Irmak, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Astengkirina zimanê dayikê herî zêde bandorê li zarokan dike. Dijderketina hînkirina zimanên dayikên yên derveyî zimanê fermî, ji hêlekî ve dijderketina li rêgeza sereke ya zanistan perwerdeyê û zanistê ye. Tirkiye pesnê xwe dide ku li cîhanê tekane welat e ku cejnek diyarî zarokan kiriye. Lê belê ji ber paronaya ‘dê welêt parçe bibe’ nahêle bi milyonan zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin. Ev yek nîşan dide bê ka di nava nakokiyeke çiqasî mezin de ne.” Irmak, bang kir ku tevahiya astengiyên li ser zimanê dayikê bên rakirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê jî têkildarî mijarê bi tevlibûna gelek kesan daxuyanî da.

STENBOL

Şaxa SES’ê ya Stenbolê li pêşiya buroya xwe ya li Aksarayê daxuyanî da. Sekretera Şaxa SES’ê ya Şîşliyê Ferdane Çakir di daxuyaniyê de axivî û got ku yek ji hêmayê herî sereke ya bandorê li xwegihandina xizmetên tenduristiyê û qelîteya wê dike ziman e. Çakir, ev tişt anî ziman: “Daxwaza xizmeta bi zimanê dayikê; parçeyeke jêneveger ê mafê tedawiyê, mafê nexweş û mafê jiyanê ye. Rêya xizmeta wekhev a ji bo her kesî, bikaranîna mafê zimanê dayikê ya di vê qadê de ye.”

Çakir, ev daxwaz rêz kir:

* Divê pergala perwerdeyê li gorî rastiya welêt a pirnasnameyî, pirçandî û pirzimanî jinûve bê sererastkirin û derfetên perwerdeya bi zimanê dayikê ji pêşdibistanan heta zanîngehê ji hemû welatiyan re bi awayeke bêpere û wekhev bên afirandin. Di vê çarçoveyê de divê dibistanên ji hêla tenduristiyê ve perwerdeyê didin ji hêla pirzimaniyê bên avakirin û beriya zimanên biyanî, bêhtir girîngiyê bidin ser ziman û zaraveyên cuda yên li Tirkiyeyê.

* Heta ku di pergala perwerdeyê de ev guherîn tên kirin; ji bo kedkarên tenduristiyê yê li herêmên ziman û zaravayên cuda lê tên axaftin qursên ziman ên bêpere bên dayîn.

* Ji bo kedkarên tenduristiyê yên bi zimanên cuda dizanin bi awayekî dilxwaz biçin van herêman, di mijara mafên wan bên başkirin û tevdîrên teşwîqkirinê bên girtin.

* Divê ji bo xebatkarên tenduristiyê yên di beşên 112, UMKE, Lêgerîn Rizgarkirinê û servîsên lezgîn ên herêmên zimanên cuda lê tên axaftin, qursên ziman bên vekirin û perwerdeya xizmeta navxweyî bên dayîn.

* Heta ku xalên nivîskî yên li jor pêk tên jî weke qonaxeke demkî kesên bi ziman baş dizanin û wergêr li saziyên tenduristiyê bên bicihkirin.

RIHA

Rêxistina Dem Partiyê ya Rihayê jî li pêşiya avahiya xwe ya li Xaçerêya Uçaksavar a li navçeya Halîliyeyê daxuyanî da. Li gel pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, namzetên DEM Partiyê û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Bi zaraveyên kurmancî û kirmanckî yên Kurdî û bi zimanên Tirkî û Erebî pankarta “Zimanê me rûmeta me ye, dem dema zimanê Kurdî ye” hate vekirin. Ji rêveberên ÎHD’ê Muslum Saraçoglû metna daxuyaniyê ya hevpar xwend. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî bertek nîşanî polîtîkayên zext û tunehesibandinê yên li ser zimanê Kurdî da. Daxuyanî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê jî tekildarî 21’ê Sibatê li avahiya xwe daxuyanî da. Endam û rêveberên ÎHD jî di daxuyaniyê de amade bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê Mûstafa Vefa ve hat xwendin. Vefa bi lêv kir ku zimanê dayikê bingeha mafê mirovahiyê ye û tevî vê yekê jî gelek zimanê gelek netewan qedexe ye. Vefa, bi domdarî wiha got: “Li Tirkiyeyê ji xeynî zimanê Tirkî, rewşa zimanên din gelek xerab e. Tevî ku li Tirkiyeyê gelek ziman hene, di çarçoveya giştînameyeke sala 2012’an de ji xeynî Tirkî tenê hinek ji van zimanan dikarin di dibistanan de wekî dersa bijarte, ji pola pêncan destpêkirî bên xwendin. Heta pola pêncan veqetîna zarokan ji zimanê dayikê û zordestiya li ser wan ji bo hînbûn û bikaranîna zimanê fermî di warê zanist, huner, çand û perwerdeyê de binpêkirina mafê zarokan e.”

Vefa, xwest ku perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê diparêzin û ev tişt anî ziman. “Pirsgirêka Kurdî pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye. Mijara herî esasî ya pêşveçûna çareserkirina vê pirsgirêkê û pêkanîna aştiya civakî, rakirina astengiyên li hemberî ziman û zaraveyên Kurdî ye.”

ÊLIH

Li Êlihê jî bi pêşengtiya ARÎ-DER’ê meşeke girseyî hat lidarxistin. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li meşê bûn. Girseya ku li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Êlihê kom bû, li vir kortej çêkirin û dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta “Bila Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê” hate vekirin. Her wiha gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin. Her wiha girse strana “Zimanê Kurdî” striya û heta Parka Yilmaz Guney meşiya.

Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlum Tenha bang li her kesî kir ku di her qada jiyanê de ji bo zimanê Kurdî berpirsyartiyê li xwe bigirin. Tenha, bal kişand ser zextên li ser zimanê Kurdî û banga mezinkirina têkoşînê kir. Çalakî, bi gerandina govendan bi dawî bû.

DÎLOK

Rêxistina DBP’ê ya Dîlokê jî li Parka Yeşîlsu ya li navçeya Şahînbey a Dîlokê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pîroz be” hate vekirin. Rêveberê Rêxistina DBP’a Dîlokê Abdullah Acar di daxuyaniyê de axivî û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê kir.

SÊRT

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê (BOTAN-DER) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li ber avahiya xwe ya li sûka Sêrtê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Bila zimanê dayikê bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê” û “Dem dema zimanê Kurdî ye” û dovîzên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Em her malekê bikin dibistana Kurdî” hatin hilgirtin. Hevserokên BOTAN-DER’ê Beşîre Aslan û Ferhat Topak, Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Sêrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevserok û rêveberên DBP, DEM Partî û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Metna hevpar ji hêla rêveberê berê yê BOTAN-DER’ê Mehmet Saît Toprak ve hat xwendin. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

COLEMÊRG

Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê li pêşiya buroya hilbijartinê daxuyanî da. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn û pankarta “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê” hate vekirin. Her wiha dovîzên “Zimanê me hebûna me ye”, “Zimanê Kurdî nasnameya me ye” û “Ji bo kurdan statû” hatin hilgirtin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn di daxuyaniyê de wiha got: “Divê her kes li her derê bi zimanê Kurdî biaxive, bixwîne û binivîse. Bi Kurdî binivîse û bijî. Werin em hemû mal, kolanan, taxan, mezrayan, gundan, bajar û bajarokan veguherînin dibistan û zanîngehên Kurdî. Bijî zimanê Kurdî.”

Li navçeya Geverê jî li pêşiya buroya hilbijartinê daxuyanî hate dayîn. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Ercan Sevmez di daxuyaniyê de axivî û got ku têkoşîna zimanê Kurdî têkoşîna herî stratejîk e.  

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî bi boneya 21’ê Sibatê meş hat lidarxistin. Meş, li pêşiya avahiya DEM Partiyê dest pêk ir û dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Meş heta pêşiya avahiya DBP’ê domiya. Gelek kes tevlî bûn û Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Necla Acibuca axivî.

Acibuca, got ku divê zimanê Kurdî weke zimanê fermî bê qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Divê statûyeke fermî ya Kurdî hebe û bibe zimanê perwerdeyê. Banga me ji bo her kesî ew e ku xwedî li Kurdî derkevin û ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî bixebitin.”

Meş bi dirûşman bi dawî bû. Piştre jî girse çû serdana Nobeta Edaletê.  

ŞIRNEX

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengiya Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê û Komeleya Çand û Ziman a Birca Belekê li ber avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê daxuyanî hate dayin. Parlamenterên DEM Partiyê yên bajar Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, namzetên hevşaredarên navend û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, MEBYA-DER, TUHAD-DER û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Jin bi kincên xwe yên Kurdî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên,”Kurd Kurdî Kurdistan”, “Ez kurd im perwerdehiya bi Kurdî dixwazim” û “Bê ziman jiyan nabe” hatin hilgirtin.

Metna hevpar a daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Fatma Gîzleyîcî ve hate xwendin.

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî di daxuyaniyê de axivî. Aslan, diyar kir ku mîna her zimanî, zimanê Kurdî jî pîroz e û ev tişt anî ziman: “Lê dewleta Tirk li dijî gelê kurd û zimanê Kurdî derhiqûqiyan dike. Gelo yên bi vekirina TRT 6’ê pesnê xwe didin çima meşa îro ya ji bo ziman qedexe kirin? Çima dema li Japonyayê jî qursa Kurdî vedibe mudaxile dikin? Çima mîhrîcana me ya Kurdî qedexe dikin?  Ev kes durûtiyê dikin. Yên Kurdî nas nekin kurd jî wan nas nakin. Em durûtiya li dijî zimanê Kurdî teşhîr dikin û qebûl nakin. Heta qedexeya li ser zimanê Kurdî bi dawî dibe jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”  

Piştî daxuyanî û axaftinan, çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

DAXUYANIYA HEVPAR A LI BAJARAN

Di Metna hevpar a li gelek bajaran hatiye dayîn de wiha hate gotin:  

“21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di bingeha xwe de, bi armanca parastin û wekheviya hemû zimanan hatiye îlankirin. Lê sed mixabin di roja me de jî hê gelek ziman bê statû ne û pêşeroja wan nediyar e; di bin xetereya pişaftin, helandin û jiholêrabûnê de ne. Îro li Anatoliyayê zimanên wek suryanî, lazî, boşnakî, hemşînî, çerkezî, ermenkî, rûmkî û Erebî li ber tunebûnê ne. Yek ji zimanên ku di xeterê de ye jî zimanê Kurdî yê bi dehan milyon Kurdan e.

Divê baş bê zanîn ku, zimanê Kurdî zimanekî herî qedîm û dewlemend ê mirovahiyê ye. Zimanê Kurdî hebûn, xwebûn, nasname û nirxê sereke yê neteweya kurd e. Zimanê Kurdî dil, giyan, hiş û laşê kurdan e. Zimanê Kurdî, xîm û sîwana yekitiya neteweya kurd e. Bêyî zimanê Kurdî, kurd û Kurdistan jî nabin. Kurd, Kurdî û Kurdistan yekpare ne û nikarin ji hev bên veqetandin. Yek bêyî ya din nabe. Azadiya zimanê Kurdî di heman demê de azadiya kurd û Kurdistanê ye. Têkoşîna azadiya gelê kurd a van 50 salan jî ev rastî nîşan daye û bîr, hişmendî, zanebûn, têkoşîn û xebatên parastin, zindîkirin û pêşxistina zimanê Kurdî jî zêdetir kiriye.

Ji alyê din di roja me de hê jî ji aliyê hêzên serwer ve bi rê û rêbaz, alav û amûrên nûjenkirî û rojanekirî hewl tê dayîn ku zimanê Kurdî bê dorpêçkirin, dortengkirin, sînordarkirin û di nava demê de bê helandin û jiholê bê rakirin. Lê divê baş bê zanîn ku zimanê Kurdî û têkoşîna ji bo zimanê Kurdî ji bo me kurdan mijareke stratejîk, xeteke bingehîn a sor û jêneger e.  

Zimanê Kurdî jî wek Îngilîzî, Elmanî, Fransî, Erebî, Farisî, Tirkî û hemû zimanên din xwedî hemû mafên bingehîn e. Mafên wan zimanan çi bin ên zimanê Kurdî û hemû zimanên din jî ew in. Ev rastî bi tu awayî nabe mijara nîqaşê.

Ji ber vê yekê;

Em bi milyonan kurd û hemû tevger, partî, sazî, dezgeh û derdorên kurd serbestî û azadiya zimanê Kurdî ya li her qadê dixwazin û ji bo wê têdikoşin. Û dê ji niha û pê ve vê têkoşîna xwe bi dirûşma ‘Dem dema zimanê Kurdî ye’ ji her demê zêdetir bi awayekî domdar, şênber, afirîner, piralî û encamgir her dem û li her derê bilindtir, xurtir û firehtir bikin.

Bêguman daxwaz û armancên me yên ji bo zimanê Kurdî gelek zelal û şênber in;

* Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî û statuyeke navneteweyî; hem li tevahiya Kurdistanê, hem li hemû dewletên ku kurd lê dijîn, hem jî di qada navneteweyî de, bi makezagonan û zagonên navneteweyî bi awayekî fermî bê qebûlkirin, statuzekirin û mîsogerkirin.  

* Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê anku zimanê Kurdî jî wek hemû zimanên cîhanê yên xwedî statu ji pêşdibistanan heta zanîngehan di hemû merheleyên perwerdehiyê de cih bigire û ji kreş û pêşdibistanan bigire heta zanîngehan dibistanên Kurdî bên vekirin. Divê mufredat û hemû xalên din ên têkildarî mijarê ji aliyê kurdan ve bên diyarkirin.

* Divê Dewleta Tirkiyeyê şerhên ku danîne xalên 17, 29 û 30’emîn ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekgirtî rake û berpirsyariyên xwe yên vê Peymanê bi cî bîne.

* ?Divê zimanê Kurdî li cihên wek parlamento, parêzgeh, şaredarî, dadgeh, nexweşxane her qadên fermî û civakî serbest û azad be, kar û barên fermî bi kurdiya nivîskî jî bên meşandin.

* ?Divê bi awayekî fermî Saziya Zimanê Kurdî bê avakirin û ji aliyê nunerên gelê kurd ve bê birêvebirin.

* ?Çi ji aliyê budçeyê ve, çi ji aliyê xebatkaran ve, çi jî ji hemû aliyên din ve ji bo zimanên wek Tirkî çi derfet hebin divê ji bo zimanê Kurdî jî ew derfet hebin.

* ?Divê navên hemû mezra, gund, tax, kolan, qad, bajarok, navçe, bajar, war, wargeh û jîngehên kurdan bi Kurdî bin.

* Her wiha divê hemû tevger, partî, sazî, dezgeh û derdorên kurd stratejî, polîtîka û xebatên xwe yên ji bo Kurdî bi rengekî şênber diyar bikin, ji bo zimanê Kurdî budçe, xebatkar û hemû derfetên pêwîst veqetînin û ji bo statu, perwerdehî, serbestî û azadiya Kurdî her dem têbikoşin.

* Divê hemû nivîskar, rewşenbîr, henurmend û zanayên kurdan ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî li her qadê di asta pêşengiyê de têbikoşîn.  

Bi taybetî em bang û gazî dikin ku; heft salî heta heftê salî divê her kurd û mirovekî xwedî bext ji bo pêkanîna daxwazên ji bo zimanê Kurdî be giyanê seferberiyê têbikoşin û bixebitin, Kurdî hîn bibin û hîn bikin, li her derê û her dem bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bixwînin, binivîsin û bi Kurdî bijîn.

Em her mal, kolan, tax, mezra, gund, bajarok, navçe, bajar û jîngehekî bikin dibistan û zanîngeheke zimanê Kurdî.  Her bijî zimanê Kurdî, her dem Kurdî, her der Kurdî, dem dema zimanê Kurdî ye. Ji bo serbestî û azadiya zimanê Kurdî, her dem û li her derê têkoşîn, têkoşîn, dîsa têkoşîn.”

TJA

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî têkildarî 21’ê Sibatê bi ser navê “Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiya ziman ve” daxuyaniyeke nivîskî da. TJA’yê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku yek ji zimanên di xetereyê de jî zimanê Kurdî ye ku bi milyonan Kurd pê diaxivin. TJA’yê diyar kir ku li ser ziman û çanda Kurdî jenosîdeke mezin tê kirin û wiha got: “Em bang li jinên Kurd û civaka Kurdistanê dikin ku li azadiya zimanê xwe xwedî derkevin, bi zimanê xwe biaxivin, binivîsînin, bi zimanê xwe bijîn, têbikoşin û azadiya zimanê xwe biparêzin. Zimanê me jiyana me ye, zimanê me rûmeta me ye, zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye. Werin em bi hev re ziman û çanda xwe ya rewiştî û polîtîk a bedewîn û zindîwer bikin bexçeyê jinwar û jînwerên azadiyê. Em vê baweriyê ‘Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê’ di serî de li jinan, gelê Kurd û hemû gelên cîhanê pîroz dikin. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê. Zimanê me nasnameya me ye. Zimanê me rûmeta me ye. Bê ziman jiyan nabe.”

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Derman ji girtiyan re nayê dayin
Nûçeya Pişt re Delegasyona Navnetewî: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MKG: Meha Tebaxê jî zext û êrîş li rojnamevanan hate kirin

MKG'ê binpêkirina mafên mirovan ên meha Tebaxê li dijî rojnamevanan hatin kirin, eşkere kir. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Êlihê nivîsên trafîkê yên bi Kurdî dîsa nivîsandin

Xelkê Êlihê nivîsên bi Kurdî yên bi hevkariya polîsan hatin jêbirin, bi stran û dirûşmeyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Cûdî: Em ê ji bo jiyana hevpar a gelan têbikoşin

Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê Têkoşîn Cûdî anî ziman ku PKK ruhek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 24’Ê GULANA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tuncer Bakirhan û Ahmet Davutoglû li hev civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Serketina pêvajoyê bi têkoşîna birêxistinkirî re pêkan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayşegul Dogan: Divê partiyên siyasî hemû tevkariyê li pêvajoyê bikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?