Îro bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û koçberên Efrînê yên ku li Kobanê dijîn, di salvegera 8’emîn a dagirkirina Efrînê de daketin qadan. Girseya gel ji Qada Jina Azad li hev kom bû û heta bi Qada Aştiyê meşiya. Di meşê de şaxên darên zeytûnê û wêneyên Rêber Apo û alên kesk, sor û zer hatin hildan û dirûşma “Bijî berxwedana Efrînê” hat berzkirin.
Meş bi dirûşma “Di salvegera 8’emîn de em dagirkeriyê şermezar dikin, em ê vegerin Efrîna xwe” hat lidarxistin. Li Qada Aştiyê deqeyekê rêz ji bo giyanên şehîdan hat girtin û dûre jî li ser navê gelê Kobanê hevserokê Desteya Jîngehê ya Kobanê Arif Balî axivî û îşaret bir ser vegera xelkê Efrînê kir.
Balî got: “Beriya 8 salan dewleta Tirk a dagirker bi balafiran dest bi êrişa ser gelê me yê Efrînê kir, li beramberî wê jî qehremanî û fedekariya gelê me, bi hêza parastinê 58 rojan li beramberî artêşeke NATO’yê û li beramberî balafiran berxwedaneke bêhempa kir. Gelê Efrînê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Êdî gel dixwaze vegere ser mal û milkên xwe. Bi fikra Rêber Apo ya entegrasyona demokratîk re dê hêviya vegera li Efrînê êdî bibe rastî.”
TIL TEMIR
Bi boneya salvegera 8’emîn a dagirkirina Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, Meclisa Bajarê Til Temirê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li Parka Meclisa Malbatên Şehîdan, bi amadebûna şêniyên bajêr û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, ji hêla hevserokê meclisa bajêr Xalid El Xelef ve hate dayîn.
El Xelef destnîşan kir ku ji ber dagirkirinê hîn jî bi hezaran koçberên Efrînê di şert û mercên dijwar de dijîn. El Xelef diyar kir ku binpêkirinên li Efrînê, binpêkirinên aşkera yên qanûn û peymanên navneteweyî ne.
Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên yasayî û mirovî bigirin ser xwe û ji bo vegera ewle û birûmet a koçberan bixebitin.
QAMIŞLO
Koçberên Efrînê bi boneya salvegera 8ˊemîn a dagirkirina Efrînê, Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê li Çerxerêya Efrîn a bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê endamên Meclisa Koçberên Efrînê Rizgar Lolo û Mihemed Beyrem ve bi kurdî û erebî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “8 sal e ku koçberên Efrinê dûrî mal û milkên xwe ne. Binpêkirin her berdewam e û koçber dev ji mafê vegerê naqerin. 18’ê Adarê, salvegera 8’emîn e ku xelkê devera Efrînê dûrî malên xwe ne.”
Hate diyarkirin ku vegera li Efrînê mafekî mirovî ye û bi demê re nakeve û hate gotin: “Ji bo raya giştî û civaka navdewletî, her wiha ji bo hemû kesên biwijdan, em tekez dikin ku bêdengiya li hember êșa gelê Efrînê ne helwesteke bêalî ye, lê revîna ji berpirsiya mirovî ye. Ya ku îro tê xwestin, helwesteke zelal e ji bo vegereke ewle û birûmet misoger bibe, her wiha ji bo ev êşa ku çend sal e berdewam e raweste.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikumeta demkî hate kirin û hate gotin: “Em bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê dikin ku çarenûsa wan kesên winda diyar bike. Em banga wê yeke dikin ku girtî bên berdan û vegera xelkê Efrîne ji bo malên wan were misogerkirin.”

