Şemî, 17 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Oral ê 30 sal in girtî ye: Hewl didin me bikujin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Sûriye welatekî wisa nîn e ku ji HTŞ’ê re bê hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Azadiyê: Em ê xeta têkoşînê ya Celal Amed bidin jiyîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku êrîş rawestin em ê li kolanan bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 7 partiyên Kurd ên Rojhilat bangawazî ji bo NY’yê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Kerkûkê provokasyon: Êrişî wêneyê Ziyad Heleb kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welatiyan mizgeft terikandin û mela protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xelkê Şengalê li hemberî her xeteriyê divê rêxistiniya xwe xurt bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyê Ziyad Heleb li kolanên Kerkûkê hate daliqandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Êrişên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê êrişên li dijî pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervana ku pêşengî ji jinên Ereb re kir: Hêlîn Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan bi çekên giran Dêr Hafirê bombeberan dikin
Çeteyên hikumeta demkî gundên Dêr Hafirê bombebaran dikin
Çeteyan bi 2 dronan derdora Tişrînê hedef girtin
Çeteyan 3 caran êriş birin ser Tişrînê
Çeteyan li Dêr Hafirê kargeh û milkên sivîlan hedef girt
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Di têkoşîna aştiyê de pêşengiya jinê gelekî girîng e’
Jin

‘Di têkoşîna aştiyê de pêşengiya jinê gelekî girîng e’

Beşdarên Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bal kişandin ser girîngiya konferansê û gotin, "Em ji bo parvekirina tecrûbeyên xwe û peydakirina çareseriyên hevpar li vê derê ne. Konferans wê ji me hemûyan re bibe hêvî."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a 1’emîn’ ku Tevgera Jinên Azad (TJA) pêşengiyê jê re dike, li Amedê bi dirûşma ‘Em siyasetê demokratîk bikin, civaka demokratîk ava bikin’ tê lidarxistin. Konferansa ku 28’ê Gulanê destpê kir, wê 2 rojan dewam bike. Ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek parlamenterên jin ên Kurd beşdarî konferansê bûn.

Ji beşdarên konferansê Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Salîha Aydenîz anî ziman ku konferans bi beşdariya jinên ji çar aliyên Kurdistanê û dîasporayê pêk hat. Aydenîz diyar kir ku ev konferans ji bo parvekirina tecrûbeyên jinan ên bi nasnameya Kurd têdikoşin girîng e.

JINÊN KURD BI DU QATÎ ZEXTÊ DIBÎNIN

Aydenîz anî ziman ku li ser temsîliyeta jinan a li parlamentê û têkoşîna li dijî serweriya mêr nîqaşê dikin û diyar kir ku jinên Tirk jî li heman zextan rast tên. Aydenîz got, “Li cîhanê jin ji ber nasname û zayenda xwe timî li tundî, zextê rast tên, tine têne hesibandin û îradeya wan nayê naskirin. Em jinên Kurd hem ji ber jinbûyîna xwe hem jî ji ber Kurdbûna xwe du qatî li vê zextê rast tên.”

‘KONFERANS JI BO SAZÎKIRINA TÊKOŞÎNÊ GIRÎNG E’

Aydenîz bi dewamî got, “Di vê demê de li hemberî rejîmên faşîzan û tekperest ên li Rojhilata Navîn, sîstemên azadîparêz ên jinan mînak in. Lewma Rojava mînak e. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li xaka Rojava bi pêş ket û îro li tevahiya cîhanê bûye modeleke rêxistiniyê ya sûdwergirtinê. Ti ji me bi pêşketina xwe ya şexsî nehat parlamentê. Bi saya têkoşîna bi salan a tevgerên jinan em îro li wê derê ne. Ji bo veguherîn, hevparkirin û sazîkirina vê têkoşînê, ev konferans gelekî girîng e.”

‘DI TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ DE PÊŞENGIYA JINAN GELEKÎ GIRÎNG E’

Aydenîz ragihand ku banga aştî û civaka demokratîk yek ji rojevên bingehÎn ên konferansê ye û got, “Di avakirina civaka demokratîk û aştiyeke bi rûmet û mayinde de pêşengiya jinan gelekî girîng e. Jinên li dîasporayê û parlamentê çawa dikarin pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin, vê têkoşînê çawa dikarin li nava civakê belav bikin; ev jî yek ji sernavên girîng ên nîqaşên li vê konferansê ye.”

Salîha Aydenîz herî dawî anî ziman ku karên TJA’yê parçeyek ji têkoşîna azadiya jinê ya yekbûyî ye û got, “Em weke jinên Kurd li her cihê ku lê ne hewl didin destketiyên gelê xwe bi nêrîna jinê biparêzin û mezin bikin. Ev konferans jî li gel hîmê xwe yê siyasî ji bo pêşengiya jinê ya di têkoşîna azadiyê ya Kurdan de gaveke girîng e.”

‘JI BO PARVEKIRINA TECRÛBEYÊN XWE EM LI VÊ DERÊ NE’

Parlamentera ji Başûrê Kurdistanê Mahabad Mihemed jî beşdarî konferansa jinê ya li Amedê bû û tecrûbeyên xwe parve kir. Mihemed diyar kir ku konferans platformeke girîng e ku mijarên aştî demokrasî û yekîtiyê dide pêş.

Mihemed anî ziman ku di têkoşîna demokrasî û aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê de rola jinê her tim li pêş bû û got, “Îro jî ev têkoşîn dewam dike. Weke jin ji bo parvekirina van tecrûbeyan û guhdarîkirina li hev em li vê derê ne.”

Mahabad Mihemed destnîşan kir ku ji bo jin hîn bi çalak tevlî mekanîzmayên biryardayinê û parlamentê bibin konferans girîng e û got, “Hêvîdar im encamên erênî yên konferansê wê hem bi kêrî jinên li Bakurê Kurdistanê hem jî jinên li Başûrê Kurdistanê bê.”

‘ENCAMA KONFERANSÊ WÊ YEKÎTÎ BE’

Mihemed destnîşan kir ku aştî ji bo jinên Kurd armanca hevpar e û got, “Konferansa li Amedê tê lidarxistin di heman demê de wê zemîna yekîtiyê xurt bike. Jin wê tecrûbeyên xwe yên li ser demokrasiyê û têkoşîna siyasî li vê derê vebêjin. Ev têkoşîn ji bo me hemûyan gelekî girîng e. Ji bo vegotina pirsgirêkên me û peydakirina çareseriyên hevpar em li vê derê ne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di rojeva hevdîtina li gel AKP’ê de Îmralî, demokratîkbûyîn û pakêta înfazê hebûn
Nûçeya Pişt re Mirov bi vîna xwe dikare ji her astengiyê bibihure
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bîlançoya şerê li Silêmaniyeyê giran bû

Li Silêmaniyeyê di şerê ji ber hewldana girtina lîderê Berey Gel Lahûr Şêx Cengî rû…

Ji aliyê Stêrk TV

MSD: Aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriyê pêkan e

MSD’ê bi wesîleya 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da û diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

NY: Li bakurê Darfurê herî kêm 542 welatî hatine kuştin

Komîserê Pilebilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li bakurê Darfurê di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Aslan: Sûriye welatekî wisa nîn e ku ji HTŞ’ê re bê hiştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tevgera Azadiyê: Em ê xeta têkoşînê ya Celal Amed bidin jiyîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî: Em ê hêzên xwe yên li herêmên pevçûnê bikşînin rojhilatê Firatê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Heta ku êrîş rawestin em ê li kolanan bin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?