În, 12 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Eren Keskîn: Pirsgirêk pirsgirêka Kurdistanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahattîn Oncu yê ku berdana wî dihat astengkirin 31 sal şûnde hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş: Em dikarin bi gelê Tirk re bi hev re bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî dê bi Babacan û Bahçelî re hevdîtin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cengîz Çîçek: Em mecbûr in jiberkirinên xwe biterkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MHP’ê rapora xwe ya têkildarî pêvajoyê radestî Serokatiya Meclîsê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Plaforma Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî ji bo gelê Başûrê Kurdistanê sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Nexede: Hevala Feraşîn bi rengê jinê fermandarî dikir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Berlînê jin di panela li dijî şer û tundiyê de hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Dijkolonyalîzm û Başûr
Gotar

Dijkolonyalîzm û Başûr

Luqman GULDIVÊ
Luqman GULDIVÊ Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Başûrê Kurdistanê ji 1991ʼê ve esas ji aliyê hêzên Kurd ve tê birêvebirin. Ji sala 2003’yan ve jî xwedî stastuyeke fermî û ji 2005’an ve bi destûra Iraqê ev statuya fermî jî bi gewde bûye. Di nava 33 salan de yan jî di nava 19 salan de kîjan projeyên ku ji bo şikandina tesîrên civakî-aborî, siyasî û leşkerî yên giran ê trawmatîk hatin bi rê ve birin?

Bersiveke eşkere ku îşaret bi bernameyeke diyar a ji bo vê yekê bike, ne darî çav e. Diyar e ku weke şexs Celal Talabanî xwedî hin projeyan bû û lê di wan de jî plansaziyeke sîstematîk û bernameyî ne diyar e. Projeyên weke Instîtuya Keleporî Kurdî û Binkey Jîn bo Bûjandnewey Keleporî Belgenameyî Rojnamwaney Kurdî. Ez beriya çendekê çûm serdana Binkey Jîn, bi rastî jî karekî baş dikin û pê pir şa bûm. Lê karê wan, serê pêşî karekî şexsî yê çend kesan e û siberoja wê jî ne ewle ye.

Lê belê diviyabû şikandina tesîrên kolonyalîzmê bibûya yek ji bernameyên sereke yên hikûmeta Hewlêrê di warê bernameyên civakî, diyarkirina minhacê (bernameya perwerdeyê li dibistanan) û miamelekirina bi tesîrên Enfalê re.

Heger miameleyeke bi vî rengî bi mîrasa mêhtingeriyê re neyê kirin, ew dikare heta hetayê jî di nava civaka me de, di nava mejiyên me de û di nava jiyana me ya rojane de dewam bike. 

De vêca, yê me hîna jî em ji bo şerekî di navbera hêzeke Kurd a li Başûr û tevgera rizgariyê de şer neqewime, hewl didin, serê xwe diêşînin. Me ji mêj dest bi dijkolonyalîzmê û miameleya bi mîrasa wê bikira, belkî jî îro me behsa hevkariya bi dagirkeran re ya hêzeke Kurd nekira. Xelkê li Başûr dengê xwe kêm dike yan jî nake, ji ber ku serdemê, weke serdema piştî mêhtingeriyê qebûl dike. 

Axir, ez li dijkolonyalîzmê vegerim. Gava zanyara Maorî (Xwecihên Zelanda Nû) Linda Tuhiwai Smith sala 2019’an diçe Londonê, xwe nagire û helbestekê dinivîse. Di ser mêhtingeriyê re nêzî 200 salan bihurîbin jî birînên mêhtingeriyê heger neyên dermankirin, nakewin. Min helbesta wê wergerand Kurdî. Min yeqîn e, ev helbest wê mebesta xwe bibêje:

Serdana Londonê ya 2019´an 

Çîrokên bi keviran raxistî

Kûr çal kirine

Gotina serhatiyekê

Ya li ser keviran verotî

Mezin û misogerkirî!

Împaretoriyê

Bêmentiqiya van

Kuçeyên xwahro mahro 

Ji xwe re kiriye war,

Eynî weke

Li muzexaneyan

Û arşîvan

Bi serfirazî nîşandana zanyariyên hatine dizîn

muhafezekirî û parastî

xenîmetên ji bo nemirovbûnê

Çendîn kozmopolîtan e

Çendîn metropolîtan e

Çendîn tîk çikiyayî

Ew diçizire

Nava ezameta xwe ya împeryal

Ev girava piçûk

Ev bajarê mezin

Ê ku zemanekî hukm li dinyayê dikir 

Linda Tuhiwai Smith 

(Di çapa sêyem a kitêba ‘Decolonizing Methodologies’ de, r. 44-45)

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Luqman GULDIVÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Luqman GULDIVÊ
Ji aliyê Luqman GULDIVÊ
Ev demeke direj e nivîkariyê dike. Di gelek rojnameyan de nivîsên wî hene.
Nûçeya Berê HPG’ê ragihand ku gerîlayek şehîd bû
Nûçeya Pişt re “Pergala nû” li Transkafkasyayê?
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk hatin protestokirin

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li Tebqa, Reqa û Eyn Îsayê hat protestokirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Navê Tevgera Sedr guherî û bû Tevgera Neteweyî ya Şîa

Li gorî daxuyaniya ku bi îmzeya Muqteda Sedİr hatiye îmzekirin, navê Tevgera Sedir weke Tevgera…

Ji aliyê Stêrk TV

Doza generalê kujer kete ber demboriyê

Doza Tûggeneral Yavuz Erturk ê ku ji ber fermana qetilkirina 11 gundiyên navçeya Pasûrê dabû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Li ser rojev û têgeha ‘’Sê Qutubên Sar’’

Ji aliyê Stêrk TV

Serpêhatiya wate û çandê bi jinê re

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Doza ‘’Yekîtîya Marksîst-Lenînîstan’’

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Bi kurtî li ser hilbijartinên parlemanî a li Iraqê

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?