Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li hola konferansê ya Baroya Wanê panel li dar xist. Nivîskar Fatma Îzol, Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz û Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Coşkun Ustercî axivîn.
‘PERWERDEHIYA ZIMANÊ DAYIKÊ Û MAFÊN MIROVAN ÊN BINGEHÎN NAYÊN TALOQKIRIN’
Fatma Îzol Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bi bîr xist û got, “Piştî şerê 50 salan, divê em îro li bersiva sê pirsan bigerin: Divê em çima bi hev re bijîn, çima em li ser aştiyê israr bikin û çima jin di navendê de bin? Ger em bikaribin van sê pirsan bi awayekî rast bibersivînin, em dikarin bi berfirehî çima aştî ferz e deynin holê.”
Fatma Îzol diyar kir ku komara demokratîk, perwerdehiya bi zimanê dayikê û mafên bingehîn ên mirovan daxwazên divê neyên taloqkirin in û wiha domand: “Yên ku herî zêde aştiyê dixwazin û bedela herî giran dane jin in. Divê têkoşîna jinan di avakirina aştiyê de diyarker be.”
‘DIVÊ ÊDÎ JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN GAV BÊ AVÊTIN’
Îzol anî ziman ku divê avakarê pêvajoyê Rêber Apo azad bibe û wiha domand: “Cara yekem e ku Kurd û Tirk li ser maseyê civiyan û yek ji aliyan girtî ye. Kengî dewlet dîrokê destnîşan dike wê demê hevdîtin tên kirin. birêz Ocalan mirovekî bi nezaket e. Ne têkildarî azadiya xwe, dixwaze em li ser mijara aştiyê çawa ava bikin biaxivin. Gotinek wî; ’dîlgirtina ferdek dîlgirtina civakê ye’ heye. Ji ber vê yekê daxwazkirina azadiya Birêz Ocalan noqteya herî rast e. Dilgirtina sermuzakerevan rê li ber nîqaşê vedike. Divê êdî ji bo azadiya Ocalan gav bê avêtin.”
‘LI CÎHANÊ MÎNAKA WÊ NEHATIYE DÎTIN’
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku banga Rêber Apo di heman demê de bangek ji bo veguherîna têkoşîna demokratîk e û got, “Divê em ji pêvajoya çavdêrîkirinê derkevin. Ev bang derfetek ku li Tirkiyeyê asoyek nû vedike. Bi pênasekirina şewitandina çekan em nikarin bibin muxalif. Divê em balê bikşînin ser vê yekê ku çawa hatin pêvajoya şewitandina çekan, çi rîsk li ber çavan hatin girtin û me çi berpirsiyarî girtin ser xwe. Têkbirina vê pêvajoyê, ne pêvajoyeke ku bi îradeya AKP’ê bê têkbirine. Bi îradeya hişê siyasî yê Tirkiyeyê dikare bê têkbirin. Ocalan, tevgera siyasî ya Kurd û PKK’ê xist rêyekê. Çi got? ‘Ez ê şerê çekdarî bînim ser zemîneke hiqûqî û polîtîk.’ Ev tê vê wateyê; vegerin ser domandina stratejiya li ser zemîneke polîtîk û hiqûqî û têkoşîna çareserkirina pirsgirêka Kurd. Ruhê esasî ya manîfestoya nû ev e. Ev ji çareserkirina pêvçûnên li cîhanê mînakek ku nehatiye dîtin e.”
‘AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK ERKA ME HEMÛYAN E’
Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Coşkun Usterciî jî destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd di bingeha xwe de porsgirêka wekhevî û edaletê ye û got, “Kurd nikarin maf û azadiyên xwe yên bingehîn bi awayekî wekhev û adîlane bi kar bînin. Ev ne tenê ji bo Kurdan, pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye. Afirandina civaka demokratîk erka me hemûyan e.”