Wê rojê bi çendek hevalan re me behsa Silêmanî, dîmenên wê û ciwanên Silêmanî kir. Ji ber ku ew xelkê deverê ne, tişta li ber çavên min dikeve, li ber çavê wan nakeve timî. Tiştekî nû ku li bazar û navşara Silêmanî xuya dike, jinên bi nîqab in. Yanî jinên ku ji bilî ser çavên wan her derê wan nixumandî. Ne zêde ne, lê hene, berê îstîsna bûn, pir kêm bûn, lê niha hene. Mirov êdî dizane, heger biçe bazarê Silêmaniyê, ew ê ileh çend jinên bi nîqab jî bibîne.
Ev guhertineke dîmenê Silêmaniyê ye. Esas nîşana xwedarîçavkirina “Îslama siyasî” ye. Yanî ew ne tenê nîşana jinên misilman ên dîndar e, ji ber ku çandî, nixumandina bi vî rengî di nava jinên misilman ên Kurdistanê de nebû û nîne. Ev ne nîşana misilmaniya jinan e li Kurdistanê. Ew nîşana eşkere ya gotara serwer a di nava derdorên Îslama siyasî de ye û ev gotara hanê tesîrê li xelkê dike. Hêzên desthilat hîna zêde xwe ji vê meseleyê aciz nîşan nadin, jixwe ew jî beşekî gotara Îslama siyasî bi rê ve dibin. Ewçend tesîrkirina li dîmenê bajarekî mezin, nîşan dide ka tevgerên Îslama siyasî yên ku xwe disipêrin Tirkiye û Îranê, çawa li Başûrê Kurdistanê tesîr dikin.
Lê bi ya min guherîna dîmenê bajêr bi vî rengî ne tehlûkeya mezin a esasî ye. Li ser pirseke di dema civatekê de ez li tiştekî hizirîm ku bi xwe min bîr nebiribû li ser biponijim. Dosteke qedirmezin, ji min pirsî, ka li ser ciwanên Silêmanî ez çi difikirim. Pêşî min xwest li ser nivîsa xwe ya hefteya bihurî jê re bipeyivim. Lê ez li wir sekinîm û bi yek derbê dîmenên ciwanan ên li bajêr hatin ber çavên min.
Piraniya ciwanan zêde neguhertî ne ji ciwanên li parçeyên din ên Kurdistanê û heta ciwanên dinyayê. Cilûbergên modern li ber wan in, ser û por, dem û çavên wan jî dişibin wan, elaqeyên wan ên sereke jî diyar in, çi muzîk, çi medyaya dîjîtal û çi jî xewn û xeyalên wan ên xwendin û peydakirina karekî, dişibin ên xelkê.
Lê mesele ne ew piranî ye. Mesele ew in yên ku hazir in ji bo civakê biparêzin yan biguherînin, yan jî ji bo ku civak neguhere, fedakariyê bikin. Û gava li dîmenên ber çavê xwe hizirîm, weke şokekê li ber çavê xeyala min dîmenekî tirsê, xofeke ecêb çêbû: Ciwanên ku çavên wan dibiriqin, ên ku bi hewas û îhtîras berê wan li kesekî ye, da ku çalak bibin, li dora hin kesan diyar bûn. Qismek ji van kesan jî bi awayekî diyar tabiê Îslama siyasî xuya dikin.
Ji ber hêvînemana giştî, min behsa wê meyla bicihhiştina Başûrê Kurdistanê kiribû. Ya ku bimîne û biguhere heger ne aqlê çê û maqûl ên ciwanan be, wê kî be? Siberoja Kurdistanê wê kî be? Qismek jê eşkere ye ku wê bibin ev ciwan.
Ciwanên ku bi heman hewas û îhtîrasê ji bo guhertineke adil a civaka Kurdistanê kar bikin, û ji bo temamê civakê hêviyê ava bikin, lazim in. Lê beramberî wî dîmenê hat bîra min û ez tirsandim, ev lazimiya hanê ji her demê zêdetir acil e.
Min pêr û pitirpêr, çend ciwanên bi fikrên ronî ji bo siberojeke azadtir a Kurdistanê dîtin û tirsa min hinekî sivik bû. Lê tirsa min ji ser min neçû. Aliyên siyasî li Başûr ne xwedî projeyên siyasî ne ji bo Kurdistanê. Ev yek dikare tewazûna di navbera her du awayên ciwanan de sibe, dusibe ber bi aliyê Îslama siyasî ve biguhere. Û ev Îslama siyasî esas dijminê misilmaniya civaka Kurd e jî. Yanî Îslama siyasî hem ji bo siberojeke azad a Kurdistanê û hem jî ji bo misilmaniya li Kurdistanê tehlûkeyeke mezin e. Yekane rêya ku dikare pêşî li vê yekê bigire jî, wiha diyar e, dînamîkên ciwanan ên şoreşger in. Hîna Şoreşa Rojava li Başûr dikare vê dînamîkê li Başûr li ser xwe bihêle, lê pêdiviya Başûr bi gotareke/minaqeşeyên cidî heye ku vê dînamîka wê, ji nava wê ve çalak bike/bikin û li hemberî tehlûkeya ji derve – ji Tirkiye û Îranê – ya Îslama siyasî, civakê biparêzin.