Duşem, 3 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cangoriyên Fermana Şengalê li Erîvanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê ji bo bîranîna Cangoriyên Şengalê civîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 ciwan bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Rêya ji hezar kîlometreyî bi gavekê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Mûstafa Karasû Haniy Karasû koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna derbarê Şaredariya Etimesgutê de: 40 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bafil Talebanî: YNK wê her tim bi gelê Şengalê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Solaxê bîranîna şehîdên fermanê: Divê berpirsyarên fermanê bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên fermanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji bo careke din ferman li Êzidiyan ranebe divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê ji bo statuya Şengalê têkoşîna xwe geş bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ: Ji bo trajediyên berê dubare nebe em ê têkoşîna xwe dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Turkdogan: Konseya Ewropayê dikarîbû prosedura binpêkirinê bida destpêkirin
Rojane

Turkdogan: Konseya Ewropayê dikarîbû prosedura binpêkirinê bida destpêkirin

Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Ozturk Turkdogan diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li şûna ku 'xemgîn'iya xwe ragihîne, diviyabû diyar bikira ku prosedura binpêkirinê dide destpêkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Îlon 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê destnîşan kir ku têkildarî Rêber Apo û mehkûmên weke wî di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de divê mekanîzmayên nû yên jinûve nirxandina ceza bêne avakirin. Komîteyê ji bo avêtina gavên şênber ên di vê mijarê de jî 9 meh dem da Tirkiyeyê ku Hezîrana 2026’an li ser mijarê agahiyê bide.

Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Ozturk Turkdogan bal kişand ser dema ragihandina biryarê û çarçoveya wê ya hiqûqî û got, “Taybetmendiya biryarê ew e ku dema ji Tirkiyeyê re hatiye dayin ji salekê daxistiye 9 mehan. Beriya niha du caran, herî dawî jî salekê dem hatibû dayin. Niha ev dem daxistin 9 mehan. Ya duyemîn jî xemgîniya xwe bilêv kir ku Tirkiyeyê heta niha ti tedbîr wernegirtiye. Halbûkî dikarîbû li gorî xala 46’an a Peymanê prosedura binpêkirinê bida destpêkirin.”

Turkdogan anî ziman ku komîteyê ji avêtina gaveke hiqûqî xwe da alî, li şûna wê pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê bi bîr xist û got, “Vexwend ku sûd ji komîsyona li meclîsê û pêşnûme qanûnên beriya niha yên parlamenteran bê wergirtin. Lewma di vir de jî pozîsyona siyasî ya Birêz Ocalan neyekser jî be hatiye qebûlkirin ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve. Wan jî nîşan dan ku bi rengekî siyasî li meseleyê dinihêrin.”

DIKARÎBÛN XALA 46’AN BIXISTA MERIYETÊ

Turkdogan bal kişand ser aliyê siyasî yê biryarê û destnîşan kir ku divê pêvajo li ser zemîna hiqûqê bê rûniştandin. Turkdogan got, “Beriya vê nêzîkatiya siyasî diviyabû nêzîkatiyeke hiqûqî bihata nîşandan. Li gorî nêzîkatiya hiqûqî jî dikarîbû xala 46’an a Peymanê bixista meriyetê û wezîfeyên Tirkiyeyê bi bîra wê bixista. Dikarîbû bi bîr xistibûya ku eger van wezîfeyan neke wê prosedura binpêkirinê bikeve meriyetê. Mînak, ev yek nedabûna destpêkirin jî li şûna ku bibêjin em xemgîn in, dikarîbûn hebûna prosdureke bi vî rengî bi bîr xistibûna.”

Turkdogan herî dawî işaret bi sparteyên hiqûqî Yên mafê hêviyê, pêwîstiya bi îradeya siyasî kir û got, “Di pêvajoyên çareseriya şer de ji bo danûstandin karibe bê kirin divê herdu alî ji aliyê muzakereyan ve wekhev bin, di nava şert û mercên wekhev de bin. Ji bo Birêz Ocalan karibe muzakereyan bimeşîne divê şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê ji bo wî bêne afirandin. Ev yek rewatî û zemîna hiqûqî ji bo mafê hêviyê diafirîne. Desthilatdarî nikare ji vê re bibêje, ‘Ez ê çawa vê bikim?’ Ji ber ku gelek biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê sê car in bang li Tirkiyeyê dike. Yanî hem rewatiya xwe ya hiqûqî heye hem jî ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve rewa ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Konseya Ewropayê bang li Tirkiyeyê kir ku biryarên ji bo Demîrtaş bicih bîne
Nûçeya Pişt re Bedîrhanoglû daxwaza ‘perwerdeya bi zimanê dayikê’ û ‘rêveberiya xwecihî’ kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîsên HBDH’ê li Kocaeliyê fabrîqeyek dan ber agir

Milîsên Karker û Edaletê yên HBDH'ê ragihand ku wan li Kocaeliyê febrîqeyeke aîdî şexsekî MHP’yî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Helebê welatiyan direvînin û fîdyeyê dixwazin

Çeteyên dewleta Tirk û hikumeta demkî şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê direvînin û ji bo berdana…

Ji aliyê Stêrk TV

Komîsyon di 21’ê Mijdarê de bi rojeva serdana Rêber Apo bicive

Komîsyona li Meclisê hatiye damezirandin, biryar da ku roja Înê, bi rojeva serdana Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cangoriyên Fermana Şengalê li Erîvanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bafil Talebanî: YNK wê her tim bi gelê Şengalê re be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Solaxê bîranîna şehîdên fermanê: Divê berpirsyarên fermanê bên darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?