Çarşem, 18 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Wêneyê nû yê Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Ma cihê girtiyên nexweş hucre ne?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterê DEM Partiyê çû serdana girtî Evîn Zapsû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê operasyona dewleta Tirk a li hemberî siyasetmedarên Kurd şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterên DEM Partiyê ji bo nexweşa penceşêrê Evîn Zapsû serî li ÎHÎK’ê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji fîlozofê Emerîkî Caputo piştgiriya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Mûşê ji bo azadiya jinên girtî çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê ya Aştiyê hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji 54 dewlet û saziyan re name şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji ber zexta civak û malbatê tundiya li ser jinan tê veşartin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzera Evîn Zapsu: Êşa wê giran e, divê bi lez bê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Karê ne ewle û keda bê bersiv xizaniya jinê mezin dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Kerkûkê pêşengeha Helebçeyê
Kurdistan

Li Kerkûkê pêşengeha Helebçeyê

RJAK’ê bi boneya 36’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê li Kerkûkê pêşangehek vekir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi hevkariya hunermend Mehdî Şefîq ji bo bibîranîna Komkujiya Helebçeyê bi dirûşmeya “Jin mexdûrên şer ên yekem in” û bi nîşandana 120 wêneyan pêşangehek vekir. Wêneyên ku hatin nîşandan, wêneyên karesata Helebçeyê û Reva Mezin a gelê Başûrê Kurdistanê bûn. Pêşangeh dê heta sê rojan berdewam bike.

Endama Encumena Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Şeyma Nebîl têkildarî pêşangehê ji ANF’yê re axivî û got: “Îro 36’emîn salvegera kîmyabarankirina Helebçeyê ye. Me wek RJAK xwest ku em vê rojê bi pêşangeheke wêneyan bi bîr bînin da ku nifşên siberojê vê karesatê ji bîr nekin.”

‘GIRÎNG E KU CIWANÊN ME HAY JI RABORÎ Û DÎROKA XWE HEBIN’

Şeyma Nebînê anî ziman ku ku vekirina vê pêşangehê ji bo ciwanên îro peyamek e û got: “Gelek girîng e ku ciwanên me ji raborî û dîroka xwe agahdar bin. Her karesata ku bi ser gelê me de hatiye, tiştekî mezin e û pêwîst e mirov bi çavekî biçûk lê mêze neke.”

‘JIN MEXDÛRÊN ŞER ÊN YEKEM IN’

Şeyma Nebînê bal kişand ser sernavê pêşangehê û axaftina xwe wiha domand: “Di vê komkujiyê de çînên civakê bi giştî û jin bi taybetî bûn mexdûr. Lewma me got em sernavê pêşangehê bikin ‘Jin mexdûrên şer ên yekem in’. Di pêşangehê de ji sedî zêdetir tablo hene ku taybet bi karesata Helebçeyê û Reva Mezin in.”

Hunermend Mehdî Şefîq ku xwedî arşîva wêneyan e, der barê pêşangehê de axivî û got: “Pêşangeha me bi sernavê ‘Jin mexdûrên şer ên yekem in’ ku ji hêla Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê ve hatiye sazkirin. Em destxweşiyê li RJAK’ê dikin. Me di vê pêşangehê de hewl da ku em zêdetir wan wêneyan nîşan bidin ku di wan de jin hene. Jin her tim bêtawan in û mixabin her tim dibin mexdûrên şer ên yekem.”

Hunermend Mehdî Şefîq behsa komkujiyên li ser gelê Kurd kirin û wiha pê de çû: “Berî Helebçeyê êrîşa bi navê Enfalê li dijî gelê Kurd li başûrê Kurdistanê dest pê kir û paşê jî Helebçe hate kîmyabarankirin û dûvre jî Reva Mezin dest pê kir. Ev hemû karesat di nav çend salan de bi ser gelê Kurd de hatin.”

‘EM HÊVÎ DIKIN SAZIYÊN DIN JÎ MÎNA RJAK’Ê TEV BIGERIN’

Mehdî Şefîq di dawiya axaftina de îşaret bi rola RJAK’ê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di dawiyê de ez careke din destxweşiyê li Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê dikim û hêvî dikim mînakên vê tevgerê zêde dibin. Wan ji bo vê bibîranînê zehmetî kişand. Em hêvî dikin hemû saziyên din di bibîranînên gelê Kurd de mîna RJAK’ê tev bigerin.”

Reva Mezin ango Korew ji wê koça komî ya gelê Kurd re tê gotin ku piştî raperîna sala 1991’ê ber bi Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hatiye kirin.

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroz li Pirsûs, Sêwereg û Xelfetyê hat pîrozkirin
Nûçeya Pişt re Dîmenên Silêmaniyê û ciwanên Silêmaniyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di bombebarana li Minbicê de ciwanek birîndar bû

Dewleta Tirk gundê Seyadê yê Minbicê bombebaran kir. Di encama êrîşê de ciwanê bi navê…

Ji aliyê Stêrk TV

KONGRA-GEL: Ruhê berxwedanê divê bi serdanên cejnê li her qadê bê belavkirin

KONGRA-GEL xwest ku Cejna Remezanê bibe wesîle ji piştevaniyê re û got, "Ruhê berxwedanê divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Tirkiye li ber biryara DMME’yê ya têkildarî Demîrtaş rabû

Tirkiye li ber biryara binpêkirina maf a daîreya duyemîn a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?