Parêzer Baver Mizrak anî ziman ku hikumeta Tirk xwe ji bicihanîna hiqûqa mirovî vedigire ku bingeha mafên mirovan û gerdûnî ye.
Di ser banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo re du meh derbas bûn, lê hîn jî di mijara ‘Mafê Hêviyê’ de gavek nehatiye avêtin. Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Amedê Parêzer Baver Mizrak ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku hem weke baro hem jî rêxistinên civakî yên sivîl bi salan e ji bo ‘Mafê Hêviyê’ bangê dikin.
Parêzer Mizrak anî ziman ku berê li gorî qanûnên Tirkiyeyê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girantirî tine bû, ya cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê ku 30 sal bû, ya jî cezayê îdamê hebû û got, “Piştî darizandina Birêz Ocalan Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara tedbîrê li hemberî cezayê darvekirinê da, dûre li gorî Qanûnên Ahengiya bi Yekîtiya Ewropayê re cezayê darvekirinê hate rakirin û li şûna wê cezayê girtîgehê yê heta mirinê hate bicihkirin. Parêzerên Birêz Ocalan li DMME’yê îtiraz li vî cezayî kir. DMME’yê biryar da ku cezayê girtîgehê yê heta mirinê û rejîma wê ya înfazê êşkence ye.”
HIQÛQA MIROVÎ TINE TÊ HESIBANDIN
Mizrak bi bîr xist ku DMME’yê sala 2024’an bang li Tirkiyeyê kir ku têkildarî ‘Mafê Hêviyê’ di hiqûqa xwe ya navxweyî de sererastkirinê bike û got, “Heta Îlona 2025’an dem ji Tirkiyeyê re hate dayin. Bi daxuyaniya Devlet Bahçelî re ev mijar careke din hate nîqaşkirin. Em dikarin vê bibêjin; dûrî ji pêvajoyekê divê ev maf di çarçoveya mafên bingehÎn û azadiyê de bê nirxandin. Hiqûqa mirovî ku bingeha mafên mirovan û gerdûnî ye vê yekê ferz dike. Lê belê 100 sal in ji ber pirsgirêka Kurd hiqûqa mirovî weke bazariyekê tê bikaranîn. Bi pêvajoya diyalogê ya çend mehên dawî re em dibînin ku ev mijar careke din veguheriye mijareke bazariyê. Dewlet ji bo pêvajo li gorî wê bimeşe û rêxistin çekê dîne, vê yekê weke mijareke bazarî û gefxwarinê bi kar tîne. Dema ku mirov bala xwe didin ser tecrûbeyên cîhanê û pratîkên heyî yên li Tirkiyeyê, tê dîtin ku ji bo Birêz Ocalan karibe pêvajoyê bi çêkerî bimeşîne divê karibe bi rengekî azad bixebite.”
ZEXTA LI SER AZADÎ Û MAFÊN BINGEHÎN
Mizrak işaret bi zextên cidî yên li ser azadî û mafên bingehîn ên li Tirkiyeyê kir û got, “Ne tenê ‘Mafê Hêviyê’ her wiha bi zextên li ser azadî û mafên bingehîn re li Tirkiyeyê kiryarên antî demokratîk dewam dikin. Pêwendiya vê yekê hinekî bi nêzîkatiya ji hevsengiya hêzê ya cîhanê wergirtî heye. Konseya Ewropayê jî ji ber bicihneanîna mafên bingehîn û azadiyê biryareke pêkanînê nade. Pêwendiya vê yekê rola di pêvajoya guherîn û veguherîna cîhanê û Rojhilata Navîn de ji Tirkiyeyê re hatiye dayin, heye.”