Çalakvanên warê jinan di hevpeyvîneke taybet de li ser rewşa jinan, tundiya li dijî jinan û ew astengiyên ku li pêşiya rêxistin û çalakvanên warê jinan hene ji ANF’ê re axivîn.
Çalakvan û Endama Desteya Bilind a Jinên Kedkar ên Kurdistanê Bêxal Fewziyê der barê rewşa jinan de ev tişt anîn ziman: “Tundiya li dijî jinan li seranserê cîhanê berdewam e, lê li vî welatî zêdetir e; ji ber ku civak civakeke olî ye û zihniyeta mêrsalariyê serdest e. Tundî ne tenê fizîkî ye, her wiha astengkirina derketina ji malê û kêmkirina azadiyan jî cureyekî tundiyê ye li dijî jinan. Rojane li Kerkûkê em dibihîzin ku jin ji aliyê bav û birayên xwe ve tên kuştin û tehde li wan tê kirin, ji ber ku zihniyeta mêrsalariyê li ser civakê serdest e. Dema ku mêr tundiyê li dijî hevjîna xwe dike, malbat xwedî li keçên xwe dernakevin, lewma jin neçar dimînin ku berê xwe bidin xwekuştinê.”
‘DESTHILAT ASTENG E, LI PÊŞIYA PARASTINA JINAN’
Her wiha Bêxal Fewziyê got: “Me wek rêxistinên jinan li Kerkûkê hewl da ku em stargehên jinan vekin ji bo parastina jinan ji kuştinê. Avahiya stargehê temam bûye lê ev çend sal in desthilatdar nahêlin ku bê vekirin. Em her tim ji bo hişyarkirina civakê konferans û semîneran li dar dixin, ji ber ku em jin em dizanin êşên me çi ne. Pêwîst e zayenda hember jî beşdarî semîner û konferansên hişyarkirinê bibe da ku fam bike ku jin ne yên wan in ku dilê wan bi wan bişewite, divê rêz li jinan bê girtin.”
‘JINÊN KURD QEHREMAN IN, BI DIRÊJAHIYA DÎROKÊ ŞER KIRINE Û TÊKOŞIYANE’
Bêxal Fewziyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jinên Kurd qehreman in, bi dirêjahiya dîrokê jinên Kurd tê koşiyane û şer kirine û ji tu tiştî netirsîne. Ji ber ku dîn li ser civaka me serdest e, girîng e ku zilamên dînî di axaftinên xwe de behsa hebûn û mezinbûna jinan bikin.”
‘MIXABIN EW JINÊ KU DI NAVENDÊN BIRYARDANÊ DE NE JI BO JINAN NAXEBITIN’
Çalakvana jin û Berpirsa Têkiliyên Yekîtiya Jinên Kurdistanê Esmer Letîfê behsa sedemên zêdebûna tundiya li dijî jinan kir û ragihand: “Tundî li hember jinan zêde ye û her tim di zêdebûnê de ye. Mêr pir bi hêsanî dikarin li bazaran çekan bi dest bixin û di kiryarên tundiyê de bi kar bînin. Tundî ne tenê fizîkî ye, her wiha bi rêya gotinên nebaş û kêmkirina azadiyan jî pêk tê. Em jî wek çalakvan û rêxistinên warê jinan hewl didin ku tundiya li dijî jinan ji holê rakin, lê mixabin ew jinên di navendên biryardanê de ne, ji bo jinan naxebitin. Di parlamento û dadgehan de jin hene lê ji bo jinan naxebitin. Her wiha di navendên polîsan de jinên polîs tune ne, ev jî ji bo wan jinên ku rastî tundiyê tên pirsgirêk e, ji ber ku nikarin behsa wê tundiyê bikin ku li wan hatiye kirin.”
‘DIVÊ EM BI RÊYA PERWERDEYA MALBATÊ CUDAHIYA DI NAVBERA KEÇ Û KURAN JI HOLÊ RAKIN’
Esmer Letîfê her wiha peyamek ji malbatan re şand û got: “Ji bo jinavbirina tundiya li dijî jinan, divê em pêşî ji perwerdeya nav malbatê dest pê bikin. Divê dê û bav keç û kurên nav malbata xwe wekhev bibînin da ku cudahî nemîne, ji ber ku cudahîdanîn di navbera keç û kuran de dibe sedem ku tundî li hember jinan zêdetir bibe.”
‘HETA ASTEKÊ HIŞYARIYA LI SER TUNDIYA LI DIJÎ JINAN ZÊDE BÛYE’
Parêzer û çalakvana warê jinan Necla Selahê amaje bi rewşa jinan kir û wiha got: “Li gorî berê ez dikarim bibêjim ku guherîn çêbûye û tundiya li dijî jinan tevî ku berdewam e, kêmtir bûye. Niha ji ber ku rêxistin û çalakvanên warê jinan her tim konferans, semîner û kursên hişyarkirina civakê li dar dixin, lewma heta astekê hişyariya li ser tundiya li dijî jinan zêde bûye.”
Her wiha Necla Selahê behsa qanûnên Iraqê yên têkildarî parastina jinan kir û ragihand: “Ew qanûnên ku li Iraqê ji bo parastina jinan û malbatê hene, pêwîstiya wan bi guherînê heye, lê guherîna ber bi başiyê ve. Eger biryara 1325’ê bê cîbicîkirin, wê demê mafên jinan ji niha zêdetir dê werin zeftkirin, lewma ez hêvîdar im bi zexta hemû aliyan û rêxistinan di qanûnên Iraqê de ji bo parastina jinan çaksazî çêbe.”
‘LI HEMBER BINPÊKIRINA MAFÊN XWE DENGÊ XWE BILIND BIKIN’
Parêzer û çalakvana warê jinan Necla Selahê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Peyama min ji bo civakê ew e ku hemû takekesên civakê bikarin daxwaza mafên xwe bikin, li hember binpêkirin û zeftkirina mafên xwe dengê xwe bilind bikin û daxwaza mafên xwe bikin. Divê tu keçek bê xwendin nemîne.”