Zulkuf Uçar di nirxandina xwe ya li ser pêvajoya şer û kaosê ya li Rojhilata Navîn û lêgerînên çareseriyê yên pirsgrêka Kurd de destnîşan kir ku ji bo serkeftina vîzyona “Civaka Demokratîk û Aştî” ya Abdullah Ocalan pêş xistiye, divê dewlet bi lezgînî sererastkirinên zagonî bike û helwesteke zelal nîşan bide.
Uçar diyar kir ku balkişandinên dawî yên birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê, têkildarî wê yekê bûn ku divê pêvajo bi awayekî teng neyê şirovekirin. Ji bo wî, pêvajo hem di wateya dîrokî hem jî di ya rojane de, li hemberî şikestinên krîtîk û serûbinkirinên siyasî alternatîfek nû ye. Ev alternatîf her çend di navbera PKK û dewletê de şênber bibe jî, tenê bi vir re sînordar nîn e. Birêz Ocalan bi taybetî li dijî şerên hegemonyayê yên ku li ser Îranê têne meşandin, hemû dewletan hişyar dike. Ocalan destnîşan dike ku li Rojhilata Navîn sê xeyal û xetên siyasî yên li bi hev re di nava pevçûnê de ne hene û ew hewl dide çareseriya demokratîk pêş bixe. Hem dewletên hegemonîk hem jî netewe-dewletên herêmê xwedî hesabên serweriyê ne; lê belê ev hesab wekî serdema şerê sar ne bi îstîkrar û lihevhatî ne. Her kêlî dikarin şer û pevçûnên nû biafirînin. Lêgerînên hegemonîk, şer û komkujiyên li qadên Sûriye, Iraq û Îranê îspat dikin ku dixwazin vê yekê wekî rastiya nû ya Rojhilata Navîn ava bikin.
BERPIRSYARIYÊN KU EV PÊVAJO DIXE SER MILÊ DEWLETÊ DIVÊ NEYÊN PAŞXISTIN
Birêz Ocalan bi analîzên pir xurt nîşan daye ku ji vê rewşa siyasî ya kaosê meriv dikare bi “Komara Demokratîk” derkeve û vê yekê bi îstîkrar diparêze. Lê belê ev yek hin berpirsyariyan dixe ser milê dewletê. Ji peyamên wî yên dawî em fêm dikin ku Birêz Ocalan ji bo serkeftina pêvajoyê pir bi biryar e. Em dikarin bibêjin ku di her xitimandinê de rê û rêbazeke nû datîne ber dewletê û bi rastî dewletê ber bi çareseriyê ve dikişîne. Pêvajoya li ser eksena Dewlet û PKK’ê dimeşe, di serî de pêşxistina komara demokratîk armanc dike. Digel vê yekê, perspektîfa çareseriyê ya Birêz Ocalan xwedî pêşdîtineke pir berfirehtir e. Dema dibêje çareseriya li ser bingeha Mezopotamya û Anatolyayê, tam vê vîzyonê datîne holê. Ji ber ku ji bo Birêz Ocalan çareseriya bingehîn demokratîkkirina civakê û bi vî rengî qezenckirina vîna azadiyê ye.
Uçar diyar kir ku perspektîfa çareseriyê ya Abdullah Ocalan potansiyeleke wê ya afirandina encamên mezin ên dualî heye û wiha got: “Aliyekî wê, bi neçarkirina dewletê ya ji bo demokrasiyê avakirina ‘Komara Demokratîk’ e; aliyê din jî bi pêşxistina ‘Civaka Demokratîk’ xurtkirina zemîna civakî ye wekî bingeha eslî ya çareseriya siyasî. Serlêdana Anatolya û Mezopotamyayê, tam armanca belavkirina civaka demokratîk û veguherandina wê ya wekî rêbaza bingehîn a çareseriyê ya vê erdnîgariyê nîşan dide. Bi kurtasî; wekî ku em ji daxuyaniyên Birêz Ocalan fêm dikin, serkeftina vê pêvajoyê ji bo hemû aliyan neçariyek e. Ji ber ku hesabên piralî yên ku di dîroka Rojhilata Navîn de kêm têne dîtin, li ser dewlet û civakan zexteke mezin dikin. Yekane rêya bê bandorkirina vê zextê berî ku bibe teqînek, ji bo Birêz Ocalan aştî û demokrasi ye.”
JI BO PÊVAJOYÊ GIRÎNG E KU DEWLET HELWESTA XWE ZELAL BIKE
Uçar nirxandina xwe ya li ser qonaxa pêvajoya “Civaka Demokratîk û Aştî” wiha domand: “Heke em vegerin bangawaziya Civaka Demokratîk û Aştiyê ya 27’ê Sibatê, em dikarin fêm bikin ka pêvajo li ku derê ye. Wê rojê Birêz Ocalan perspektîfeke çareseriyê ya ku heta îro qet jê veneqetiya ye, danîbû holê. Ev perspektîf li ser du stûnan ava dibû: Fesihkirina PKK’ê û avêtina gavên qanûnî. Hem Birêz Ocalan hem jî PKK’ê erkên li ser milê xwe bi cih anîne. Hemû pêvajoyên polîtîk û etîk ên ku vîzyona çareseriyê ya destpêkê hewce dikir, hatine meşandin. Di bangawaziyê de çarçoveya ku Birêz Ocalan wekî zemîna çareseriyê xêz kiribû, bi giranî kêm e. Ev wekî ‘çarçoveya siyasî û hiqûqî’ hatibû diyarkirin. Qada berpirsyariya dewletê jî ev çarçove ye. Lê em dikarin bibêjin ku heta îro dewletê di vê qadê de hîn gavek neavêtiye. Heke vîn û hêza çareseriyê ya Birêz Ocalan ji aliyê muxatabên wî ve jî di heman astê de bihata pêşvazîkirin, pêvajo zû de bi ser ketibû. Lê wekî ku me berê jî got, Birêz Ocalan hem ji bo sepandina rêbaza xwe ya çareseriyê bi PKK’ê re berpirsyariyên xwe bi cih tîne; hem jî neçar dimîne ku dewletê ji bo pêkanîna erkên wê her tim neçar bike. Yanî bi rastî hema bêje hemû keda ku pêvajo heta vê astê hatiye, xwemalî Birêz Ocalan e. Bi sererastkirinên qanûnî pêvajo dê derbasî qonaxeke bilindtir bibe. Ji ber vê yekê ji bo diyarkirina asta pêvajoyê, pîvana herî girîng şeffafkirina helwesta dewletê ye. Lê mijarek heye ku divê em bi biryardarî li ser bisekinin. Birêz Ocalan ev pêvajo tenê wekî muzakereyek bi dewletê re ava nekir. Dibe ku derfeteke din a bi qasî vê girîng hebe; ji dema pêvajo dest pê kiriye û vir ve gelê Kurd, her çend bi defakto bimîne jî, xwedî derfeteke girîng a rêxistinbûnê bû. Di pêşxistina civaka demokratîk de derfetên pir xurt vebûn. Dîsa gelê Kurd di xebatên yekîtiya neteweyî de astên pir girîng derbas kirin. Ev pêvajoya ku Birêz Ocalan dabû destpêkirin heta niha ji bo gelê Kurd di warê zimanî, çandî û rêxistinî de derfet afirandin. Pêvajo di vê wateyê de potansiyeleke xurt hildigire. Bi avêtina gavên qanûnî re ev potansiyel dê encamên pir dîrokî biafirîne.”
GAVÊN PRATÎKÎ NABE KU WERIN DERENGXISTIN
Uçar bal kişand ser wê yekê ku ji bo pêvajo bi tendurist bimeşe pêdivî bi gavên lezgîn heye û wiha axivî: “Di pêvajoyê de, li gorî qonaxa ku hatiye gihîştin, hêviya hevpar a hemû aliyan û civakê ew e ku dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne. Tê zanîn ku ev berpirsyarî dê bi sererastkirinên hiqûqî şênber bibe. Nemaze divê têgihiştinên înkarker û asîmîlasyonîst werin terikandin. Berî her tiştî divê gelê Kurd di nav qada hiqûqê de cih bigire û mafên wan ên hebûnî werin teslîmkirin. Dîsa divê rêya endamên PKK’ê ya ji bo siyaseta demokratîk û azad were vekirin. Di heman demê de, şert e ku mirovên li dîasporayê û girtiyên li zindanan ên ku di şerê 50 salên dawî de pirsgirêkên herî mezin in, di nav vê çarçoveya hiqûqî de cih bigirin. Birêz Ocalan sererastkirinên qanûnî yên ku pêvajo hewce dike, wekî ‘yasaya entegrasyona demokratîk û aştiyê’ pênase dike. Hem statuya hiqûqî ya gelê Kurd, hem derfetên siyaseta demokratîk a PKK’iyan, hem jî azadiya hemû girtiyan û vegera sirgûniyan divê di vê çarçoveyê de werin nirxandin. Ev sê sernav wekî mijarên herî lezgîn di nav hev de ne.”
‘DIVÊ DEWLET BIPEJIRÎNE KU ABDULLAH OCALAN SERMUZEKEREVAN E Û VÊ YEKÊ JI CIVAKÊ RE RAGIHÎNE’
Uçar bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û diyarkirina fermî ya statuya wî ya li Îmraliyê ji bo encamgirtina bilez a pêvajoyê û wiha got: “Divê di serî de ev were gotin: Birêz Ocalan bi ramanên xwe di astekê de ye ku dikare hevkêşeyên civakî û siyasî ji nû ve ava bike û bandorê li hemû vîzyonên siyasî bike. Dema şert û mercên ku bikaribe rasterast bi civakê re têkiliyê deyne werin dabînkirin, dikare dîwarên dijminatiyê yên ku sed sal in dixwazin di navbera gelê Kurd û gelê Tirk de hûnandin, hilweşîne. Rêbaza wî ya ‘sociolojiya dîrokî’ ya ku bi hev re serî li dîrok û sosyolojiyê dide, dibe sedem ku civakê bi awayê herî rastîn nas bike. Projeyeke pir xurt a Birêz Ocalan heye ku ji civakê re vebêje. Azadiya wî ya fîzîkî û derfetên ragihandina azad herî zêde ji bo vê yekê pêdivî ne. Di avahiya sosyo-polîtîk a heyî de ku hemû xeyalên azadbûnê li ser bingeha desthilatdariyê pêş dikevin û di dawiyê de veguherînin mekanîzmayên zext û mêtingeriyê, Birêz Ocalan perspektîfa azadiyê pêşkêşî civakê dike. Bi salan e li rêyên ji nû ve qezenckirina vîna azadiyê ya civakê digere. Ev yek ne tenê ji bo meşandina tendurist a pêvajoyê, di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên azadiyê yên mezin ên civakên Rojhilata Navîn jî dê derfetên girîng biafirîne. Bêguman ji bo meşandina tendurist a pêvajoyê jî, ev yek ji gavên herî lezgîn e ku divê werin avêtin. Ji ber ku ji bo pêvajo ji vir û pê de bi tendurist bimeşe, şertê ‘muzakereya demokratîk’ heye. Muzakereya demokratîk neçar dike ku her du alî di asteke wekhev de bikaribin biaxivin û rêbazên çareseriyê biparêzin. Lê belê di şertên heyî de, hîn ev derfet ji bo Birêz Ocalan nehatine afirandin. Ji bo ku muzakereya demokratîk bi tendurist bimeşe divê pirsgirêka statuyê jî êdî zelal bibe. Divê dewlet qebûl bike ku Birêz Ocalan sermuzekerevan e û vê yekê ji tevahiya civakê re ragihîne.”

