Daxuyaniya piştî hevdîtîna bi Rêber Apo re hatî dayîn, eleqeyeke mezin dît. Têkildarî mijarê siyasetmedar Ziya Pîr û Nûrsel Aydogan, akademîsyen Çetîn Gurer û hiqûqnas Rengîn Ergul bi ajansa me re axivîn û bal kişandin ser girîngiya daxuyaniyê.
JI BO KU PEYAMÊN ABDULLAH OCALAN RASTERAST WERIN RAGIHANDIN DIVÊ ZEMÎNEK WERE AVAKIRIN
Siyasetmedar Ziya Pîr têkildarî daxuyaniya DEM Partiyê ya piştî hevdîtina li gel Rêber Apo hatî dayîn axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Ez weke aligirekî aştiya birûmet ya di navbera Kurd û Tirkan de, beriya her tiştî peyamên Birêz Ocalan gelekî girîng dibînim. ‘’
Pîr axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: ‘’Ger dewlet û hikûmet ji paradîgmaya nû paşde gav neavêje, wê pêvajoyeke nû dest pê bike. Ji aliyê gelê Tirk ve yek ji mijara herî girîng, têkoşîna gelê Kurd ya çekdarî û bidawîbûna tirsa perçebûna welêt; ji aliyê gelê Kurd ve jî tirsa jidestdana destkeftiyên ev 40-50 sal in hatine bi dest xistin, wê berteref bibin.’’
Pîr di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya têkiliya rasterast ya muxatabên pêvajoyê û ev yek anîn ziman: ‘’Eê vê yekê jîdizanin ku di pêvajoyên bi vî rengî de spekulasyon, manîpulasyon û şantaj tên pêşxistin. Ji ber vê yekê divê muxatab ne bi heyetan bi rasterast hevdîtinan pêk bînin. Divê zemîn û mekanîzmayên vê yekê werin amadekirin. Ji bo pêşîlêgirtina van talûkeyan, çawa ku Birêz Erdogan û Birêz Bahçelî dikarin rasterast fikrên xwe ragihînin gel û xuxatabê xwe, divê heman zemîn ji bo Birêz Ocalan jî were amadekirin.’’
PEYAMÊ RÊ LI BER SIYASETA TENGAVBÛYÎ VEKIR
Akademîsyen Çetîn Gurer têkildarî hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya li gel Rêber Apo axivî û diyar kir ku vê hevdîtinê rê li ber siyaseta tengavbûyî vekir û got: ‘’Li gel daxuyaniyên ji destpêka meha Cotmehê heya niha, heyeta DEM Partiyê piştî 9 salan bi Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Encamên vê hevdîtinê di demeke kurt de xwe di nava raya giştî de nîşan da. Beriya her tiştî tespîta ku fikirên Ocalan wê rê li ber siyaseta tengavbûyî veke, dubare rastiya xwe îspat kir. Vê hevdîtinê û peyamên Ocalan kir ku qada siyesetê gelekî rehet bibe. Dubare mijarên weke pirsgirêka Kurd, aşitî û çareserî hatin axaftin; hin nediyarî ji holê rabûn. Ji aliyê şert û mercên heyî ve ev yek gelekî giring e.’’
Gurer di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hewcehiya rakirina tecrîdê û got: ‘’Herçend DEM Partî çûye Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinek pêk aniye jî ev yek nayê wê wateyê ku Ocalan û Îmralî dubare daxilî normên hiqûqê yên derbasdar bûne û tecrîda heyî bi temamî hatiye rakirin. Rakirina tecrîdê ya bi temamî, yek ji şert û mercên aşitî û çareseriyê ye. Herçend desthilatdariya siyasî têkildarî çareseriyê daxuyaniyan bide jî, bi qasî ku tecrîd dewam bike û heya ku perspektîfa Abdullah Ocalan ya çareseriyê neyê zanîn tu qîmeta van daxuyaniyan tune ye.’’
DIVÊ ABDULLAH OCALAN BI AWAYEKÎ AZAD PÊVAJOYÊ BI RÊ VE BIBE
Siyasetmedar Nûrsel Aydogan diyar kir ku seredana DEM Partiyê ya ji bo Îmraliyê gelekî girîng e û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: ‘’Heyeta Îmraliyê herî dawiyê di 4’ê Nîsana 2015’an de hevdîtina xwe pêk anîbû. Ev yek, hevdîtina dawîn ya Pêvajoya Aşitiya Demokratîk bû. Çimkî pêvajo ji aliyê desthilatdariyê ve hate bidawîkirin û pêvajoyeke nû ya xwe spart tunekirin û tasfiyekirinê hate destpêkirin. Piştî 9 salan du endamên heyetê, dubare çûn Îmraliyê û têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek hate dayîn.’’
Aydogan da zanîn ku perspektîfa hatî eşkerekirin hêviyekê dide û ev yek anîn ziman: ‘’Birêz Ocalan bi pêşbîniyên xwe yên bihêz û bi hemû çakniyetîya xwe tiştên ku divê werin kirin, nîşan da. Perspektîfeke hêvîbexş e. Em jî dibêjin ku ‘Hêvî ji serkeftinê bi qîmettir e’ û xwedî li vê perspektîfê derdikevin.’’
TECRÎD HÊ BI DAWÎ NEBÛYE
Hiqûqnas Rengîn Ergul diyar kir ku tecrîd hê jî berdewam dike û got ku divê têkildarî vê mijarê têkoşîneke çalaktir were dayîn û got: ‘’Hevdîtina heyeta DEM Partiyê pêngaveke erênî ye. Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku tecrîd bi temamî hatiye rakirin. Hê jî temînateke ku hevdîtinên malbat û parêzeran bi awayekî normal pêk tên, tune ye. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku tecrîd hê jî berdewam dike.’’
Ergul bal kişand ser girîngiya têkoşîna hiqûqî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Ji bo ku tecrîd were rakirin, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan were dabînkirin û girtiyên siyasî werin berdan divê parêzkariya hiqûqî were bihêzkirin. Herweha belgekirina sûcên li dijî mirovahiyê yên li Rojava û têkoşîna hiqûqî, perçeyeke misyona hiqûqnasan e. Di vê pêvajoyê de tişta ku dikeve ser milên me ev e.’’