Pêncşem, 2 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    27 sazî û rêxistinên NY’ê li dijî pêla darvekirinê ya li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Senatorê Keskan komkujiya Şengalê xist rojeva parlamenta federal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Tirk 6 ciwan êşkence kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirina ‘Celadê Enfalê’ hat erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2026’an de 2 kolber hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Atlig: Li Kurdistanê aboriya komunal pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HDKA: Bi droneyê êriş li kampa me ya li Dêgeleyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ji bo çalakkirina parlamentoyê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî Komkujiya Sêwasê ya 2’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zîlan li Şengalê bi semînerekê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dr. Ehmed: Rejîma Îmraliyê hewldanek ji bo tinekirinê ye
Rojane

Dr. Ehmed: Rejîma Îmraliyê hewldanek ji bo tinekirinê ye

Aktîvîsta Misrî D. Seher Hesen Ehmed anî ziman ku rejîma li Îmraliyê parçeyek ji siyaseta qirêj û zalim a Tirkiyeyê ye û got, "Ev rejîm ne tenê tecrîdeke fîzîkî ye, di heman demê de hewldaneke bi rêk û pêk a ji bo tinekirinê ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Aktîvîsta Misrî Dr. Seher Hesen Ehmed têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Dr. Seher Hesen Ehmed destpêkê bal kişand ser bandora Abdullah Ocalan a li ser tevgerên siyasî û civakî û got, “Ocalan yek ji lîderên herî bi bandor e. Dengê Kurdan e û berhemên wî bi kûrahî bi dîroka çandî û siyasî ya gelê Kurd dadikeve. Ocalan mîna ‘Konfederalîzma Demokratîk’ modelên alternatîfa dewletê ya kevneşop weke teoriyên civakî û siyasî yên cuda pêşkêş kir. Bi rêya van teoriyan dixwaze civakeke ku xwe dispêre jiyana bi hev re ya aştiyane ya çandên cuda, demokrasiya yekser ava bike. Ocalan sîstema cîhanê ya li ser kapîtalîzm, mêtingerî û emperyalîzmê ava bûye rexne dike, ji bo pêkanîna wekheviya civakî û edaletê alternatîfan pêşniyar dike. Berhemên wî xwe dispêrin tecrûbeyeke demdirêj a şexsî ya têkoşîna leşkerî û siyasî. Ev tecrûbe têkildarî zor û zehmetiyan agahiyên hêja pêşkêş dike. Berhemên wî mijarên edaleta çandî û civakî dide pêş, girîngiya xurtkirina jinan û misogerkirina wekheviya zayendî ya civakî destnîşan dike. Ji ber vê jî xwendina berhemên Ocalan têkildarî rastiya Kurdan, sîstema civakî û siyasî ji bo afirandina teoriyên alternatîf dibe alîkar, her wiha ji bo her kesên dixwazin bi rengekî rexneyî li sîstema cîhanê ya heyî binierin dibe çavkaniyeke analîz û lêkolînê ya girîng.”

Dr. Seher Hesen Ehmed têkildarî tecrîda giran a li Îmraliyê jî got, “Ya ku Tirkiye dike nîşaneya siyaseta wê ya qirêj û zalim e. Ev rejîm ne tenê tecrîda fîzîkî ye, di heman demê de hewldaneke bi rêk û pêk a ji bo tinekirina fikir û nasnameya têkoşîna Kurdan e. Ji aliyê exlaqê civakî ve ev sîstem ji gelek aliyan ve dikare bê lêkolîn. Li dijî mirovahiyê ye û binpêkirina rûmetê ye. Rejîma qirkirinê ya li Îmraliyê mînakek ji binpêkirina rûmeta mirovan û binpêkirina mafên mirovan e. Armanca sîstemê ew e ku mirovan ji mafên xwe yên nasname, çandî û siyasî bêpar bihêle. Rejîm bi zilma li ser lîderên mîna Ocalan dixwaze tevgerên azadiyê û ruhê kolektîf tine bike. Tevî şert û mercên giran jî Ocalan û yên pê re li girtîgehê li ber xwe didin ku ev yek nirxekî hîn mezin ê manewî nîşan dide.”

Dr. Hesen Ehmed anî ziman ku hebûna rejîmeke zordar a li Îmraliyê tê wateya lawazkirina tevgerên civakî û azadîxwaz ên li herêmê û got, “Hewldanên ji bo pêkanîna wekheviya civakî û edaletê asteng dike. Nirxên azadî, edalet û mafên mirovan li tevahiya cîhanê divê bêne parvekirin û bicihanîn. Binpêkirina van nirxan li cihekî hingî baweriya bi wan a di asta navneteweyî de lawaz dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAHÎRE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 13’Ê HEZÎRANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Şaredariya Bajarê Nû hewl dide xisarên ji ber qeyûm çareser bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Navê şehîdên Reqayê hate eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 3 endamên hêzên ewlekariya hundirîn ên şehîd bûn,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ozgul Sakî: Desthilatdarî xwe nade ber hesabdayinê

Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakî anî ziman ku desthilatdarî 22 sal in xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Gultan Kişanak: Hewcedariya me ne bi tahliyeyê bi azadî û aştiyê heye

Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak tahliye bû. Gultan Kişanak li ber girtîgehê axivî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

27 sazî û rêxistinên NY’ê li dijî pêla darvekirinê ya li Îranê banga lezgîn kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Senatorê Keskan komkujiya Şengalê xist rojeva parlamenta federal

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Leşkerên Tirk 6 ciwan êşkence kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cezayê darvekirina ‘Celadê Enfalê’ hat erêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?