Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gora Jîna Emînî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe
Jin

Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

Johanna Kiso got, dema ku weke dayik ew li hev kom bibin, vediguherin hêzeke welê ku têk naçe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Aktîvîsta Înîsiyatîfa Malbatan a ji bo Aştiyê Johanna Kiso dema naskirina Şoreşa Rojava û Tevgera Azadiyê ya Kurd û armanca çalakiya Karavana Dayikan (Mütterkarawane) ji ANF’ê re nirxand.

Johanna Kiso ku niha li nêzî bajarê Hamburgê dimîne, anî ziman ku 40 salên xwe li Başûrê Elmanyayê, li nêzî Freiburgê derbas kir û got, “Li Freiburgê bi rengekî çalak beşdarî nava Meclîsa Jinan a Freiburgê (Frauenrat) bûm ku di bin sîwana Navenda Civaka Kurd a li Freiburgê de ye. Bûm parçeyek ji tevgera piştevaniyê. Bi wesîleya karên hevpar ên bi gelê Kurd û têkiliya bi gel re min Înîsiyatîfa Malbatan a ji bo Aştiyê (Familien für den Frieden) nas kir û ji bo tevlî karên civakî bibim, bûm endameke vê înîsiyatîfê. Li vir têkildarî rewşa civakî ya li Elmanya û Ewropayê em agahiyê didin mirovan. Ji ber ku sîstema em di nav de ne ji zextê, ji zordariya baviksalariyê û mêtingeriyê azad nîne; berevajî vê yekê bi neheqiyê hatiye avakirin. Hêzên serwer îro qala aştiyê û hevgirtinê nakin, lê qala ‘amadebûna ji şer re’ dikin. Înîsiyatîfa Malbatan a ji bo Aştiyê ji bo xwegihandina li gelê sivîl û zanekirina civakê zemîneke xurt pêşkêş dike.”

‘ÇAR CARAN ÇÛM ROJAVA’

Johanna Kiso anî ziman ku beriya bi salan wê Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Dema ku min ew nas kir, ez bûm aşiqê eşqa wan a ji bo azadiyê. Bi vê baweriyê çar caran çûm Rojava. Min têkiliyeke yekser bi gelê li wê derê re danî, bi wan re mam û min hewl da beşdarî avakirina jiyana kolektîf bibim.”

Li ser sedema tevlîbûna li çalakiya “Karavana Dayikan” Johanna Kiso got, “Sedemên şênber ên vê yekê hene. Dawiya meha Çileyê ji Rojava vegeriyam. Dema li Rojava bûm min yekser şahidî ji wê êrişkarî û dagirkeriya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê re kir. Min bi çavên xwe dît, bê l hemberî gelê Kurd û civaka sivîl a li wê derê komployeke çawa qirêj hate meşandin. Şahidiya ji şerekî welê giran, êşa kûr a gel gelekî bandor li min kir.

Lê belê di heman demê de min dît ku li gel êrişan jî gel çawa bi hêviyê li dora hev civiya ye. Wê kêliyê min ji xwe re got, ‘Dema li Ewropayê, li Elmanyayê vegeriyam, ev kar wê nesekine, berevajî wê hîn mezin bibe’. Me ev karavan ji bo xwegihandina li mirovan, parvekirina tecrûbeyên xwe, ji bo axaftin û hevparebûna jiyanê bi rê kir.”

‘BERXWEDAN JIYAN E’

Weke peyama dawî ya ji bo gelan û raya giştî Johanna Kiso got, “Peyama min zelal e: Berxwedan Jiyan e. Jiyan diyariyek e ku ji me re hatiye dayin. Weke dayikekê min can da zarokên xwe; ew mezin bûn, bûn kesayetên serbixwe ku li ser lingê xwe disekinin û min jî têkoşîna jiyana xwe meşand. Hevgirtina me, komînbûna me di heman demê de bi parastina xweseriya xwe hînbûna tiştên nû ji hev, gelekî bedew e.

Ji ber vê yekê divê em her cûre zehmetî û astengiyên li pêşiya jiyana xwe zanibin, fêhm bikin û li ber xwe bidin. Li hemberî astengiyên li pêşiya xwe divê em nebêjin, ‘Ev ji min re gleekî zêde ye, ez xwe nadim ber’. Dema ku kevir li ser rêya me hate danîn, li şûna ku li dora wan bizîvirin divê em sedema danîna wan keviran fêhm bikin, bi wan zehmetiyan re rû bi rû bimînin û ji holê rakin. Ji ber ku dema weke dayik em li hev kom bûn, em vediguherin hêzeke welê ku têk naçe. Ya ku bi vê rêwîtiyê em ê nîşanî tevahiya cîhanê bidin ev e: Em hêzeke hevpar in ku jiyanê û cîhaneke nû diparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BREMEN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Zîlan manîfesto ye, banga ji bo azadiyê ye’
Nûçeya Pişt re ‘Hevrê Zîlan rêya azadî û bi rûmet nîşanî her kesî da’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Navê Şerzan wê di çîrokên lehengiyê de bê bîranîn!

Şehîd Şerzan Herekol bi jiyan û têkoşîna xwe navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka…

Ji aliyê Stêrk TV

PJAK’ê Îqbal Muradî bi bîr anî: Sembola berxwedan û têkoşînê ye

Komîteya Malbatên Şehîdan a PJAK'ê aktîvîstê mafên mirovan û welatparêz Îqbal Muradî di salvegera 7'emîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?