Meclîsa Jina a PYD’ê derbarê êrîşa hêzên hikumet demkî ya li ser sivîlên Kurd a li bajarokên Til Eran û Til Hasilê daxuyanî da.
Daxuyanî li navenda PYD’ê ya li bajarê Qamişlo bi zimanê Erebî ji hêla berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê Hûrî Şemdî û bi zimanê Kurdî ji hêla endama PYD’ê Sorîn Ekrem ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Di demekê de ku hêvî hebû Sûriye bi gavên cidî ber bi avakirina dadperwerî û wekheviyê ve biçe û di pêşiya wan de jî mafên jinan di destûra nû de werin pejirandin û misogerkirin, hikumeta Şamê hîn jî bi siyasetên xwe yên dûrî pirrengî, hevjiyanî û pejirandina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê dewam dike. Ev rewş xemgîniyek mezin li ser pêşeroja maf û azadiyan li Sûriyeyê diafirîne.
Em wek Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hemû êrîş û binpêkirinên ku li dijî sivîlên Kurd tên kirin bi tundî şermezar dikin. Em de tekez dikin ku avakirina Sûriyeyeke aram û bi ewlehî tenê bi pejirandina mafên jinan, misogerkirina beşdarbûna wan a bi bandor di hemû qad û saziyên biryardanê de û herwiha bi pejirandina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk tê. Prensîba hevpariya rastîn û hemwelatiya wekhev divê bingeha Sûriya nû be, bêyî her cure cudakirin û dûrxistinê.
Li ser vê bingehê em bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û mirovahî û hemû rêxistinên ku ji bo mafên jinan têdikoşin dikin ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bînin.”

