Li ofîsa Yekgirtûya Îslamî ya li bajarê Silêmaniyê, Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê derbarê rewşa xitimî ya li Herêma Kurdistanê û ava nekirina hikûmetê daxuyaniyek çapemeniyê lidarxist.
Serokê Fraksiyonê Mistefa Ebdullah di daxuyaniyê de axivî û got: “Em daxwaz dikin ku ji bo çalakkirina Parlamentoyê, xebatek bilez were pêkanîn da ku ji bo xizmetkirina welatiyan bibe parlamentoyek bihêz. Em piştgiriya xwe ji bo pêngava Emîndarê Yekgirtûya Îslamî diyar dikin. Di çend rojên bê de, wê civîneke berfireh ya partiyên nav parlamentoyê pêk bînin.”
Mistefa Ebdullah balkişand li ser operasyonên hikûmeta Iraqê yên dijî gendeliyê û wiha domand: “Em piştgiriya pêngava dijî gendeliyê dikin ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye destpêkirin. Em hêvî dikin ev pêngav berdewam be û bigihîje encamê ku tevahiya Iraqê bigre nav xwe. Em di karên xwe de ranewestiyane û me gelek dosyayên gendeliyê radestî Desteya Temyîzê kirine. Her wiha li ser sê dosyayan jî li dadgehê gilî tomar kiriye.”
Di dewama daxuyaniyê de Mistefa Ebdullah wiha anî ziman: “Hewldanên ji aliyê desthilatê ve ji bo parlamento bê heybet bibe hatine kirin û lêpirsîn neyê kirin, gihîştine encamê. Lê emê bêdeng nebin û ji bo talankirina bihayê benzînê jî me li Parlamentoya Iraqê gilî tomar kiriye û divê benzîn erzan bibe.”
Di bersiva pirsa nûçegihanê Rojnewsê ya ‘Yekgirtû wek hêzeke muxalefetê çima ketiye navbera her du hêzên desthilatê ji bo avakirina hikûmetê, û ev gav piştî serdana Emîndarê Yekgirtû ya ji bo Tirkiyeyê hat?’ Mistefa Ebdullah got: “Projeya me ji bo xilasbûna ji qeyranê û derbasbûna Herêmê ji van pirsgirêkan heye. Ev xizmeteke ji bo statûya Herêmêye da ku ji van pirsgirêkên ku desthilat jê razî ye, xilas bibe. Ev proje di Mekteba Siyasî ya partiyê de biryara wê hatiye dayîn, ne ku projeya Tirkiyeyê be. Ev gav jî piştî wê yekê hat ku desthilat li hember ezmûna Herêma Kurdistanê û jiyana welatiyan xemsare.”

