PKK’ê bi salan li hemberî polîtîkayên înkarê li ber xwe da û îro xwe fesix kir û dest ji rêbaza têkoşîna çekdarî berda. Dr. Seevan Saeed akademîsyen û lêkolînerek e ku ev pêvajo ji aliyê dîrokî û îdeolojîk ve lêkolîn kiriye. Dr. Saeed perwerdeya xwe ya lîsans û lîsansa bilind li Qraliyeta Yekbûyî li qadên Sosyolojî û Sosyo Polîtîkê temam kir. Doktora xwe jî li Zanîngeha Exeterê li ser Polîtîkayên Rojhilata Navîn kir. Di teza xwe ya doktorayê de têkoşîna PKK’ê, avabûna KCK’ê û rola paradîgmaya Rêber Apo bi berfirehî nirxand. Piştre pirtûkek bi navê ‘Polîtîkaya Kurd a li Tirkiyeyê, ji PKK’ê heta KCK’ê’bi navê xwe yê orjînal ‘Kurdish Politics in Turkey: From the PKK to the KCK’ weşand.
Dr. Saeed di vê pirtûkê de veguherîna tevgera neteweyî ya Kurd a li Tirkiyeyê ji aliyê akademîk ve vegot. Dr. Seevan Saeed ku niha li Zanîngeha Shaanxi Normal a Çînê weke Doçent (Associate Professor) li ser Karên Rojhilata Navîn dersê dide, li Zanîngeha Exeterê jî wezîfedarê lêkolînê ye. Dr. Saeed li ser tevgera PKK’ê, veguherîna civakî û paradîgmayî ji ANF’ê re axivî.
Dr. Saeed anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)’ê rêgeha siyasî ya civaka Kurd a nîv sedsala dawî diyar kir û got, “PKK ku di salên 1970’î de derkete holê ne tenê rêxistineke çekdarî bû, di heman demê de qutbûneke dîrokî ya ji înkar û bêdengiya ji neçarî ya dehan salan bû. Ji bo Kurdên ku demeke dirêj ji mafên xwe yên civakî û siyasî, ji pênaseya siyasî û rûmeta kolektîf bêpar hatibû hiştin, PKK şikestineke radîkal temsîl dikir: diyar kir ku netenê dikare hebûna Kurdan biparêze, her wiha dikare veguhere projeyeke nû ya civakî û siyasî. Lewma rabûna PKK’ê hem li dijî netewe dewlet a asîmîlasyonkar raperînek bû hem jî divê weke hêzeke veguherîner bê dîtin ku nasname, siyaset û armancên civakî yên Kurdan jinûve diyar kir.”
Dr. Saeed destnîşan kir ku PKK ne tenê tevgereke siyasî ye, di heman demê de tevgereke civakî ye û bi vî rengî dewam kir: “Li Rojhilata Navîn ji gelek aliyan ve ji partiyên din ên siyasî cuda ye. PKK’ê ti carî ji xwe re nekir armanc ku di nava sîstemê de bibe xwedî cihekî. Armanca xwe ya esasî guhertina zîhniyetê bû. Xwest gelekî ji koletiyê bigihîne jiyaneke azad. Ji ber vê yekê serpêhatiya 50 salan a vê tevgerê fesix nîne, lê transformasyon e. Lewma nîqaşa îro ya li ser esasê ‘berdana çekan’ an jî ‘fesixkirinê’ bi dîtina min şaş e. Di vir de ya ku hatiye kirin guhertina rêbazê ye.”
Li ser rol û pêşengiya Rêber Apo ya di vê têkoşînê de jî Dr. Seevan Saeed ev nirxandin kir: “Lîderiya Abdullah Ocalan hem sembolîk e hem jî pratîkî ye. Çarçoveya Marksîst-Lenînîst di dema destpêkê de meyla şoreşgerî ya destpêkê ya tevgerê diyar kiribû. Lê belê girtina sala 1999’an kir ku veguherîneke îdeolojîk a kûr destpê bike. Ocalan di nivîsên xwe de yên li Îmraliyê paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk afirand ku modela netewe dewletê red dike, li şûna wê xwe dispêre pergaleke nenavendî ya xwerêveberiyê û wekheviya zayendiya civakî û ekolojîk. Ev yek ne tenê pêşniyareke teorîk bû, her wiha jinûve veguherîna siyaseta Kurd bû. Di vê paradîgmayê de armanc rêxistiniya siyasî ya Kurd ji sînoran derbas bû û veguherî armanca civakeke demokratîk. Di vê armancê de jin û ciwan weke hevserokan jiyana siyasî diyar dikin.”
Dr. Seevan Saeed bi bîr xist ku PKK gava ku nû dest bi têkoşînê kir ne tenê rêxistineke bexwedana çekdarî bû, di heman demê de îtirazeke radîkal a li dijî înkara dîrokî ya gelê Kurd bû û got, “Yanî îtiraz ne tenê li hemberî dewletê bû, îtiraz qutbûnek ji mejiyê yektîpî ya netewe dewletê û avaniya civakî bû ku ew dewlet li ser piyan dihişt.
Bi demê re vê tevgerê modelên rizgariya neteweyî ya klasîk ji pêşiya xwe rakir û kete nava lêgerîna rêyeke nû. Ev yek jî bi paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk pêk hat ku Abdullah Ocalan destnîşan kir. Weke ku min di karê xwe de jî destnîşan kir, ruhê berxwedêriyê yê PKK’ê yê wê dema destpêkê zemîna civakî û siyasî ya vê paradîgmayê ava kir.
Îro ev model ne tenê ji bo Kurdan; ji bo Êzidî, Elewî, Durzî, Suryaniyan, ji bo gelên li derve hatine hiştin jî alternatîfeke jiyanê pêşkêş dike. Tişta ku em jê re Civaka Demokratîk dibêjin, bi vî rengî şênber dibe. Jiyaneke komunal ava dike ku xwe dispêre nirxên exlaqî, jiyana wekhev a gel, bawerî û nasnameyan.”
Dr. Seevan Saeed destnîşan kir ku Banga Civaka Demokratîk û ev paradîgma li hev tê û got, “Ya rast paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk nîşaneya sîstematîk û pratîkî ya Banga Civaka Demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan e. Ev bang modeleke rêxistiniyê ye ku civakê ji xwe re dike navend û xwe dispêre fikê civaka polîtîk û exlaqî. Ocalan di vir de avaniyeke siyasî ya li ser bingeha civakê pêşniyar dike ne li ser bingeha dewletê.
Weke ku min jî bi taybetî lêkolîn kir, ev paradîgma dixwaze biyanîbûna ku modernîteya kapîtalîst afirandiye ji holê rake. Di nava civakê de eger yek birçî be, yê din têr be, nabe. Lewma ev sîstem peymaneke civakî ya exlaqî ji xwe re dike bingeh. Ev yek ne tenê gotineke îdeolojîk e; li Rojava, li Bakurê Kurdistanê û li deverên cuda ji aliyê gelan ve bi cih tê anîn.
Bi kurtasî Konfederalîzma Demokratîk xwedî ruhê Banga Civaka Demokratîk e. Her du jî afirandina paşerojeke ji îradeya jiyana wekhev, xwerêveberî û hêza civakê ji xwe re dike armanc.”
Dr. Seevan Saeed destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê beriya 50 salan bi PKK’ê re hîmên vê paradîgmayê danî û got, “Îro ev paradîgma li Rojava bi mînakên pratîkî yên weke rêveberiyên xweseriya demokratîk bi cih tê anîn. Gelên cuda li vê derê hewl didin di nava şert û mercên azad û wekhev de bijîn. Ji ber vê yekê Konfederalîzma Demokratîk ne tenê ji bo herêmê, di heman demê de di têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan a navneteweyî de rê nîşan dide.”
Dr. Saeed “Pêvajoya aştiyê nîşaneya pêngavên PKK’ê yên ji bo Konfederalîzma Demokratîk e. Ocalan destnîşan kir ku aştî bêyî demokratîkbûnê nabe. Ev yek ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo temamiya Tirkiye û Rojhilata Navîn derbas dibe.”
Di dawiya axaftina xwe de jî Dr. Seevan Saeed destnîşan kir ku eger derfet bê afirandin, ew karibe serdana Rêber Apo bike û pê re hevdîtinê bike wê kêfxweş bibe.