Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de got ku artêşa Amerîkayê di 16`ê Çile de li bakurê rojavayê Sûriyeyê êrişeke asmanî pêk aniye û di encamê de serkirdeyekî girêdayî El Qaîdeyê ku rasterast bi çekdarekî DAIŞ`ê yê berpirsiyarê êrişa Tedmurê ku di 13`ê Çileya 2025`an de du leşkerên Amerîkî û wergêrekî Amerîkî kuştin, ve girêdayî bû, hat kuştin.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku Bilal Hesen El Casim serkirdeyekî terorîst ê xwedî ezmûn bû ku êrişan plan dikir û rasterast bi çekdarekî DAIŞ`ê re têkilî hebû ku meha borî li Tedmura Sûriyeyê leşkerên Amerîkî û Sûriyeyî kuştin û birîndar kirin.

