Pisporê Ewlekariyê yê Iraqê Fazil Ebû Zexîf li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ragihand ku sûcdarekî mezin ê rejîma Beesê hatiye girtin.
Fazil Ebû Zexîf ragihand ku sûcdarekî dema rejîma Beesê yê bi navê Xeyrula Hemadî Abid Caru ku di salên 70 heta salên 1997’an li Herêma Kurdistanê bû û ji êşkence, qetilkirin û zilma di dema rejîma Beesê de li Kurdan hatî kirin berpirs bû, hat girtin.
Her wiha Fazil Ebû Zehîf daxuyand ku Xeyrula Hemadî Abid Caru piştî rûxandina rejîma Beesê ji Iraqê reviyabû.
Hêjayî gotinêye ku di dema desthilata rejîma Bees’ê de, Xeyrula Hemadî berpirê dezgeha emnî ya Serşeqam, Derbendîxan, Dukan, Zaxo û Dihokê bû. Xeyrula ji salên 70’î heta sala 1997’an li Herêma Kurdistanê bû. Dema ku vedigere Bexdayê, weke karmendekî lêkolînê li ser dosyayên Kurdan di asayişa Bexdayê de kar dike û piştre li Bexdayê dibe rêveberê asayişa Beled, Rasafa û Kerix.