Yekşem, 17 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiya Sor: Xurtkitina têkoşîna aştiyê ya di qada civakî de erka şoreşgerî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Santiago Zabala: Hewldanên Ocalan divê vala neçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûsilê goreke din a komî ya ji hestiyên qurbaniyên Êzidî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozel, çareserî bi baweriya gel a bi aşitî û biratiyê re pêkan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Pêvajoyekî bêyî Elewiyan nayê qebûl nakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Fragmana beşa 20’an a ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakûş: Komîsyon divê azadiya Ocalan pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Licê şewat car din destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serra Bucak: Li Licê şewat bi qismî hatiye kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘15’ê Tebaxê bi tîpên zêrîn nivîsandina rûpeleke nû ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşereke azadiya jinên Efganistanê: Meena Keshwar Kamal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji stranan ber bi berxwedanê: Hozan Serhad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Eger hûn cidî bin deriyên Îmraliyê vekin, bila Ocalan peyama aştiyê bide’
Kurdistan

‘Eger hûn cidî bin deriyên Îmraliyê vekin, bila Ocalan peyama aştiyê bide’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di mîtînga “Demokrasî û Azadiyê” de axivî û got, “Eger hûn cidî bin deriyên Îmraliyê vekin, bila Ocalan peyama aştiyê bide.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Platformên Saziyên Demokratîk li Êlihê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Êlihê li dar dixe bi coş didome. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di mitîngê de axivî û ji ewil Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz ku 45 sal berê hatibû qetilkirin bi bîr anî. Hatîmogûllari, got: “Kesên wê demê gule li Edîp Solmaz barandin, ev zîhniyeta îro qeyûman tayîn dike bi xwe ye.”

Hatîmogûllari got ku bi rêya qeyûman mafê bijartin û hilbijartinê hatiye desteserkirin û ev tişt anî ziman: “Dixwazin hilbijartinan ji holê rakin. Navê van rêbazan nabe demokrasî. Bibe bibe navê wê dikare bibe faşîzm. Dê têkoşîna me ya mil bi mil a li hemberî faşîzmê bidome. Qeyûmê Êlihê tweetê diavêje û dibêje; ‘qedera tirk û kurdan, hêviyan wan yek e.’ Derewan dike. Vaye gelê êlihê li vir e, hêviya gelê Êlihê û tişta ji xwişk-biratiyê fêm dike tu nikarî nûnertiya wê bikî. Tu qeyûm î, tu dizî, tu bi mertalên polîsan bi darê zorê li şaredariyê bi cih bûy.”

Tula Hatîmogûllari bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd û wiha got: “Hinek geşedanên bi silavdayînekê dest pê kirin û kesek jê fêm nake diqewimin. Weke DEM Partiyê, gelê kurd û gelên Tirkiyeyê em bi aştiyeke birûmet re ne. Ev 40 sal in em ji bo aştiyê, xwişk-biratiyê, demokrasiyê têdikoşin. Wan çi kir, her carê hewl dan kurdan bifetisînin. Lê nekarîn. We îro li vê qadê nîşan da ku bi ser neketine. Em li vir bang li Enqereyê dikin; em ji bo aştiyeke birûmet, ji bo çareseriyeke li ser bingeheke demokratîk amade ne. Lewma heke hûn micid bin, ji ewil deriyê Îmraliyê vekin, bila birêz Ocalan derkeve û peyama xwe bide hemû Rojhilata Navîn. Heke şirîkê we yê biçûk jidil be, bila ji ewil wezaretan bixe dewrê û deriyên Îmraliyê veke da ku birêz Ocalan peyama xwe bide gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn.

Erdogan naaxive. Meqama îcrayê îktîdara AKP û serokkomarî ye. Heke çareseriyeke wan hebe bila bi xwe bibêjin. Lê naaxivin, şêwirmend û berdevkên wan diaxivin. Dibêjin qeyûm ‘têkoşîna li dijî terorê ye.’ Ka herin karê xwe. Gulistan Sonuk bi rêjeyeke ji sedî 65 hate hilbijartin lê we qeyûm tayîn kir. Û hûn qala xwişk-biratiyê dikin. Xwişk-bratiyê wiha nabe. Di zîhniyeta wan de înkar, tunekirin û yekperestî heye.

Berdevkê wan dibêjin; DEM Partî pişta xwe dide pêvajoya aştiyê. Ev dereweke mezin e. Me her carê got ku em ji bo aştiyeke birûmet amade ne. Em ji bo çareseriyeke li ser zemîneke demokratîk amade ne. Divê îktîdar û dewlet biryarê bide, destê dirêj dikin yê tûncê ye yan yê aştiyê ye? Heke destê aştiyê be em amade ne bi wî destî bigirin. Nexwe em ji bo têkoşînê amade ne.

Em careke din ji îktîdarê re dibêjin; em aştiyeke birûmet dixwazin, gelê kurd perwerdeya bi zimanê dayikê dixwaze, dixwaze pêvajoya guftûgo û muzakereyan li ser zemîneke demokratîk pêş bikevin. Gelo weke aqilê dewletê û îktîdarê hûn ji bo vê amade ne? Gelê me li benda vê bersivê ye.

Zilma îktîdarê ya li dijî jinan didome. Tehemûla wan nîne jin di siyasetê de hebin û di qada cemaweriyê de cih bigirin. Me tecrûbeyên vê, bandora hîzbîkontrayê ya di vê mijarê de di pêvajoya hilbijartinê de tecrûbe kir. Tevî vê jî gelê Êlihê xwedî li partiya xwe û namzeta xwe derket. Tayînkirina qeyûm, seknekî li dijî jinan e. Xeta me ya hevserokatî û nûnertiya wekhev qebûl nekirin. Naxwazin jin di siyasetê de çalak bin. Lê em jin dibêjin ‘jin, jiyan, azadî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÊLIH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ayla Akat Ata: Deriyên Îmraliyê vekin!
Nûçeya Pişt re Çalakiyên 25’ê Mijdarê bê navber didomin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakî kirin

Di çalakiyên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê de aqûbeta kesên di dîrokên cuda de…

Ji aliyê Stêrk TV

Koçberên Efrînê ji bo berxwedanê bi israr in

Zeynel Nazmî û Leyla Mihemed ên Efrînî, diyar kirin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Yemenê lehî rabû: 24 kes winda ne

Li rojavayê Yemenê ji ber barana zêde lehî rabû. Hate ragihandin ku 24 kes winda…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Fragmana beşa 20’an a ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karakûş: Komîsyon divê azadiya Ocalan pêk bîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Licê şewat car din destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?