Her çiqas gelek caran nirx û qiymetê wan neyê zanîn jî egîdên gelan û civakan hene.
Ew ji nava kezeba nirxên exlaqî û polîtîk ên civakan wekî egîdan derdikevin û wek egîdan dijîn û wekî egîdan koça dawî dikin.
Gotinek heye, dibêjin “Egîd bi emrê xwedê namirin.” Ew bi tekoşîna xwe ya egîdiyê qedera xwe, bi xwe diyar dikin.
Barê wan nirxên civakî ne û ew wî mîrasê dewrî nifşên nû dikin. Mîrasên wan jî egîdî, merdî, qehremanî û welatparêzî ye.
Egîdî û mêrxasî nayê înkarkirin. Çiqas hewldan hebe jî egîdî û mêrxasî di bîr û hafizeyê civakan de ye.
Egîdiya wan kesan, şer û têkoşîna wan a li hember desthilatiya bê hafizetî û bêbîriya tê ferz kirin tê.
Navê wan li nava hin civakan şovalye ne, li nava hinekan samûrayî ne, li nava hinekan jî palewan in. Li Kurdistana ku pîrozahî û lenet di nav hev ketî de navê wan Egîd in…
Li Kurdistanê kesên ku civakê û nirxên civakî diparêzine bi Egîd tên binavkirin. Ji ber ku ew di demên herî zehmet de bi hewara civaka xwe ve tên.
**
Apê Nemir jî yek ji wan egîdan bû. Ew egîdê welatek dagirkirî, ziman xwe lalbûyî, nasname jê hatî stendin û bi navê xwebûnê tiştek nehatî hîştin bû.
Ernest Hemingway dibêje, “tu di şer de çiqasî nêzîkî xeta eniyê be, tu yê ewqasî însanên hêja û egîd nas bike.”
Min jî ew egîdê 70 salî li ser sînorek ku wekî xencerekî li ser kezeba welatê me hatiye xistin nas kir. Tîrmeha 2014’an bû, dema min ew li ser sînorê gundê Çarixlî-Aşmê yê Kobanê nas kir.
Bi kefiye û şaşika xwe, rext û keleşa xwe, cil û bergên xwe dişibiya qehremanekî serdemên berê; yên tîr û kevan, şûr û şimşûr, rim û mertal li xwe girêdidan û berê xwe didan qada cengê…
Di xetên rûyê wî de êşên sedsalan, di tilî û pêçiyên wî de şopên feqîrtî û hêjartiya li ser welatê wî hatî ferzkirin.
Lê, bi hêvî û baweriya biriqîna çavan, şanaziya esaleta xwe ya egîdî hewara şervanên ciwan hatibû…
**
Destpêka Tîrmehê bû, dema çeteyên DAIŞ’ê êrîş anîn ser Kobanê. Êrîşên destpêkê jî, di dîroka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî Kobanê bûyî de dan destpê kirin:
2’yê Tîrmehê destpê kirin û digotin em ê salvegera şoreşê ango 19’ê Tîrmehê nimêja cejnê li Kobanê bikin.
Fermana ji Enqerê girtî wiha bû. Siyaseta dewleta Tirk a sedsalan bû: Mirina Kurdan, cejna serdestên Tirkan!
Ha, di qonaxek wiha de, Apê Nemir, ji bo şoreşa xwe ya hesret û hêviya sedsalan biparêze, wekî ku, berê xwe bide oxirê û pişta xwe bide felekê, rahiştibû çeka xwe û berê dabû xeta eniyê.
Navê wî yê rast Xelîl Osman bû. Ji ber siyaseta hêjarî û feqîriyê salên dirêj wek karker û rêncber li bajarên Sûriyê yên cuda kar kiribû. Ji ber ku li welatê NAN, bê NAN hatibû hiştin…
Dema aloziya Sûriyê destpê dike û çerxa şoreşê ber bi Rojava ve dizivire, ew jî dibêje her çûk bi refê xwe re û her nebat li ser koka xwe û berê xwe dide axa bav û kalan.
Min pirsa wateya navê Nemir jê kir, çima Nemir? Di bersiva Apê Nemir de hesret û baweriya sedsalan hebû: “Min şoreş dît. Êdî ez namirim. Heta şoreş negihêje armancê jî ti hêz nikare min bikuje.”
Gelo, ma di welatek bin dagirkeriyê de her roj û her kêlî, jixwe ne mirin bû? Mirina bêdawî, mirina bêmirin… Li aliyê din, bêdawîtî û tehma, tenê yek hênaseya azad…
**
Êrîşan dewam dikirin, Apê Nemir jî, ruxmî temenê xwe yê mezin, ji eniyekê diçû eniyekê. Mil dabû milê egîdan…
Di wan rojên şerê bajar destpê kirî û êrîş giran bûyî de; ez û hevalê xwe yê rojnamevan Abdurrahman Gok di sengerek eniya Rojhilatê Kobanê de carek din rastî Apê Nemir hatin.
Di wan rojan de ku li hember ewte ewta gurên boz ên ku digotin “Kobanê ket û li ber ketinê ye” tilîliyên Arînan li Miştenûrê bilind dibû, me Apê Nemir li sengerek berxwedanê dît.
70 salî bû lê di sengera xwe de wekî egîdek canpola mewziya xwe girtibû, moral û bawerî û hêz dida şerwanên ciwan.
Di sengera kêleka wî de gerîlayek ciwan a 18 salî hebû. Navê wê Nefel bû. Nefela zozanên Botanê dema dibîne xeterî li ser şoreşê heye, berê xwe dide Kobanê. Niha ew û Apê Nemir di heman sengerê de ne.
Apê Nemir, li Nefel dinêre û dibêje, “Ew fermandara min e, ez jî şervanê wê me.” Çanda camêrtiya Sema Yuce û Fikrî Baygeldiyan de zindî bûyî di vê sengera Kobanê de derbasî qonaxek din dibe…
Em pê re sohbet dikin, lê ew yek kêliyê çavê xwe li ser dijmin nade aliyê din. Banga parastina welat û şoreşê dike û dibêje em ti caran axa xwe ji dagirkeran re nahêlin.
Û wiha dibêje: “Ez mirovekî zêde xwedî mal û milk nîn im, li Kobanê xaniyekî min ê du odeyî heye. Ez û du kurên min ji bo parastina wan her du odeyan şer dikin. Ev cihê bîr û baweriya me ye, ma em ê çawa dest jê berdin?”
**
Li aliyekî hinek li benda ketina Kobanê û îlankirina xîlafeta xwe bûn, lê li aliyê din berxwedana egîdên û mêrxasên wek Apê Nemir mezin dibû.
Berdêlê berxwedanê heye miheqeq. Apê Nemir jî ew berdêl da. Birîndar bû, lê ji bo wî ne xem bû. Ji ber ku ew egîd bû û hesabên egîdan nîn in.
Ji bo tedawiyê ew derbasî Bakurê Kurdistanê kirin, lê ew li ser sînor dûr neket. Bi çav û guh, ruh û mejiyê xwe li Kobanê bû.
Piştî mehan li Kobanê ala serketin û serfiraziyê bilind dibû. Apê Nemir vegeriya û dest bi avakirina bajarê xwe kir: Bajar wêran bûbû, lê rûmet û şerefa Kurdayetiyê ber bi erşê ezîm bû…
Dîsa qareqara xwînmij û neyarê li Enqereyê bû, têkçûyîn qebûl nedikir û gefên “Ev şer nû destpê dike” dixwarin.
25’ê Hezîrana 2015’an çeteyên DAIŞ’ê carek din berê xwe dan Kobanê, xwestin tola xwe ji gelê bêçek hilînin. Apê Nemir, di wê berxwedanê de jî hebû û kurekî xwe jî di wî şerî de tevlî karwanê şehîdan dikir.
**
Apê Nemir, ruxmî ku milekî xwe winda kiribû jî, ji saziya gaziyan bigire, heta xebatên malbatên şehîdan, ji komînê bigire heta xebatên parastina cewherî bê westiyan, bêof û bêeman di xebatên ji nû ve avakirinê de cihê xwe digirt.
Gotinek heye, dibêjin yê ku ked nede, bi qîmetê nizane. Apê Nemir jî ked û berdêla dayî dizanî û bi wê zanebûnê tevlî hûnandina tevnê şoreşê dibû.
Tişta ku hêz dida wî, tehma azadiya piştî esareta sedsalan hatî bû. Lewma ew nediwestiya û şoreş ta bi ta wî dida raçandin…
Gotinek din heye, dibêjin; yên ku tevlî şoreşê dibin hene, yên ku tên şoreşê hene. Ew ti caran nebû yê hatî şoreşê, wî bi rih û bi can û bi xwîn û bi keda xwe ji şoreşê bawer kiribû û îman pê anîbû.
Lewma jî piştî şer, ruxmî ku derfet hebûn, wî tiştek din ne hilbijart û vegeriya xaniyê xwe yê biçûk, yê li Kaniya Kurda û ligel neviyên xwe yên sêwî mayî, li wir ma.
**
Ew kesek xwedî wefa, heval û xerîbdost bû. Dema ku rêya wî ket Bakurê Kurdistanê, karê wî yekemîn çûyîna Sêrtê û serdana malbata Şehîd Nefel kiribû.
Di dema rizgarkirina gundên Kobanê de, Nefel, li gundê Bexdikê şehîd ketibû. Apê Nemir wiha ji malbata Nefel re dibêje: “Nefel keça min, fermandara min û hevrêya min bû. Êşa Nefelê, ji êşa kurê min girantir bû.”
Sala 2021’ê dema carekê li Kaniya Kurdan bûm mêvanê Apê Nemir, wêneya Şehîd Nefel ê li dîwar daliqandî nîşanî min da û got: “Dizanî, ez her roj, ligel wê diaxivim…”
**
10 sal li ser wan rojên tijî êş û tijî berxwedan derbas bûn û Apê Nemir jî temenek bi welatparêzî û egîdî derbasbûyî tije kir û kiras guhert.
Oxir be egîdê extiyar, oxir be… Li aliyê din Nefela rûken wê te pêşwazî bike û dawetî dîwana egîdan bike…