Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatlê Sûriyeyê çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê ya li Pirsûsê di roja 4’emîn de ye.
Ji beşdarên çalakiyê endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Huseyîn Aslan ji ANF’ê re axivî û got, “Rojava û Kobanê bi berxwedana li dijî êrîşên DAÎŞ’ê re ji bo Kurdan bû navendeke girîng. Çawa ku beriya 10 salan li van deveran bi berxwedana xwe ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê me Kobanê azad kir, bi heman ruhî li dijî SMO’yê em ê Rojava û xizmên xwe yên li wê derê azad bikin.”
Aslan bi dewamî got, “Destketiyên ku di nava 10 salên dawî de li Rojava bi dest ketine, ji bo gelê Kurd nebe nabe, dest jê nayê berdan. Ez ji vê derê bang li ciwanên Kurd, şoreşgerên enternasyonalîst dikim; em aştiyê li dijî şer, azadiyê li dijî dîlgirtinê bi hev re pêk bînin.”
Hevseroka DBP’ê ya navçeya Şahînbey a Dîlokê Hatîce Sezgîn jî got, “Rewşa li Rojava bi rastî jî serhildan e. Em bi dil û can bi hevalên xwe re ne. Dawiya dawî em li heman xakê ne û mirovên ji heman civakê ne.”
‘MODELA ROJAVA DERBEKE MEZIN A LI DIJÎ KAPÎTALÎZMÊ YE’
Hatîce Sezgîn got, “Ez ji vê derê bang li gelan dikim: Werin em bi hev re aştiyê, xwişk û biratiyê, wekheviyê, jiyanê biparêzin. Dayikek çawa ku zarokê xwe mezin dike, herî zêde ew dayik bi zor û zehmetiyan zane. Tirkiye ji aliyekî ve dibêje ‘çareserî’ li aliyê din jî ji bo Rojava dibêje ‘ez ê biqedînim’. Hevdîtinê bi çeteyên li Sûriyeyê re dike, çima bi hêzên li Rojava re hevdîtinê nake? Divê destketiyên li Rojava bêne parastin, ji ber ku modelek e ku bûye mînak ji cîhanê re. Derbeke mezin e li hemberî kapîtalîzmê. Lewma hêzên kapîtal li ber Rojava radibin.”