Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di doza komkujiya girtîgehê de biryara ‘demborî’ hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyvên Kurdî yên ku cara yekem ketin girtekên Meclisê dîsa hatin jêbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara destpêkê gotinên Kurdî ket nava girtekên meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Bila mafê hêviyê pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Balafira kargoyê ya leşkerî ya Tirk li Gurcistanê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îmamoglu bi ‘serokê rêxistinê’ tê tewanbarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Goçer: Divê dewlet dest ji avaniya xwe ya mîlîtarîst berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziya Şehîd Şervan Şoreş hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de rêbazên berxwedanê hatin vegotin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Em ê dadweriya karkerên jin ên hatine qetilkirin biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên jin çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 10 mehan de 383 jin hatin qetilkirin: Qanûnên ku nayên pêkanîn cesaret dide mêran!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê: ‘Civakeke ku jin tê de ne azad be, nikare demokratîk be’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wuppertalê ‘Şevbêrk’ a Kanîreşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Em ê bi berxwedanê ji mêtingeran rizgar bibin’
Kurdistan

‘Em ê bi berxwedanê ji mêtingeran rizgar bibin’

Xelkê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li dora şaredariya xwe kom dibe û diyar dikin ku wê bi berxwedanê ji mêtingeran rizgar bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li dijî darbeya desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê, şêniyên hersê bajar û navçeyan li dora şaredariyên xwe kom dibin.

MÊRDÎN

Endamên DEM Partiyê tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê protesto kirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr û gelek welatî hatin pêşiya şaredariyê.

Hevşaredar û kesên pê re xwestin bikevin avahiya şaredariyê lê polîsan bi mertalên xwe êriş birin ser û nehiştin bikevin şaredariyê. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş bertek nîşan da û wiha got: “Wê rûyê we nemîne ku hûn li rûyê zarok û malbatên xwe binêrin. Vî gelî ev sed sal e paşvegav neavêt û serî netewand. Dê serî netewîne jî. Bila ev jî wisa bê zanîn.”

Tevî dorpêçê jî gel hêj li ber şaredariyê disekine. Girse, bi dirûşman tayînkirina qeyûman protesto dike.

ÊLIH

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk piştî tayînkirina qeyûm çû pêşiya şaredariyê. Girseya li pêşiya şaredariyê kom bûyî dirûşmên “Qeyûmê dizek”, “Qeyûm wê biçin gel wê were”, “Na ji darbeyê re” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kir.

Welatiyekê ku got mamoste ye bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û ev tişt anî ziman: “Madem wê we qeyûm tayîn bikira, wê demê we çima hilbijartin li dar xist? Min dayik û bavê xwe yê kal ji derve anî. Dengê xwe dan. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Heke hûn bêdeng bimînin, wê demê hûn şeytanên bêziman in.”

Piştre jî Hevşaredar Gulistan Sonuk axivî û wiha got: “Wê walî bê vê derê û bibêje min pereyê we tevek ji bo polîtîkayên şer xerc kir. Me gotibû bê ka wê pereyê we ji bo çi xerc bikin. Di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de me yek bi yek got bê ka wê çi bikin. Bila walî niha bê vê derê û bibêje bê ka wê çi bike. Bila were bibêje ez pariyê nanê we distînim. Tiştekî wisa nîne ku biryarê bi karmendekî bidin teblîxkirin… Tiştekî wisa nîne ku hûn ji bo hemû sûcên xwe memûran bi kar bînin. Dê ew bi xwe were û bibêje ‘Gelê Êlihê yê hêja, min bêyî ku şerm bikim 3 milyar deyn kir, vê jî besî min nekir û min çav berda yek qirûşê di berîka we de, ez niha jî ji bo xespkirina wê hatime.’

Sonuk nerazîbûn nîşanî dorpêçkirina avahiya şaredariyê da û wiha got: “Qeyûmê Êlihê bi akrepan, bi wesayîtên zirxî, bi yên kîrpiyan şaredarî xesp kiriye. Ew jî dizane ku rewa nîne lewma artêşa polîsan aniye û îradeya bajar bi wesayîtên zirxî xesp kiriye. Em li vir bangî hemû gelê Êlihê dikin. Em bangî jinan dikin. Em bangî ciwanan, jinan û hemû kedkaran dikin. Ev şaredarî ya me ye. Me bi rêjeyeke mezin a dengan ji xespa qeyûm rizgar kir. Em ê bajarê xwe, şaredariya xwe careke din ji talanker û mêtingeran re nehêlin û bi hev re rizgar bikin.”

Berxwedana gel a li pêşiya şaredariyê didome. 

XELFETÎ

Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê, li pêşiya şaredariyê hate protestokirin. Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî, nûnerên Şaxa OHD’a Rihayê û gelek kes tev li bûn.

Di daxuyaniyê de Hevşaredar Mehmet Karayilan ev tişt anî ziman: “Biryara tayînkirina qeyûm ji bo me tune ye. Em vê biryarê nas nakin. Gelê me em hilbijartin. Em ê bi hêza ji gelê xwe digirin jî peywira xwe bidomînin. Em ê hêjayî gelê xwe bin. Me tu carî serî li ber zilmê nedanî û dê nedanîn. Ev zîhniyet dê di zilma xwe de bifetise. Yên tehemûla îradeya gel nakin dê têk biçin. Em ê zordestiya faşîzmê qebûl nekin.”

Avahiya şaredariyê hatiye dorpêçkirin û gel jî li pêşiya wê kom dibe.

OMER OCALAN: DESTHILATDARÎ DI NAVA XEFLETÊ DE YE

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm a li 3 şaredariyên DEM Partiyê da. Ocalan, wiha got: “Armanca me ya herî mezin xurtkirina qada siyaseta demokratîk e. Bi rêbaza qeyûm re hewl didin kurdan li derveyî hiqûq û siyasetê bihêlin û ev yek bi her kesî dide windakirin. Bi sala ye heman rêbazan bi kar tînin û li benda encamên cuda ne. Ev yek tenê xwexapandin e. Em ê tevî gelên xwe li dijî vê neheqiyê têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî hatin desteserkirin
Nûçeya Pişt re Li Festîvala Yekîtiya Neteweyan çanda Kurd bal kişand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîrê 4 kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya dîjîtal hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Endamên Meclîsa Jinan a DEM Partî biryarên darvekirinê şermezar kirin

Endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, li dijî darvekirinan li ber Sefaretxaneya Îranê çelengên reş…

Ji aliyê Stêrk TV

Li herêma Biradostê dagirkeriya leşkerên dewleta Tirk

Hat ragihandin ku li herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê leşkerên Tirk di bin parastina PDK’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cara destpêkê gotinên Kurdî ket nava girtekên meclîsê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Bila mafê hêviyê pêk were

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Balafira kargoyê ya leşkerî ya Tirk li Gurcistanê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li gorî Bahçelî pêvajo ber bi dawiyê ve diçe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?