Wek gelê Kurd ji dîrokê heya niha em bi dijminên curbecur re rast hatine û me hertim wek gel şerê hebûn û tunebûnê meşandiye. Lê dijminê ku niha li pêşberê me ye ti sînoran nasnake ti pîvanên şer û mirovî nasnake. Li şerên cîhanê binêrin her şerekî ku hat meşandin di dawiya dawî de bi peyman ango bi aşîtî temam bûye. Lê ka em li dewleta qirker û faşîst a tirk binêrin li hişmendiya wan binêrin, ne zimanê şer fêm dikin ne jî ya aşîtî. Mirov ji dûr û nêzîk ji li wan mêze dike mirov fêm nake bi rastî jî ew çi dixwezin. Li milekî dibêjin biratî û aşîtî û li milekî din jî bi her rêbazên hovane êrîş dikin û daxwaze çekberdanê dikin. Qey hûn me çi dihesibinin?
Mirov her ku li wan dinêre cardin gotinên kal û pîrên xwe, gotinên pêşengên xwe tîne bîra xwe, lîstikên romîyan xilas nabin digotin û her digotin heger bi wan re dostanî dikî dara xwe her di destê xwe da bigre ji ber ne dîyare kengê li te bixe. Dema ku mirov li wan gotinan dinêre û kiryarên wan dinêre cardin û cardin li xwe dipirse qey mumkune mirov bi wan re jiyan bike û pêşerojek bifikire. Çend can te ji me stand û hêjî distînî ma qey emê ji bîr bikin û daqurtînin?
Hetta van salên dawî jî wek gelê Kurd me tenê dewletê û hêzên nav dewletê de berpirs didît lê niha hemû kesên ku li welatî jiyan dikin berpirsin. Zilma ku dewleta tirk dike bila kes nebêje nayê zanîn an nayê ditin. Bila kes xwe ji vê sûcê bê par nebîne. Li milekî faşîzma tirk a ku hebûna Kurd înkar dike heye li milekî din jî kurdên ku kurdîtîya dewletê li me ferz dikin heye. Ya herî sosret ji ewe ku kesên ku ji xwera dibêjin kurd ji tirka zêdetir êrîş dikin û Tevgera Azadîyê wek berpirs dibinin. Êdî wek berê em nabêjin nezanin ango korin, na ew kes bi zane û bi pergalin û hetta ku ew kes hebin her û her hin tişt wê kêm bimînin. Bila neyê ji bîr kirin slav û helwestên rêheval Kemal Pîr di nav ciwanên Apo’yi de hîn jî zindî ye û êdî heqiqete…
Bila ti kes ji bîr neke em zarokên agir û rojê ne, her çiqas bişewitin jî derdora xwe ronî dikin û ji xweliyên xwe ji nûve zindî dibin. Xwedîyê şûrê Rustemê Zal’in û her tim li pêşya cengin, nevîyê Şêx Seyîd û Seyît Riza ne a ku çok ne danîn û bûn derd ji bo dijmin. Em ne tirkin ne erebin û ne jî farsin, em Kurdin lê ne Kurdekî ji rêzê ne, em Kurdên Tevgera Apoyine em Apocî ne û Apoyi sonda azadiyê dane û ti car jî gav pajde navêjin. Em ne malbat ango eşirin, em fikr û raman, em sekn û helwest, em bîr û bawerî ne. Bi tirs û kuştinê em tune nabin, ji bo malbat û eşîra xwe em xwe û welatê xwe nafroşin. Wek Bavê Teyar gotî ” Em bimrin şehidin bimînin jî em egidin”. Cudahîya PKK ev e!
Bi vê hişmendî û bawerîyê pêwîste ji herdemê zêdetir em xwedî li Rêber Apo, cangorîyên nemir, li welat, li parazvan û deskeftîyên xwe derkevin. Ji ber Tevgera Apoyî û Kurdên dilsozê azadîyê hertim li ser rîya heqîqetê bûn û wê her ûsa be jî. Wek rêheval Kemal Pîr gotî: ‘’ Me derbek wisa li dewleta tirk da, ti car bi ser xwe ne nayê. Heger karibin xwe jê xilas kin de bila xilas bin’’. Kurdên Apoyî şopdarê egîd û cangorîyên xwe ne û her gotinên wan fermane. Ji îro pêda em wek Rêber Apo gotî: ‘’ Ey Dem! Yan ezê serkeftinê dîyarî te bikim, yan jî te wekî kû qet ne hatîye jîyan kirin bihesibînim’’ jîyan bikin. Ev gotinên Rêber Apo sond û helwesta Kurdê azad e û êdî nayê tune kirin.