Îsal li gelek bajaran jin daketin qadên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û daxwazên xwe anîn ziman. Ji jinên ku li Qada Stasyonê ya li Amedê kom bû Zerîfe Guneş got, “Em îro ji bo aştiyê, ji bo bidawîbûna şer û pêkhatina jiyana azad li hev kom bûne. Ji vê derê silavan ji jinên li girtîgehan li ber xwe didin re dişînin. 8’ê Adarê li jinan hemûyan pîroz be. Em jin şer naxwazin. Divê aştî êdî li vê cîhanê serwer be; bi salan e em ji bo aştiyê têdikoşin. Her ku em dibêjin ‘aştî’ ew dibêjin ‘şer’, lê belê em têkoşîna xwe dewam dikin. Heta ku ev derî heta dawiyê bê vekirin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ev erdnîgarî têra mirin û şînê bû. Mirin wê bi kêrî kesî neyê. Divê êdî aştî ava bibe û ev pêvajo baş bê nirxandin. Divê her kes qîmetê vê pêvajoyê zanibe. Ji bo aştiyê em îro li qadan e; ji bo bibêje azadî ji jinan û gelan re em li qadan e. Temenê me çi dibe bila bibe em ê bên van qadan û dengê xwe bi dewamî bilind bikin.”
‘DIVÊ BERXWEDANA ROJAVA, ÎRAN Û EFGANISTANÊ JI ME RE BIBE MÎNAK’
Nesrîn Yîgîter jî got, “8’ê Adarê ji bo me jinan tê wateya jiyanê. Rojeke ku em daxwazên xwe û azadiya xwe diqîrin. Em baş zanin ku rojên bi vî rengî wê ji niha û pê ve jî zêde bibin. Jin li her qadê têdikoşin; yên ku herî zêde ji şer zerarê dibînin û têne kuştin jin in. Her roj jin têne kuştin. Em êdî naxwazin vê bibihîzin û li hemberî vê yekê divê têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo dawî li van kuştinan bînin em li qadan e. EM paşerojeke azad ku mirin lê nîne dixwazin. Yên ku azadiyê bînin jî jin in. Bang li jinên li cîhanê hemûyan dikim; ziman, ol û nijadê vê têkoşînê nîne. Divê me bi hev re tevbigerin. Jinên Kurd li her derê li ber xwe didin. Li Rojava, Îran û Efganistanê jin li ber xwe didin. Divê em vê berxwedanê ji xwe re bikin mînak.”
‘JIN JI BO JIYANA AZAD TÊDIKOŞIN’
Îpek Yildiz destnîşan kir ku divê jin pêşengiyê ji aştiyê re bikin û got, “Jin ku sembola berxwedan û vejînê ne, divê jinûve xwe bigihînıin cewhera xwe. Yekane hêviya me jiyaneke welê ye ku zilm li jinê nayê kirin, ji ber fikrê xwe û jinbûyîna xwe nayê girtin. Ji ber ku gelek hevalên me yên jin girtî ne. Bi taybetî dixwazim balê bikişînim ser vê yekê û hêvî dikim ku di demeke nêz de azad bibin.
Îro li her qadê şer heye û bandora herî giran jî li jinan dike. Li Tirkiyeyê qala pêvajoya aştiyê tê kirin û timî tê gotin ku divê jin pêşengiyê ji aştiyê re bikin. Bi dîtina min dema ku jin hay ji hêza xwe çêbû, wê pêşî li gelek guhertinên mezin veke. Bûyerên li Rojava diqewimin mînakek vê yekê ye.”
‘AŞTÎ WÊ BI JINAN BÊ’
Dîlan Yûmlû destnîşan kir ku hêviya wan jiyaneke azad e û got, “Me îro careke din li qadan dît ku jin xurt in û bi hêza xwe dikare li her qadê xwe nîşan bide. Sîstema bi serweriya mêr dixwaze vê hêza jinê bitepisîne. Dixwaze bi hêza xwe ya biçûk hebe. Ji ber ku me mejiyê baviksalarî û feodal hilweşand ji me ditirsin.”
‘AZADIYA GELAN BI AZADIYA JINAN DIBE’
Fatma Şanli ragihand ku ew ji bo bidawîbûna şerê li cîhanê têdikoşin û got, “Haya me jê heye ku azadî bi azadiya jinê dibe û ji bo şerê li cîhanê êdî bi dawî bibe em têdikoşin. Weke jin; weke neteweya bindest em ji bo vê bi hev re têdikoşin û haya me jê heye ku azadiya jinê di bingeha her tiştî de ye.”

