Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Pêvajo bi hêviyê nameşe, garantiya qanûnî divê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Textê hişk li Kurdistanê çawa şîn bû?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Emmeline Pankhurst: Têkoşera pêşeng a ji bo mafên jinan
Jin

Emmeline Pankhurst: Têkoşera pêşeng a ji bo mafên jinan

Emmeline Pankhurst ne tenê ji bo mafê dengdanê, di heman demê de ji bo naskirina jinan weke kesayetên wekhev têkoşiya. Pêngavên wê rê li ber bi mîlyonan jinan vekir ku têbikoş in.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Emmeline Pankhurst weke yek ji kesayeta herî girîng a têkoşîna mafên jinan navê xwe li dîrokê neqişand. Emmeline Pankhurst a ku di 14’ê Tîrmeha 1858’an de li bajarê Manchester a Îngilîstanê ji dayik bû, bi têkoşîna xwe ya wêrek û biryardar a ji bo mafê dengdanê yê jinan tê naskirin. Tevgera femînîst a ku di bin pêşengtiya wê de teşe girt, bû yek ji kevirên bingehîn ên demokrasiya nûjen.

Emmeline Pankhurst, di malbatek ku nirx dida wekheviya siyasî û civakî de mezin bû. Malbatê di aliyê perwerdehiyê de piştgiriyek mezin da wê û vê yekê hişt ku di temenekî biçûk de bikeve ferqa mafên jinan. Emmeline Pankhurst di sala 1879’an de bi reformxwazê ​​civakî Richard Pankhurst re zewicî. Richard Pankhurst parêzerek ku mafê dengdanê yê jinan diparast û ev piştgirî di têkoşîna femînîst a Emmeline de rolek girîng lîst.

TÊKOŞÎNA WÊ YA JI BO MAFÊN JINAN

Emmeline Pankhurst di sala 1903’yan de, Yekîtiya Civakî û Siyasî ya Jinan (WSPU) ava kir. Ev rêxistina ku bi dirûşmeya “Çalakî ji gotinê girîngtir e” dest bi xebatên xwe kir, ji bo mafên hilbijartin û hilbijirîna jinan çalakiyên radîkal pêk anîn. Li gel xwepêşandanên aştiyane, çalakiyên li qadên giştî, grevên birçîbûnê û heta êrîşên li dijî avahiyên hikûmetê hatin pêkanîn. Emmeline Pankhurst û şopînerên wê gelek caran hatin girtin, lê wê qet dev ji têkoşîna xwe bernedan.

PÊVAJOYA GIRTIN Û GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Emmeline Pankhurst û şopdarên wê gelek caran hatin girtin. Di dema ku di girtîgehê de bû bi çalakiyên grevên birçîbûnê re bala hikûmetê kişand. Rayedarên Îngilîstanê li dijî van grevan politikaya bi zorê xwarin dayîn da meşandin. Lê belê van zextan tevgera jinan hîn xurtir kir û piştgiriya gel girt.

SERKETIN Û MÎRATEYA LI DU XWE HIŞTÎ

Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem re, Emmeline Pankhurst û şopdarên wê ji bo balkişandina li ser tevkariya jinan a di pêvajoya şer de têkoşîna xwe ji bo demekê rawestandin. Tevlîbûna jinan a di nava hêza kar de bû sedema guhertina helwestên li hember mafê dengdanê. Di dawiyê de, di sala 1918’an de, li Îngilîstanê jinên ji hin temen û mercan, mafê dengdanê wergirtin. Di sala 1928’an de, mafê dengdana wekhev ji bo hemû jinan bi awayekî fermî hat dayîn, lê Emmeline Pankhurst berî ku vê serketina mezin bibîne di heman salê de jiyana xwe jidest da.

Mîrateya Emmeline Pankhurst ne tenê bi têkoşîna wê ya ji bo mafên jinan, di heman demê de bi bîrdariyên ku li ser navê wê hatine çêkirin jî, zindî tê girtin. Bîrdariyên wê yên li Victoria Tower Gardens a Londonê û li Meydana St Peter’s ya Manchesterê têkoşîna wê ya ji bo mafên jinan nemir dike. Di sala 2018’an de ji bo bîranîna 100’emîn salvegera mafê dengdanê yê jinan li Manchesterê bîrdariyek wê yê nû hate çêkirin. Ev bîrdarî nîşana wê yekê ne ku têkoşîna wê ji bo nifşên siberojê jî wek îlhamek berdewam dike.

Emmeline Pankhurst pêşengek ku bi wêrekî, biryardarî û baweriya xwe ya bêdawî ya ji bo mafên jinan mohra xwe li dîrokê xist. Têkoşîna wê îro jî ji bo parêzvanên mafên jinan dibe îlham. Li ser destketiyên ku li Îngilistanê û hemû cîhanê di mafên wekhev de hatine bidest xistin xwedî bandoreke mezin e. Têkoşîna wê, wê weke mîladeke girîng her were bîranîn.

Çavkaniya wêneyê: Wikimedia Commons

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pêngava korîdorê ya Trump aştî ye, yan jî rakêşiya jeostratejîk e?
Nûçeya Pişt re Li Til Hemîsê êrîş
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê ji bo Şehîd Sîdar Andok sersaxî hat danîn

Ji bo Sîdar Andok (Nîhal Ay) ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bibû, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dukanê êrîşa SÎHA’yê: Bav û 2 kurên wî şehîd bûn

Li navçeya Dukan a Silêmaniyê dewleta Tirk a dagirker bombe li wesayîtekê barand. Hat diyarkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî

AFAD'ê ragihand ku li Buyukçekmeceyê bi mezinahiya 3.8 pileyî erd hejiya ye.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Gelo dewlet krîza enerjiyê wekî firsend dibînin û kaseya xwe tijî dikin?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclîsa Çelebiyê bertek nîşanî tayinkirina şaredar ji aliyê Şamê ve da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?