Ramanên emperyalîzma ultra-kapîtalîst berîya sedsala 21’an derketin. Karl Kautsky, serokê Partiya Sosyal Demokrat a Alman, di destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem de di sala 1914’an de li ser emperyalîzmê nivîsand, yekîtîyek dewletên kapîtalîst ên lihevhatî xeyal dikir. Wî argûman kir ku ‘’Emperyalîzm neaqilane ye: şer jiyan û milkê wêran dike, kapîtalîst li bazirganî û qezencê digerin, ne şer. Kapîtalîstên dûrbîn û aqilmend divê slogana “Kapîtalîstên cîhanê, bibin yek!” pêşniyar bikin. Di bin “ultraemperyalîst” de “hêzên mezin ên emperyalîst dikarin federasyonek ji yên herî bihêz ava bikin ku dê dev ji pêşbirka çekan berdin,” û bi vê yekê ew ê “emperyalîzma siyasî ya reqabetê bi hevpeymaniyek pîroz a emperyalîstan biguherînin.” Senaryoyên şer di navbera dewletên sereke yên kapîtalîst de dê werin redkirin – çînên kapîtalîst ên serdest dê bi aştiyane çînên karker îstismar bikin.’’
Lêbelê, Kautsky hêza dabînkerên çekan û fraksiyonên din ên çînên serdest ên ku bi gurkirina şeran û domandina avakirina dewletên bi armancên emperyalîst re eleqedar bûn, kêm nirxand. “Hevpeymaniya pîroz” a navneteweyî nehat damezrandin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, dewletên kapîtalîst ên serketî li pey berjewendiyên xwe yên neteweyî bûn û bi hev re pêşbaziyê kirin. Siyasetmedarên neteweyî ji bo Fransa û Brîtanyaya Mezin axa zêde misoger kirin, di heman demê de Almanya windahiyên mezin ên madî kişand. Berjewendiyên neteweyî (ku sermaye jî yek ji wan bû) ji berhevkirina berjewendiyên aborî yên kapîtalîst ên hevpar xurttir derketin. Paşê, li Almanyayê, banga Adolf Hitler ji bo dewletên lîberal ên Rojavayî ku li dijî Bolşevîzmê bibin yek, hin bersivên erênî bi dest xist. Lê piştgiriya navneteweyî ji bo faşîzmê têrê nekir û hêzên netewperest ên siyasî yên lîberal (paşê Yekîtiya Sovyetê jî tevlî wan bû) ketin şerê mezin ê li dijî hêzên mezin. Li vir, hişmendiya çînî û berjewendiyên kesane yên burjuvazîya navneteweyî ji hêla berjewendiyên siyasî yên neteweyî û dewletê ve hatin tepeserkirin. Ultra-emperyalîzma Kautsky derneket holê. Sermaye di aboriyên neteweyî de cih girt ku elîtên aborî xwe pê nas dikirin.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, welatên emperyalîst rastî civakên sosyalîst ên dewletê hatin ku tê de aboriyên wan di bin berjewendiyên siyasî de bûn. Di paradîgmaya Immanuel Wallerstein de, têkiliyên bazarê forma serdest a rêkxistina aboriya cîhanê ne, ku wekî pergalek aborî ya yekane tevdigere (ew cîhan-pergal e, ne pergalek cîhanî ye). Wallerstein îdîa dike ku aboriya cîhanê “tevahiya cîhanê, tevî wan dewletên ku ji hêla îdeolojîk ve bi sosyalîzmê ve girêdayî ne” vedihewîne (ango, di wê demê de, bloka Sovyetê û Çîn). Di nêzîkatiya Wallerstein de, korporasyonên ku li welatên sosyalîst ên dewletê bicîh bûne xwedî meylên emperyalîst bûn û her weha ji hêla hewcedarîya berhevkirina aborî (qezenc) ve dihatin ajotin.
Di heman demê de, li welatên derdorê şîrketên transneteweyî nînin. Aboriya wan li ser çandinî û sektora seretayî ye û piraniya hilberîna wan ji bo xerckirina rasterast e ne ji bo danûstandinê li bazara cîhanî. Ev rexne rewşê xirab dike. Bi rastî, bloka sosyalîst a dewletê heta destpêka salên 1990’an bi bandor li derveyî wesayeta kolektîf a Rojava bû. Şîrketên wê yên aborî ji hêla hikûmetên komunîst ve dihatin xwedîkirin û kontrolkirin. Bazirganî û veberhênana biyanî di navbera bloka kapîtalîst a hegemonîk û civakên sosyalîst ên dewletê de hindik bû. Bi vî rengî, tevgerek ber bi ultra-kapîtalîzmê ve hate redkirin. Tenê di dawiya sedsala bîstan de civakên sosyalîst ên dewletê ber bi pergalek cîhanî û lihevhatinê bi navika serdest a dewletên Rojavayî ve çûn.
Wê dewam bike…