Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê şehadeta endamekî xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi serbilindî em şehadeta endamekî xwe yê leheng ê Hêzên Operasyonan Subhî El Ehmed radighînin. Hevreyê me Subhî di cenga li Pira Qereqozaqê ya nêzî bajarê Minbicê de, di rêya parastina xak û rûmetê de cane xwe feda kir.
Şehîd Subhî di pêkanîna erka xwe ya pîroz de mînaka dilsozî, wêrekî û fedakariyê bû. Ji bo parastina xak û gelê me tu carî ji pêşkêşkirina berdêlên giran dudil nebû.
Em soz didin şehîd Subhî û tevahî şehîdên leheng ku em ê şopdarên rêyan wan bin heya ku armancên wan ên azadiya gelê xwe pêk bînin.”
NASNAMEYA ŞEHÎD
Nav û paşnav: Subhî Elî
Navê Dayikê: Emûna Dexîl
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qenaya, 10.08.1995
Dîroka Tevlêbûnê: 05.06.2020
Cih û Dîroka Şehadetê: Pira Qereqozaq, 09.12.2024