Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê di peyama xwe de daxuyand ku têkoşîna ziman li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê tê dayin parçeyek yekgirtî ya berxwedana neteweyî ye.
Enstîtuyê cih da gotina yek ji pêşengên zimanê Kurdî Celadet Alî Bedirxan: “Yekbûna neteweyekê bi yekîtiya ziman pêkan e. Yekîtiya ziman bi yekîtiya alfabeyê pêk tê.”
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku alfabeya ku Bedirxan di sala 1932’an de bi tîpên latînî amade kiribû, di pêşketina wêje û zimanê nivîskî yê Kurdî de xalek werçerxê bû û hat gotin ku ji ber vê yekê ji sala 2006’an vir ve 15’ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Di daxuyaniyê de rewşenbîrên Kurd ên wekî Osman Sebrî, Qedrîcan, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Kamiran Bedirxan û Mûsa Anter hatin bibîranîn û bal kişandin ser hewldanên wan ên ji bo zindî hiştina zimanê Kurdî û girîngiya hişemndiya neteweyî.
Enstîtuyê anî ziman ku ji bo di nav Kurdên li Ewropayê hişmendiya zimanê dayikê were pêşxistin divê ji bo zarok û malbatan qursên zimanê Kurdî, semîner û çalakiyên çandî bên lidarxistin. Hat gotin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê di parastina nasnameyê de roleke diyarker dilîze.
JI BO STATÛYA FERMÎ BANG HAT KIRIN
Enstîtuyê destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî li Tirkiye û Kurdistanê bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û ev bang li partiyên siyasî û saziyên demokratîk kir: “Divê gelê Kurd bikaribe zimanê xwe yê dayikê bi awayekî azad di hemû qadên jiyanê de bikar bîne.”
Di daxuyaniyê de qala gotinaKemal Pîr, “Qedexekirina zimanê Kurdî bi qasî sînordarkirina Kurdistanê xeternak e” hat kirin û hat destnîşankirin ku parastina ziman tê wateya parastina rûmeta neteweyî.
Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê di dawiya peyamê de 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û bi banga “Werin em zimanê xwe biparêzin” bi dawî kir.