Têgeha demokrasiya muzakereyî ku yek ji rêyên ber bi ‘Sosyalîzma demokratîk ve ye’ ku ji aliyê Rêber Apo ve weke sosyalîzma serdema nû tê pênasekirin, dema ku bi entegrasyona demokratîk û komunê bê nirxandin, wê bê dîtin ku nêzîkatiyeke hevgirtî temam dike.
Sosyalîzm navê lêgerîneke ber bi civakeke hîn baş e ku timî xwe nû dike. Feraseteke sosyalîzmê nabe ku bibêje ‘pênase ev e’ lê xwe nû nake. Dîrokê bi tecrûbeyên bi êş nîşanî me da ku dema nêzîkatî bi vî rengî bê kirin wê çi bi xwe re bîne.
Bingeha sosyalîzmê hewldana afirandina civakeke nûbûyî, guherî û pêşketî ye. Lewma hêza ku li hemberî me heta ku xwe nû bike, em jî neçar in xwe nû bikin.
Di pirtûka “Rola Şoreşa Kurdistanê” ku nexşerê û manîfestoya destpêkê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye, gotina “Di şoreşa Kurdistanê de rola zorê, li gorî mezinahiya pirsgirêka şoreşgeriya dijber tê pîvandin” ne tenê tespîteke şer e; di heman demê de pênaseyeke şênber û kurt a her qada têkoşînê ye.
Dema ku li ser vê tespîtê bê nirxandin, asta têkoşînê û pratîka têkoşînê ya dema nû wê li gorî nêzîkatiya dewletê ava bibe. Ti netewe dewlet ji ber xwe ve ji çareseriyê û jiyaneke demokratîk re nabêje ‘erê’.
Li şûna vê yekê sekneke welê nîşan dide ku hewl dide xwe biparêze û ji bo sîstema wê hilnewişe hewl dide. Ji ber vê yekê qebûlkirina qanûnên entegrasyona demokratîk û pêvajoya piştî wê bi ast û daîmiya têkoşînê dibe.
DEMOKRASIYA MUZAKEREYÎ Û ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK
Entegrasyona demokratîk yek ji hêmanên bingehîn ên komunan e ku di nêzîkatiya îdeolojîk a Rêber Apo de cewhera civakê ye. Hem demokrasiya muzakereyî hem jî entegrasyona demokratîk yek ji pîvanên komunbûna her beşa civakê û afirandina qadên rêxistinî yên xweser e.
Yanî Rêber Apo di vir de tenê qala vegera gerîla yan jî tevlîbûna kadroyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li nava jiyana asayî nake; ya ku di vir de qalê dike afirandina hêmanên destpêkê yên rizgariya civakê ji zexta netewe dewletê ye. Ev yek jî li Tirkiye û Kurdistanê bi avakirina jiyaneke hevpar a bi feraseta demokrasiya muzakereyî û pêvajoya entegrasyoneke demokratîk a gelan dibe.
Armanca feraseta komunê ya Rêber Apo jî ev e.
Demokrasiya muzakereyî weke sîstemeke welê tê pênasekirin ku gotin, erk û biryar a her beşa civakê ye. Ya ku di vir de divê bibe ew e ku her pirsgirêk û pêşniyarên her beşa civakê bi hev re bê nîqaşkirin, axaftin û biryar li ser bê dayin. Ev yek jî weke yek ji hêmanên herî girîng ên rêxistiniya komunê derdikeve pêşiya me.
Di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de komun avaniyên xwedî mercên serbixwe û xweser in. Bi taybetî divê girêdaneke komunên li nava netewe dewletan bi ti saziyeke fermî tine be, divê di asteke welê de be ku wan saziyan bi rê ve bibe.
Serxwebûna komunan wê bawerê bide civakê ku tevlî bibe û xwe lê îfade bike. Li komunan ku fikrên weke faşîzmê yên ji bo civakê xetere ne tê redkirin. Gava destpêkê ya vê bingeha mejiyê hevpar meşandina pêvajoya entegrasyona demokratîk a bi rengekî rast e.
Di nava îdeolojiya Rêber Apo de hemû gotin û daxuyanî hevdu temam dikin, bi hev ve girêdayî ne. Yên ku bi dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê zanin û ji roja destpêkê ve Rêber Apo dişopînin vê yekê baş zanin.
Di manîfestoyê de ku weke xeta dema nû hatiye pênasekirin, Rêber Apo gotinên xwe yên demên beriya niha zelal kiriye, têgeh destnîşan kiriye û veguherandiye bernameyê. Feraseta sosyalîzmê ya Rêber Apo ji feraseta sosyalîzmê ya klasîk wêdetir e û li cihekî gelekî cuda ye.
Dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ew dîrok e ku tê de xuya dike, israra li ser sosyalîzmê û sosyalîzm xewnek nîne. Dema ku ji vî alî ve lê bê temaşekirin wê were dîtin ku hem ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ hemî daxuyaniyên piştî wê hatin dayin radixin pêş çavan bê feraseta sosyalîzmê ya serdema nû divê çawa be û li cîhanê sosyalîzm çawa dikare bi ser bikeve, nexşerêya vê yekê ye.
Ji bo entegrasyoan demokratîk pêk were û li ser xete rast bi rê ve biçe, divê hîmên demokrasiya muzakereyî bêne danîn. Ji ber ku dewlet her tim li gorî berjewendiyên xwe tevdigere, di vir de qada herî girîng a têkoşînê rûniştandina pêvajoyeke diyalogê ya rast e. Bi birêxistinkirina pêvajoyeke ku her beşa civakê tevlî dibe entegrasyona demokratîk dikare bi rengekî rast ji civakê re bê vegotin, fikrê wan bê wergirtin û bi civakê re ev daxwaz bi awayê herî xurt ji dewletê re bê nîşandan. Navê vê jî têgeha demokrasiya muzakereyî ye.
Ji bo bersiv ji pirsên li nava civakê re bê dayin, fikir, felsefe û armancên Rêber Apo bi rengekî rast bê hevparekirin, divê li ser xeteke polîtîk a rast serî li civakê bê dayin.
Dewlet bi hemû hêza xwe hewl dide ku civakê ber bi xwe ve bikişîne, li gorî dilê xwe qanûneke entegrasyonê derxîne û eger li hemberî vê yekê rêxistiniyeke baş neyê afirandin, wê xeterî rû bidin. Ji ber ku Rêber Apo van xeteriyan dibîne, hewl dide her beşa civakê beşdarî pêvajoyê bike.
Di vir de divê bi feraseta demokrasiya muzakereyî serî li civakê bê dayin; civak bê guhdarîkirin, girîngiya pêvajoyê û entegrasyona demokratîk bê vegotin û bi van qanûnan re di pêvajoya ku gihîştiye asteke nû de li hemberî zextên dewletê dikarin destketiyan bi dest bixe. Ev yek divê ji civakê re her beşa civakê re bê vegotin.
Tevlîbûna temamiya civakê li nava pêvajoyê jî divê bi rêya saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û komeleyan bibe.
TÊKILIYA NAVBERA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK Û KOMUNAN
Rêber Apo ku feraseta sosyalîzmê ya serdema nû weke rêxistiniya komunê pênase dike, rêya ber bi komunan jî ku rewşa pratîkbûyî ya sosyalîzmê ye, weke demokrasiya muzakereyî û entegrasyona demokratîk dîtiye. Van herdu têgehan ji hev ne cuda, lê belê weke têgehên hevdu temam dikin û mezin dikin nirxandiye û welê pênase kiriye. Ji ber vê yekê entegrasyona demokratîk weke gava destpêkê ya neteweya demokratîk dibîne.
Di pêvajoya entegrasyona demokratîk de ku gava destpêkê ya jiyana bi hev re ya civakên cuda ye, fikir û nasnameyên cuda wê hînî jiyana bi hev re bibin û li gel vê yekê jî sîstema demokrasiya muzakereyî jî wê bibe gava duyemîn a vê hevparebûnê.
Gava duyemîn a civakên ku hevdu nas dikin û jiyana bi hev re qebûl dikin, kombûna li hev a ji bo rêxistiniya bi hev re û sererastkirina qadeke jiyanê ya hevpar e. Ev yek jî bi xebitandina demokrasiya muzakereyî dibe.
Sîstema ku li gel vê yekê bê afirandin jî sîstema komunê ye. Civakek ku bi pêvajoya entegrasyona demokratîk re hevdu nas dike û dibîne ku jiyana bi hev re ya bi demokrasiya muzakereyî bi biryardana bi hev re û axaftina bi hev re dibe, lingê herî girîng ê serxistina vê civakê birêxistinkirina xwe bi xwe ye. Navê vê jî komun e. Naxwe tenê bi gotina ‘komun’ avaniyek ti carî nabe komun. Komunbûn bi hişmendiyeke polîtîk û têgeheke rast dibe.
Ya ku Rêber Apo dike e jî ev e. Her sîstema ku li ser têgeheke rast û xeteke rast tê meşandin, tekez serketinê bi xwe re tîne.
Hemû qonaxên rêxistiniya komunê entegrasyonekê bi xwe re tîne. Li hemû komunan mecbûrî ye ku armanceke avakirina jiyana hevpar û hevparebûnê hebe; li gel vê yekê divê pîvanên daîmî yên vê hevparebûnê jî hebin.
Dijberiya li hev a li nava komunan li têgeha komunê ya li nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nayê. Di vir de komun neçar e ku her beşa civakê hembêz bike û bi her beşê re têkiliyê dîne.
Ev yek jî tê wateya komkirina beşên cuda li ser xaleke hevpar û temsîlkirina tevahiya civakê. Kombûna li hev a li ser xaleke hevpar wê bi xwe re entegrasyonekê jî bîne; ne bi ferzkirina beşeke civakê, lê bi hevparebûna her beşa civakê wê hîmên jiyaneke hevpar bêne danîn.

