Pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Rêber Apo destpê kir, salekê li pey xwe dihêle. DEM Partiyê têkildarî pêvajoyê konferanseke girîng lidar xist. Ji gelek deverên cîhanê gelek kesayet tevlî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ya li Stenbolê bûn û tecrûbeyên xwe parve kirin.
Ji beşdarên konferansê Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren têkildarî pêvajoyê û nêrînên DEM Partiyê ji ANF’ê re nirxand.
Eren anî ziman ku ji bo aştî civakî bibe û li qada navneteweyî bi rengekî rast bê fêhmkirin wan konferans lidar xistine û got, “Nêzî salek e pêvajoyek heye: Em di nava Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne ku di 27’ê Sibatê de bi banga Birêz Ocalan destpê kir. Di bin sîwana Meclîsê de jî komîsyonek ava bûye û hewl tê dayin ku pêvajo civakî bibe. Li mirovan guhdarî kir. Dem bi dem xitimî lê belê di mijara çareserkirina pirsgirêkê de Birêz Ocalan ji bo vekirina nuqteyên xitimî yên pêvajoyê kete nava hewldaneke mezin. Weke DEM Partî di pêvajoyê de ji bo rola partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl nîqaş bikin, biaxivin, li rêxistinên civakî yên sivîl û aktîvîstan guhdarî bikin ên ku li deverên cuda yên cîhanê pêvajoyên çareserkirina şer tecrûbe kirine û tecrûbeyên wan li vê derê parve bikin, biaxivin, nîqaş bikin, bixin xizmeta pêvajoya heyî me konferansek lidar xist. Aliyekî vê hewldanê bêguman peydakirina rê û rêbazên civakîkirina vê pêvajoyê ye. Yek ji pirsgirêkên herî mezin jî civakîbûna vê pêvajoyê ye. Veguherandina vê yekê weke daxwazeke civaka Tirkiyeyê. Ji ber ku AKP û CHP ji bo civakîbûna vê pêvajoyê erk û berpirsyariyên xwe bi têrkerî bi cih nînin, ev konferans girîng e.”
Eren diyar kir ku serdana komîsyonê ya ji bo Rêber Apo girîng e, karên ku kiriye hêja ne lê belê têrê nakin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Komîsyona ku di binê sîwana meclîsê de ava bûye hêja ye, girîng e. Di mijara çareseriya meseleya Kurd de karên vê komîsyonê hêja ne. Têrê dike? Na, lê belê hêja ye. Guhdarîkirin weke qonaxa yekemîn dikare bê pênasekirin. Hevdîtina komîsyonê ya bi Birêz Ocalan re dîrokî ye. Dibe ku ji nirxandina di çarçoveya ewlekariyê ya meseleya Kurd derbas bûye û meseleya Kurd êdî ji aliyên xwe yên civakî, siyasî, hiqûqî ve tê qebûlkirin, bi navê gelê Kurd Birêz Ocalan weke muxatabê siyasî tê pênasekirin û ji bo qebûlkirina muxatabiya siyasî ya Kurdan ev yek qonaxeke girîng e. Lê belê ya ku ji niha û pê ve bê kirin ew e ku meseleya Kurd bi aliyên xwe yên siyasî û hiqûqî bê nirxandin û ji aliyê siyasî ve di mijara çareserkirina vê meseleyê de hin karên qanûnî bêne kirin. Di vê pêvajoyê de qonaxa heyî qonaxa çareserkirina bi temamî ya meseleya Kurd nebe jî weke gava destpêkê ya ji bo danîna kevirên destpêkê yên çareseriya meseleya Kurd dikare bê pênasekirin. Di vê pêvajoyê de ya ku divê bê kirin gavên li ser tevlîbûna li jiyana civakî û siyasî ye. Bêguman em dikarin weke pêvajoya sererastkirinên qanûnî jî pênase bikin ku azadiya îfadeyê, mafê rêxistinî yê civakê misoger dike û siyaseta demokratîk ewle dike.”
Eren destnîşan kir ku di qonaxa nû de bi taybetî divê şert û mercên karkirina azad ji bo Rêber Apo bêne afirandin û got, “Gavên ku di vê pêvajoyê de divê destpêkê bêne avêtin divê ev bin; Birêz Abdullah Ocalan di mijara çareseriya vê meseleyê de muxatabê siyasî ye, lewma divê şert û mercên wî yên azadiyê bêne afirandin, azadiya wî bê misogerkirin, ji bo naskirina mafê hêviyê guhertinên qanûnî bêne kirin. Ya din jî endamên tevgera azadiyê yên ku bi temamî çek danîne karibin tevlî jiyana demokratîk, siyasî û civakî bibin û ji bo vê qanûn bêne amadekirin. Her wiha li girtîgehê bi hezaran aktorên siyasî, siyasetmedar hene. Aktorên siyasî hene ku neçar man koçî derveyî welat bikin û li derveyî siyasetê hatin hiştin. Ji bo karibin li Tirkiyeyê siyasetê bikin mercên wan bêne afirandin û bi qanûnan bêne ewlekirin. Bêguman li gel vê yekê ji bo rêveberiyên xwecihî hin guhertinên qanûnî bêne kirin. Mebesta me ji vê yekê ne tenê radestkirina ji destê qeyûman e, bi rengekî giştî di asta navendî de erk radestî herêmî bêne kirin, herêm li ser pirsgirêkên herêmî biryarê bide û demokrasiya herêmî bê naskirin. Bendewariya me ya bingehîn ew e ku di vê mijarê de guhertinên qanûnî bêne kirin.”

