Komeke çekdar êrîş birin ser qehwexaneyeke li gundê Um Hartên yê rojavayê Humsê û gule berdan kesên di hundirê qehwexaneyê de
Li gorî nûçeya ANHA’yê, di encama êrîşê de kesên bi navên Elî Hiwêrî, Kemal Elwan, Ramî Bedran, ciwanekî bi navê Salih û muxtarê gundê Wadî El Mewla ku bi navê Ebû Xezal tê naskirin, hatin kuştin û hinek jî birînda bûn, birîna hinekan ji wan giran e.
Kuştî û birîndar rakirin nexweşxaneyê û li derdora gund hîna jî dengê teqîna guleyan tê.

