Sêşem, 27 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikûmetê – II

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kenan Altûn ê piştî 30 salan hate berdan li warê xwe Erzîromê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê ‘Desteya Aştî û Siyasîbûnê’ bi lez ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Ji bo demokratîkbûna komarê divê gav bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çiyayê Şengalê wê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de bi hevparî were parastin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh: Heval Bêrîtan bû sembola artêşbûna jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzil Ozgur: Têkoşîna Bêrîtan romana jinên azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Êrîşên artêşa Tirk ên li dijî gerîlayên di agirbestê de ne
Kurdistan

Êrîşên artêşa Tirk ên li dijî gerîlayên di agirbestê de ne

Artêşa Tirk her roj bi balafirên eşfê û şer bombeyan dibarîne; bi obusan, tankan û topan an jî çekên kîmeyewî û qedexekirî êrîşê dibe ser tunel û çeperên berxwedanê. Gerîla jî li gel van êrîşan jî di pozîsyona agirbestê de ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Gulan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rêber Apo bi rêya Heyeta Îmraliyê ya berfirehkirî di 27’ê Sibatê de bi sernavê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ daxuyaniyek dabû. Bi vê daxuyaniyê re hatibû ragihandin ku pêvajoyek hatiye destpêkirin û weke ‘Dawiya pêvajoya 52 salan û destpêka dema civaka demokratîk’ hatibû pênasekirin.

Ev banga Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê her wiha ji bo çarenûsa herêmê bi temamî destpêka pêvajoyeke nû bû.

Ji bo vê ‘Banga sedsalê’ ku li cîhanê deng veda, Tevgera Azadiyê ya Kurd agirbest ragihand û diyar kir ku wê ya pêwîst bike. PKK’ê di daxuyaniya xwe ya 1’ê Adara 2025’an de gotibû, “Ji bo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo bikeve meriyetê, ji îro û pê ve em agirbestê radigihînin. Rastiyên şênber bi rengekî eşkere radixin pêş çavan ku ji bo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ bi serketî bi cih bê, li ser bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibe, ji bo pêşî li pêşketina tevgera demokrasiyê ya navneteweyî bê vekirin divê Rêber Apo bi rengekî fîzîkî azad be, xwedî şert û mercên kar be û hevalên xwe jî di nav de karibe bêyî astengî bi her kesî re têkiliyê dîne. Em hêvî dikin ku saziyên pêwendîdar ên dewletê wê pêwîstiyên van hemûyan bi cih bînin.”

Piştre jî Hêza Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku wê li gorî agirbestê tevbigere.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de biryara agirbestê ya partiya me PKK’ê ji 1’ê Adara 2025’an û pê ve ji bo hemû hêzên me derbasdar e. Hemû fermandarî û yekîneyên me yên pêwendîdar divê bi hesasiyeteke mezin li gorî biryara agirbestê ya partiya me tevbigerin û vê biryarê bi temamî bi cih bînin.

Bêguman li hemberî êrîşan jî hêzên me wê di çarçoveya mafê rewa û xweparastinê de bersiva pêwîst bidin ku ev yek jî mafekî bingehîn e. Li hemberî êrîşên hertimî, hêzên me xwedÎ mafê bersivdayinê ne.”

Baş e li pêşberî gerîla yên ku ji 1’ê Adarê û pê ve ketin pozîsyona agirbestê, nêzîkatiya dewleta Tirk çi bû? Em li rewşê binihêrin.

Dewleta Tirk berevajî çareseriya vê pirsgirêkê kete pozîsyoneke welê ku weke şer dixwaze. Li hemberî gerîla bi bangên ‘Werin teslîm bibin’ polîtîkaya înkar û îmhayê dewam kir, êrîşên xwe hîn jî dewam dike.

ISRARA ARTÊŞA TIRK A DI ŞER DE DEWAM DIKE

Artêşa Tirk a dagirker meha Adarê 11 caran bi çekên kîmyewî, 9 caran bi çekên qedexekirî û 9 caran jî bi droneyên bombebarkirî êrîş bir ser tunelên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Di heman demê de qadên berxwedanê 169 carna bi balafirên şer, 98 caran bi helîkopterên êrîşê û 11 hezar û 289 caran bi çekên giran, top û obusan bombebaran kir. Gerîla jî li hemberî dagirkerên ku di pozîsyona êrîşê de bûn 13 caran destwerdan kirin.

Desthilatdariya AKP’ê ku xwest pozîsyona agirbestê ya gerîla ji xwe re bike firsend, meha Nîsanê jî di şer de israr kir.

Artêşa Tirk a dagirker meha Nîsanê 7 caran çekên kîmyewî bi kar anî. 76 caran bi balafirên şer, 12 caran bi helîkopterên êrîşê, 2 caran bi droneyên bombebarkirî û 9 hezar û 693 caran bi çekên giran, top û obusan êrîş kir. Şervanên azadiyê jî 17 caran dest li artêşa Tirk a dagirker werdan ku di pozîsyona êrîşê de bû.

ARTÊŞA TIRK 20 HEZAR Û 982 CARAN ÊRÎŞ KIR

Li hemberî gerîla ku di pozîsyona agirbestê de ye, artêşa Tirk a dagirker di nava 2 mehan de bi giştî 20 hezar û 982 caran êrîş kir.

Di êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên bi SÎHA de li Garê 2 gerîla şehîd bûn. Her wiha meha Nîsanê ji aliyê Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ve nasnameya 2 gerîlayên jin hate eşkerekirin ku bi çekên kîmyewî şehîd hatin xistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Artêşa Tirk a dagirker di 11’ê Nîsanê de êrîşî çeperên me yên şer ên li Herêma Şehîd Delîl a Rojavaya Zapê kir û hevrêyên me Besê û Mîtra yên ku bi fedaî li ber xwe dan û rê nedan dagirkeran, şehîd bûn.”

GERÎLA DI POZÎSYONA AGIRBESTÊ DE YE

Artêşa Tirk pozîsyona agirbestê weke lawaziyekê şîrove dike, hewl dide vê yekê di organên xwe yên medyayê de bi vî rengî nîşan bide û konsepteke tasfiyeyê ya nû ferz bike.

Ji ber ku dewleta Tirk hîn dest ji şer bernedaye. Her roj li Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirên şer û kefşê digerîne û bombeyan dibarîne. Bi obus, tank, top an jî çekên kîmyewî û qedexekirî êrîşî çeper û tunelên berxwedanê dike. Gerîla jî li gel van êrîşan hemûyan di pozîsyona agirbestê de ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Elmanyayê Zanîngeha Kurd ava dibe
Nûçeya Pişt re HPG’ê şehîd Arîn Marînos bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclîsa Îslamî ya Elewiyan banga rawestandina êrîşên li ser Humsê kir

Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşên li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîtînga Azadiyê: Gel astengiyan nas nake, li ber xwe dide

Bi hezaran kesên ku ji bajarên cuda ber bi Amedê ve bi rê ketin, li…

Ji aliyê Stêrk TV

YRD’ê belgesela ‘Nêçîrvanê Heqîqetê’ weşand

YRD’ê belgesela ‘Nêrçîrvanê Heqîqetê’ weşand. Di belgeselê de êrîşa ku hêzên komploger di şexsê Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?